NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Herêma Serhedê hişyariya barîna berfê û şilopeyê kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewayî ya roja 15’ê Çileyê eşkere kir. Li gorî raporê dê li bajarên bakurê Kurdistanê yên Sêwas, Erzirom û Meletiyê şilope û berf bibare.
Di heman demê de hate gotin ku başûrê rojavayê Herêma Serhedê û derdora Mereşê dê barîn hebin.
MGM’ê ji ber xetereya aşûtan, xelkê li rojhilatê Sûriyeyê yên li deverên bilin dijîn hişyar kir. Di heman demê de meteorolojiyê li dijî qerisînê erdê û mijê jî ajokar û xelkê herêmê hişyar kir.