Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye

  • rojane
  • 14:15 12 Hezîran 2018
  • |
img

DÎLOK – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Dîlokê axivî û bersiv da daxuyaniyên Erdogan ên ji bo Demîrtaş û got: “Berpirsyarê hemû komkujiyan hûn in. Planên wan çem û çem çûn, niha jî dest bi sûcdariyê kirin e û Demîrtaş sûcdar dikin. Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye. We destê aştiyê li hewa hişt.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Dîlokê mitîng li dar xist. Buldan û namzetên HDP’ê yên Dîlokê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Ewil namzetên Dîlokê yek bi yek derketin ser otobusê û gel silav kirin. Hevserok Buldan jî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” derket ser otobusê. Gel li qadê bênavber dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. 
 
Buldan xîtabî gel kir û wiha got: 
 
“Bijî berxwedana gelê me. Remezana we pîroz be. Xwedê rojî û nimêja we qebûl bike. Meha Remezanê meha yekîtî, hevgirtinê û aştiyê ye. Meha xêr û bereketê ye. Em bi we ser bilind in. Em hêvîdarin dê ev meh bibe wesîla aştî, azadî û aramiyê. 
 
KOMKUJÎ BI DESTÊ WAN PÊK HATIN 
 
Hêviya gelên Tirkiyeyê wê di 24’ê Hezîranê de serkeftinê bi xwe re bîne. Wê bibe serkeftina gelên me. Em ê hemû bi hev re bin vê aştiyê îmze bikin. Civaka Tirkiyeyê û Dîlokê biryara xwe daye û wê gelê Dîlokê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bide AKP û wan di sindoqan de bifetisîne. Gelê me yê li Dîlokê di 16 salên AKP’ê de rastî her zilm û zextan hat. Bombe avêtin nav gelê me û 52 welatiyên me di dawetê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê tu carî welatiyên xwe ji bîr nekin. Komkujî bi dest û fermana AKP’ê pêk hat. Komkujiyên AKP’ê li her bajarekê me pêk anî. Ev bajar cihek ku DAIŞ’ê cîrîtan lê diavêje ye. Em dizanin kî ji DAIŞ’ê û van komkujiyan berpirsyar e. Di bin agahdariya dewlet û hikumetê de ev komkujî pêk hatin. Ji bo ronînkirina van komkujiyan me xwest, di bin banê Meclîsê de komîsyon bên avakirin. Lê AKP û MHP’ê destûr nedan avakirina vê komîsyonê. Dizanibûn ku komîsyon bên avakirin dê di bin berpirsyariyê de bimînin. Ji ber wê destûr nedan. HDP’ê wê tu demê pêşiya van komkujiyan bernede û kengê dibe bila bibe wê faîlan derxe holê. 
 
Tenê ne ew komkujiya 52 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan heye. Di buyerên 6-8’ê Cotmehê de jî li Dîlokê welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Me xwest em vê jî ronî bikin lê wê jî asteng kirin. Desthilatdariyê destûr neda em berpirsê wê komkujiyê derxin holê. Ji ber vê yekê naxwazin em bixebitin, me asteng dikin û digirin. 
 
PLANÊN WÎ ÇEM Û ÇEM ÇÛN, DEST BI SÛCDARIYÊ KIR 
 
Tayîp Beg rabûye û dibêje ‘Demîrtaş berpirsyarê kuştina welatiyan e.’ Em li vir dibêjin da haydê vaye meydan, werin ka em derxin holê û van bûyeran derxin valahiyê. Bi tatbetî yê digot ‘Kobanê ket û wa dikeve’ rabûye birêz Demîrtaş berpirsyar digire. Ji bo ku Kobanê neket me dike berpirsyarê komkujiyê xwe. Ji ber ku hemû planên AKP’ê yên ji bo Kobanê çem û çem çû, nîha lî meydanan me sûcdar dîke. Di bûyeran de jî dîsa Kurd û endamên me hatin kuştin. Kurdan tune dihesibînin û me tune dikin. Em bi ferasetek wiha re rû bi rû ne. Em ê vê ferasete di 24’ê Hezîranê de di sindoqan de bihêlin. Ferasetek ku gelê Kurd tune dihesibîne wê qet nikaribe xwe li ser piya bigire. Yên beriya te jî kurdan tune dihesibandin. Ew çûn, hûnê jî wek wan biçin sergoyê dîrokê. 
 
EM Ê JI BO ÇARESERIYÊ BIÇIN MECLÎSÊ
 
AKP êdî ji bo welat tu hêvî û bendewariyan nayne. Bedel, êş û kulên herî giran bi welêt dide jiyîn. Hemû pêkanînên wan li ber çavan e. Li her deverê welêt qirîza aborî û civakî heye. Daxwaza wan ne çareserkirina pirsgirêka gelê Dîlokê ye. Daxwaza wan berjewendiyên wan e. Lê em vê sozê didin gelê xwe dema em bi hêz biçin meclîsê û em ê hemû pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin. Em ê bi pirsgirêkan re yek bi yek eleqedar bibin. Mahmut Togrul yek ji van hevalê me ye. Namzetek me hevalê me Osman hêj di girtîgehê de ye. Wê gelê Dîlokê namzetê xwe ji girtîgehê derxîne û wî azad bike.  
 
Ew bi binçavkirin, mirin û girtîgehan gel ditirsînin. Qey ew dibêjin em bikevin girtîgehê em ê bitirsin û xelas bibin. Lê çiqas ew me bikujin û bigirin em ewqas zêde dibin. 
 
BIDARVEKIRINA DEMÎRTAŞ NE HEDÊ TE YE
 
Birêz Demîrtaş di girtîgehê de ye. Me îro li vir jî dît ku her hevalek me Demîrtaş in. Ew ji Demîrtaş ditirsin û mijara bidarvekirinê tînin rojevê. Recep Beg dibêje ‘Em ê Demîrtaş bidarve bikin.’ Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê te ye. Em bi siyasetek ku siyasetmedarek bi darvekirinê ditirsinîn re hevrû ne. We Seyîd Riza, Denîz Gezmîş û Adnan Menderes bidarve kir. Dîroka Tirkiyeyê bi darvekirinan enî nivîsek e reş e. Wê gelên Tirkiyeyê di 24’ê Hezîranê de destûr nede darvekirinan. 
 
WE DESTÊ AŞTIYÊ LI HEWA HIŞT 
 
Ew ji bo dilovan Demîrtaş dibêjin ‘Dest bixwîn e.’ Lê destê Dmîrtaş destê aştiyê ye. Rojek jî bi destê Demîrtaş negirtin û wan avêtin girtîgehan. Hevalên me bi komî girtin û me tu demê baweriya xwe neşikand û gav paş ve neavêt. 24’ê Hezîranê wê qedera Tirkiyeyê diyar bike. Tercîha we dê Tirkiyeyê ronî bike û hemû kuştin û girtinan rawestîne. Lazim e dema gelê Dîlokê biçe ser sindoqan destê xwe deyne ser wîjdana xwe. Dema hûn çûn ser sindoqan Roboskî, Dîlok û Pirsûsê ji bîr nekin. 
 
‘EM DENG Û SINDOQÊN XWE BIPARÊZ IN’ 
 
Dixwazin me di bin bendê bihêlin. Lê bila kes neyê lîstokên wan. Em xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Heke ku hûn xwedî derkevin, nikarin dengan bidizin û em ê serkeftinek mezin pêk bînin. Tenê 12 rojên me mane. Em biçin her malê û her kesî qanih bikin. Em zilma wan a 16 salan ji her kesî re bêjin û dawî li zilma desthilatdariya wan bînin. 24’ê Hezîranê gelek girîng e. Em namzetên xwe yên Dîlokê emanetî gelê Dîlokê dikin. Riya we û riya me vekirî be.” 
 
Piştî axaftinê Buldan û namzetan bi destê hev girt û gel silav kirin. Buldan ji Dîlokê berê xwe da Hatayê. 

Sernavên din

14/06/2018
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin
13/06/2018
23:10 HDP'ê bertek nîşanî gotinên Erdogan da: Ev yek bi awayekî aşkere teşwîqkirina ji bo sûc e
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
16:26 Ji bo Demîrtaş tev li mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kirin
15:14 Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye
15:05 Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e
14:45 Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş
14:24 Ji RCS’iyan bang: Bi roj herin ser sindoqan, bi şev jî li dû sindoqan bin
14:09 Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand
14:08 Bi hezaran Efrînî li dijî dagirkeriyê meşiyan
13:53 Namzetên HDP’ê taahhutnameya girtiyên nexweş û windayan îmze kirin
13:30 Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre
13:07 Ji bo alên AKP’ê ewlekariyê bersiva da: Em nikarin tiştekê bikin!
12:35 Li Lîcê operasyon û pevçûn
12:32 Malbat: Ma edalet ev e?
12:27 Polîsan vê carê li Dersimê kalê 92 salî Sezer bi maşîna zirxî kuştin
12:06 Rêveberên HDP û Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
11:57 Keriyek pez li dû miha xwe ji zinar avêt çûn û mirar bûn
11:50 SAMER: HDP hem ji AKP’ê û hem jî ji CHP’ê dengan distîne
11:47 Koçerên Bakurê Sûriyeyê: Bedevî
10:56 Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê
10:38 Profesorê aboriyê Ugur: Sermayedar êdî baweriya xwe bi AKP’ê nînin
10:37 Botan û Ege ji bo hilbijartinan amade ne
09:53 Gelê Dersimê: Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir bi Erdogan re didome
09:39 Qendîl, Mexmûr û sindoq
09:16 Demîrtaş, dê di mîtînga HDP'ê ya Stenbolê de xîtabî gel bike
09:07 ‘Dixwazim deynê xwe yê ji bo jiyanê bidim'
09:07 Li Îmraliyê Rewşa Awarte daîmî ye!
09:06 Li kêleka AKP’ê ala HDP’ê li ba dibe
09:06 Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin
09:05 Romenên Stenbolê: Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê
09:05 Ji jin û ciwanan peyama hilbijartinê: Ji bo wekheviyê deng dibin HDP’ê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/06/2018
19:26 Dema nûçegihanê me nûçe dişopand, êrîşî wî kirin
18:41 Coşa hilbijartinê ya HDP'ê li herêma Serhadê belav dibe
17:43 Atay: Em ê pihînekê li wan bidin û bişînin
Buldan: Wa rêya Recep Beg vebûye û diçe
17:28 Ji doza cînayetê Dink 2 kes hatin berdan
17:14 Kişanak bang li jinan kir: Em dîrokê binivîsin
16:33 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:32 Bavê kurê xwe kuşt rastî 71 sal û 9 meh ceza hat
16:14 Bi kenê xwe giraniya barê xwe jî bîr dikin
15:53 Li Osmaniyeyê êrîşî wesayîta HDP’ê kirin
15:46 Ersoy, Demîrtaş ziyaret kir: Hevdîtin wek mitîngê derbas bû
15:30 Doza qetlîama Enqereyê: Serokê Dadgehê eywan terikand!
15:29 Cezayek nû dan Encu
15:23 Ji ber ku bertek nîşanî AKP’yan dan hat derb kirin û binçav kirin
15:08 Balafirgeha Geverê ji bo balafirên leşkerî tê vekirin!
14:22 Li Sokê welatiyê 74 salî yê mînîbusa leşkerî perçîqan jiyana xwe ji dest da
14:15 Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye
14:15 Xwendekarên Lîseyê ji dozger re vegotin: Polîsan tevahiya şevê îşkence li me kirin
13:48 ‘Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têbikoşin’
12:56 Li Mêrdînê 7 HDP’î hatin binçavkirin
12:49 Demîrtaş, vê carê li ser Whatsapp’ê bang kir
12:43 Ayla Akat: Heta Ocalan azad nebe çareseriya demokratîk ne pêkan e
12:23 Xwendekarên lîsê yên rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edliya Stenbolê ne
12:03 Dikandarê silava Altunay ê AKP’î negirt: Ev 10 salin hûn li ku derê bûn?
11:44 Ji bo zarok heman zehmetiyan nekişînin komele ava kir
11:32 AKP’î mizgef veguherandine ‘buroyên hilbijartinê’
11:13 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn serlêdan kirin
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
10:49 Bi roj xebata hilbijartinê û êvarê perwerdehiya sindoqan didin
10:34 Dayîka 5 zarokan 2 salin nizane ji ber çi girtiye û tê darizandin
10:15 Ji HDP’ê rapora astengî û êrîşan: 57 êrîş û 208 binçavkirin
09:57 Parêzeran li dijî hîleyên hilbijartinê peywîrdar û hilbijêran hişyar kir
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:25 Tîryakî: Em ê hemû derfetên xwe ji bo sindoqên veguhestin seferber bikin
09:24 ÎSKÎ, zeviyên welatiyan bêyî wan firot
09:24 Desteyên hilbijartinê yên navçeyan YSK nas nekirin: Dê li 3 navçeyan 16 sindoqên din bên veguhastin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:23 Karker li şantiyeyê belavokên HDP'ê belav dikin
09:22 Karkerê îneşatê dê heta hilbijartinê ji bo HDP'ê bixebite
09:21 Li Erdexanê armanca HDP'ê ew e ku ji 7'ê Hezîranê serkeftîtir be
09:20 Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji bo gelê Geverê
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
09:18 Elewiyên dengê xwe didin CHP'ê: Di 24'ê Hezîranê de em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
11/06/2018
22:50 Wesayîta anonsê ya Demîrtaş binçav kirin
21:11 Li Çewligê dê ciwan sindoqan biparêzin
21:00 13 kesên li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Bestayê leşkerek bi giranî birîndar bû
19:44 Dayika Aştiye Işik hat berdan
19:39 Li Meletiyê 4 kes hatin binçavkirin
18:48 Înce: Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin
17:49 Ilham Ehemd: Em ji danûstendina bi rejîmê re amade ne
17:21 Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
16:57 Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat
16:41 Nûçegîhanê me Guneş hat girtin
16:32 HDP'ê li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir
16:22 Nûçegihanê MA’yê Guneş hat binçavkirin
15:41 Buldan: Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê bînin
15:14 Di 92'an de xaniyê wî şewitand û niha jî bi TOMA kuştin
14:49 HDP'ê der barê medya ku wan dike hedef daxuyanî dan
14:46 Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan
13:59 Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê
13:49 Lîstika ‘Hamzaoglu’ dê sibê bê pêşandan
13:40 Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 ciwan binçav kirin
13:38 Rêveberên KCD û DBP’ê Colemêrgê ziyaret dikin
13:23 Buldan sibê li Hatayê ye
13:23 Demîrtaş got 'Derewên Erdogan' û yek bi yek eşkere kir
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê