Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune

  • rojane
  • 09:15 16 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê doza Şahin Oner ê polîs S.K. ku bi maşîna zirxî ew qetil kir de bi sedema îfadeyên şahid kêm in û der barê polîsê bersûc û Şahîn de  hisûmet heye biryara bêşopandinê da. Dadgeha Îstinafê jî dê biryar bide ku kijan dadgeh dê li dozê binere. 

Li semta Şehîtlikê ya navçeya navendî Yenîşehîrê ya Amedê, di 10'ê Sibata 2013'an de wesayîta zirxî ya polîsan ciwanê 19 salî Şahîn Oner eciqandibû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê malbata Oner bi hinceta ku di kuştina kurê wan de qisûrdariya xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dema wesayîta zirxî li Oner qeliband û ew bi giranî birîndar kir, ji dêvla ku polîs Oner bibin nexweşxaneyê ew biribûn qereqolê. Dayik Basra Oner û bav Mehmet Şîrîn Oner bi hinceta ku îdare di warê xizmetê de qisûrdarî kiriye der barê Muduriyeta Giştî ya Polîsan de doza tazmînata madî û manewî vekiribûn. Muduriyeta Giştî ya Polîsan parêziya xwe ji Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê şand, ku di sala 2013'an de bi riya parêzerên Şaxa ÎHD'a Amedê malbata Oner doz li vê dadgehê vekiribû. Muduriyetê di parêziyê de xwest ku li benda encama doza cinayeta Oner bê sekinandin û derpêş kir ku di bûyerê de qisûra xizmetî ya îdareyê tune ye û ji ber vê şert û mercên ku tazmînat bivê çênebûne û xwest doz bê redkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî 4 salan îdianameya der barê lêpirsîna polîsê bi navê S.K. temam kir. Piştî Oner jiyana xwe ji dest da, Waliyê Amedê yê wê demê Mustafa Toprak têkildarî bûyerê wiha gotibû: "Dema xwepêşandêr hewl daye bombeya destan bavêje wesayîta polîsan bombe di destê wî de teqiyaye û miriye." Lê belê, di nûçeya DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin de, derketibû holê ku bi tu awayî yekpareyiya bedena Oner xera nebûye û li ser cenaze şopên eciqandinê hene. Di çarçoveya lêpirsînê de, polîsên ku diviya wek gumanbar bihatanan dîtin wek şahid îfade dan, lê belê têkildarî bûyerê polîsek jî nehatibû girtin. 
 
Di îdianameya ku ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê ve hat qebûlkirin de, dozger bi îdiaya "qusûrdariya bûye sedema mirinê" xwest S.K. di navbera 2-6 salan de bê cezakirin. Dozger di îdianameyê de parast ku, roja bûyerê komeke 25-30 kesî li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê rê li trafîkê girtine û çalakiyeke "derqanûnî" kirine. Dozger, der pêş kir ku polîsan kom hişyar kiriye, lê li gel vê jî kom belav nebûye û bi molotof, fîşekên hewayî, bombeyên destan û keviran êrîşî polîsan û wesayîtên wan kirine. Dozger, ragihand ku li ser mudaxileya polîsan kom xwe bera nav kuçeyên taxê daye û bi bîr xist ku, li cihê bûyerê wesayîta zirxî ya bi koda 75 a Shortland li Oner qelibiye û Oner jiyana xwe ji dest daye û li ser vê der barê S.K. de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
 
ATK: ONER, BI ECIQANdiNA WESAYÎTA ZIRXÎ MIRIYE 
 
Têkildarî bûyerê 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), di rapora xwe de diyar kir ku Oner, ne ji be madeya teqemeniyê di encama eciqandina wesayîtê de miriye. Her wiha rapora pêzaniyê jî diyar kir ku ajokarê wesayîta bi koda 75'an qusûrdar e. 
 
Der barê doza S.K.'e dê de hatibû vekirin, biryara  bê şopandinê hat dayîn û doz şandin 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza. Di rûniştina 29'ê Hezîranê dagehê bi sedema fadeyên şahid kêm in û der barê polîsê bersûc û Şahîn de  hisûmet heye biryara bê erkdayîn da û doz şand Dadgeha Cezayên Giran. Piştî vê yekê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi dosyayê ve hat peywirdarkirin. Heyeta vê dadgehê jî parkast ku ku 7'emin Dadgeha Asliye Ceza dozê bidomîne. Piştî vê yekê biryar hat dayîn ku dosyaya dozê bişînin Dadgeha Edlî ya Herema Dîlokê 
 
Endamên Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê û parêzerên doza Onder bi sedema sûcê kuştina Oner sabît e, dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtîroz bikin. Ger ku îtîraz bê red kirin dê dozê bibin Dadgeha Îstinafê Piştî dosyayê bişînin Dadgeha Îstinafê, vê carê Dadgeha Îstinafê dê biryar bide ku dê kijan dadgeh li dosyaya dozê binere. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê di çalakiya şermezarkirina komploya navneteweyî de polîsan êrîşê çalakiyê kiribû û ciwanê bi navê Şahîn Oner di bin maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Şeva ku Oner jiyana xwe ji dest da Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û gotibû "Şahîn Oner dema dixwest teqemenî bavêje polîsan miriye." Pişt re ajansa me DÎHA qeydên ambulansan weşandibû û derxistibû holê ku Oner di bin maşîneya zirxî de mayê û bi birîndarî li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hatiye rawestandin. 
 
Dadgehê parêziya herdu aliyan û raporên pêzaniyê lêkolînkirin û biryara xwe daxuyand. Dadgehê, bi hinceta di kuştina Oner de qisûrdariya xizmetî heye Muduriyeta Giştî ya Polîsan mehkûmî tazmînata madî û manewî kir. Wê Muduriyeta Giştî ya Polîsan 20 hezar û 914 TL tazmînata madî bide dayik Basra Oner û dê 21 hezar û 751 TL tazmînata madî bide bav Mehmet Şîrîn Oner û her wiha dê herkê 15 hezar TL'yî tazmînata manewî jî bide dê û bavên Oner. 
 
Di hinceta biryarê de hat diyarkirin ku dema dosyeya lêpirsînê, rapora pêzaniyê û hemû dosyeya bûyerê tê lêkolînkirin kifş dibe ku wesayîta zirxî ya polîsan bûye sebeba mirina Oner. Di biryarê de hat derpêşkirin ku Oner ji nişkave derketiye pêşiya wesayîta zirxî ya ku mudaxileyî çalakvanan kiriye û ji ber vê qisûrdar e. Dadgehê dîsa derpêş kir ku vê rewşa qisûrî ya di qezayê de xwe daye der ji sedî 50'î ya Oner û ji sedî 50'î jî ya îdareyê ye. Ji ber vê biryarê tazmînata ku ji bo malbata Oner hat dayîn ji sedî 50'î hat daxistin. 
 
MA / Deniz Tekin 
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn