Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye 2018-06-12 14:15:45 DÎLOK – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Dîlokê axivî û bersiv da daxuyaniyên Erdogan ên ji bo Demîrtaş û got: “Berpirsyarê hemû komkujiyan hûn in. Planên wan çem û çem çûn, niha jî dest bi sûcdariyê kirin e û Demîrtaş sûcdar dikin. Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye. We destê aştiyê li hewa hişt.”  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Dîlokê mitîng li dar xist. Buldan û namzetên HDP’ê yên Dîlokê ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Ewil namzetên Dîlokê yek bi yek derketin ser otobusê û gel silav kirin. Hevserok Buldan jî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” derket ser otobusê. Gel li qadê bênavber dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.    Buldan xîtabî gel kir û wiha got:    “Bijî berxwedana gelê me. Remezana we pîroz be. Xwedê rojî û nimêja we qebûl bike. Meha Remezanê meha yekîtî, hevgirtinê û aştiyê ye. Meha xêr û bereketê ye. Em bi we ser bilind in. Em hêvîdarin dê ev meh bibe wesîla aştî, azadî û aramiyê.    KOMKUJÎ BI DESTÊ WAN PÊK HATIN    Hêviya gelên Tirkiyeyê wê di 24’ê Hezîranê de serkeftinê bi xwe re bîne. Wê bibe serkeftina gelên me. Em ê hemû bi hev re bin vê aştiyê îmze bikin. Civaka Tirkiyeyê û Dîlokê biryara xwe daye û wê gelê Dîlokê di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bide AKP û wan di sindoqan de bifetisîne. Gelê me yê li Dîlokê di 16 salên AKP’ê de rastî her zilm û zextan hat. Bombe avêtin nav gelê me û 52 welatiyên me di dawetê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê tu carî welatiyên xwe ji bîr nekin. Komkujî bi dest û fermana AKP’ê pêk hat. Komkujiyên AKP’ê li her bajarekê me pêk anî. Ev bajar cihek ku DAIŞ’ê cîrîtan lê diavêje ye. Em dizanin kî ji DAIŞ’ê û van komkujiyan berpirsyar e. Di bin agahdariya dewlet û hikumetê de ev komkujî pêk hatin. Ji bo ronînkirina van komkujiyan me xwest, di bin banê Meclîsê de komîsyon bên avakirin. Lê AKP û MHP’ê destûr nedan avakirina vê komîsyonê. Dizanibûn ku komîsyon bên avakirin dê di bin berpirsyariyê de bimînin. Ji ber wê destûr nedan. HDP’ê wê tu demê pêşiya van komkujiyan bernede û kengê dibe bila bibe wê faîlan derxe holê.    Tenê ne ew komkujiya 52 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan heye. Di buyerên 6-8’ê Cotmehê de jî li Dîlokê welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Me xwest em vê jî ronî bikin lê wê jî asteng kirin. Desthilatdariyê destûr neda em berpirsê wê komkujiyê derxin holê. Ji ber vê yekê naxwazin em bixebitin, me asteng dikin û digirin.    PLANÊN WÎ ÇEM Û ÇEM ÇÛN, DEST BI SÛCDARIYÊ KIR    Tayîp Beg rabûye û dibêje ‘Demîrtaş berpirsyarê kuştina welatiyan e.’ Em li vir dibêjin da haydê vaye meydan, werin ka em derxin holê û van bûyeran derxin valahiyê. Bi tatbetî yê digot ‘Kobanê ket û wa dikeve’ rabûye birêz Demîrtaş berpirsyar digire. Ji bo ku Kobanê neket me dike berpirsyarê komkujiyê xwe. Ji ber ku hemû planên AKP’ê yên ji bo Kobanê çem û çem çû, nîha lî meydanan me sûcdar dîke. Di bûyeran de jî dîsa Kurd û endamên me hatin kuştin. Kurdan tune dihesibînin û me tune dikin. Em bi ferasetek wiha re rû bi rû ne. Em ê vê ferasete di 24’ê Hezîranê de di sindoqan de bihêlin. Ferasetek ku gelê Kurd tune dihesibîne wê qet nikaribe xwe li ser piya bigire. Yên beriya te jî kurdan tune dihesibandin. Ew çûn, hûnê jî wek wan biçin sergoyê dîrokê.    EM Ê JI BO ÇARESERIYÊ BIÇIN MECLÎSÊ   AKP êdî ji bo welat tu hêvî û bendewariyan nayne. Bedel, êş û kulên herî giran bi welêt dide jiyîn. Hemû pêkanînên wan li ber çavan e. Li her deverê welêt qirîza aborî û civakî heye. Daxwaza wan ne çareserkirina pirsgirêka gelê Dîlokê ye. Daxwaza wan berjewendiyên wan e. Lê em vê sozê didin gelê xwe dema em bi hêz biçin meclîsê û em ê hemû pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin. Em ê bi pirsgirêkan re yek bi yek eleqedar bibin. Mahmut Togrul yek ji van hevalê me ye. Namzetek me hevalê me Osman hêj di girtîgehê de ye. Wê gelê Dîlokê namzetê xwe ji girtîgehê derxîne û wî azad bike.     Ew bi binçavkirin, mirin û girtîgehan gel ditirsînin. Qey ew dibêjin em bikevin girtîgehê em ê bitirsin û xelas bibin. Lê çiqas ew me bikujin û bigirin em ewqas zêde dibin.    BIDARVEKIRINA DEMÎRTAŞ NE HEDÊ TE YE   Birêz Demîrtaş di girtîgehê de ye. Me îro li vir jî dît ku her hevalek me Demîrtaş in. Ew ji Demîrtaş ditirsin û mijara bidarvekirinê tînin rojevê. Recep Beg dibêje ‘Em ê Demîrtaş bidarve bikin.’ Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê te ye. Em bi siyasetek ku siyasetmedarek bi darvekirinê ditirsinîn re hevrû ne. We Seyîd Riza, Denîz Gezmîş û Adnan Menderes bidarve kir. Dîroka Tirkiyeyê bi darvekirinan enî nivîsek e reş e. Wê gelên Tirkiyeyê di 24’ê Hezîranê de destûr nede darvekirinan.    WE DESTÊ AŞTIYÊ LI HEWA HIŞT    Ew ji bo dilovan Demîrtaş dibêjin ‘Dest bixwîn e.’ Lê destê Dmîrtaş destê aştiyê ye. Rojek jî bi destê Demîrtaş negirtin û wan avêtin girtîgehan. Hevalên me bi komî girtin û me tu demê baweriya xwe neşikand û gav paş ve neavêt. 24’ê Hezîranê wê qedera Tirkiyeyê diyar bike. Tercîha we dê Tirkiyeyê ronî bike û hemû kuştin û girtinan rawestîne. Lazim e dema gelê Dîlokê biçe ser sindoqan destê xwe deyne ser wîjdana xwe. Dema hûn çûn ser sindoqan Roboskî, Dîlok û Pirsûsê ji bîr nekin.    ‘EM DENG Û SINDOQÊN XWE BIPARÊZ IN’    Dixwazin me di bin bendê bihêlin. Lê bila kes neyê lîstokên wan. Em xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Heke ku hûn xwedî derkevin, nikarin dengan bidizin û em ê serkeftinek mezin pêk bînin. Tenê 12 rojên me mane. Em biçin her malê û her kesî qanih bikin. Em zilma wan a 16 salan ji her kesî re bêjin û dawî li zilma desthilatdariya wan bînin. 24’ê Hezîranê gelek girîng e. Em namzetên xwe yên Dîlokê emanetî gelê Dîlokê dikin. Riya we û riya me vekirî be.”    Piştî axaftinê Buldan û namzetan bi destê hev girt û gel silav kirin. Buldan ji Dîlokê berê xwe da Hatayê.