Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune 2017-10-16 09:15:38 AMED - 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê doza Şahin Oner ê polîs S.K. ku bi maşîna zirxî ew qetil kir de bi sedema îfadeyên şahid kêm in û der barê polîsê bersûc û Şahîn de  hisûmet heye biryara bêşopandinê da. Dadgeha Îstinafê jî dê biryar bide ku kijan dadgeh dê li dozê binere.  Li semta Şehîtlikê ya navçeya navendî Yenîşehîrê ya Amedê, di 10'ê Sibata 2013'an de wesayîta zirxî ya polîsan ciwanê 19 salî Şahîn Oner eciqandibû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê malbata Oner bi hinceta ku di kuştina kurê wan de qisûrdariya xizmetî heye der barê îdareyê de doza tazmînata madî û manewî vekiribû. Dema wesayîta zirxî li Oner qeliband û ew bi giranî birîndar kir, ji dêvla ku polîs Oner bibin nexweşxaneyê ew biribûn qereqolê. Dayik Basra Oner û bav Mehmet Şîrîn Oner bi hinceta ku îdare di warê xizmetê de qisûrdarî kiriye der barê Muduriyeta Giştî ya Polîsan de doza tazmînata madî û manewî vekiribûn. Muduriyeta Giştî ya Polîsan parêziya xwe ji Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê şand, ku di sala 2013'an de bi riya parêzerên Şaxa ÎHD'a Amedê malbata Oner doz li vê dadgehê vekiribû. Muduriyetê di parêziyê de xwest ku li benda encama doza cinayeta Oner bê sekinandin û derpêş kir ku di bûyerê de qisûra xizmetî ya îdareyê tune ye û ji ber vê şert û mercên ku tazmînat bivê çênebûne û xwest doz bê redkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî 4 salan îdianameya der barê lêpirsîna polîsê bi navê S.K. temam kir. Piştî Oner jiyana xwe ji dest da, Waliyê Amedê yê wê demê Mustafa Toprak têkildarî bûyerê wiha gotibû: "Dema xwepêşandêr hewl daye bombeya destan bavêje wesayîta polîsan bombe di destê wî de teqiyaye û miriye." Lê belê, di nûçeya DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin de, derketibû holê ku bi tu awayî yekpareyiya bedena Oner xera nebûye û li ser cenaze şopên eciqandinê hene. Di çarçoveya lêpirsînê de, polîsên ku diviya wek gumanbar bihatanan dîtin wek şahid îfade dan, lê belê têkildarî bûyerê polîsek jî nehatibû girtin.    Di îdianameya ku ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê ve hat qebûlkirin de, dozger bi îdiaya "qusûrdariya bûye sedema mirinê" xwest S.K. di navbera 2-6 salan de bê cezakirin. Dozger di îdianameyê de parast ku, roja bûyerê komeke 25-30 kesî li semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê rê li trafîkê girtine û çalakiyeke "derqanûnî" kirine. Dozger, der pêş kir ku polîsan kom hişyar kiriye, lê li gel vê jî kom belav nebûye û bi molotof, fîşekên hewayî, bombeyên destan û keviran êrîşî polîsan û wesayîtên wan kirine. Dozger, ragihand ku li ser mudaxileya polîsan kom xwe bera nav kuçeyên taxê daye û bi bîr xist ku, li cihê bûyerê wesayîta zirxî ya bi koda 75 a Shortland li Oner qelibiye û Oner jiyana xwe ji dest daye û li ser vê der barê S.K. de lêpirsîn hatiye destpêkirin.   ATK: ONER, BI ECIQANdiNA WESAYÎTA ZIRXÎ MIRIYE    Têkildarî bûyerê 1'emîn Lijneya Îhtisasê ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), di rapora xwe de diyar kir ku Oner, ne ji be madeya teqemeniyê di encama eciqandina wesayîtê de miriye. Her wiha rapora pêzaniyê jî diyar kir ku ajokarê wesayîta bi koda 75'an qusûrdar e.    Der barê doza S.K.'e dê de hatibû vekirin, biryara  bê şopandinê hat dayîn û doz şandin 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza. Di rûniştina 29'ê Hezîranê dagehê bi sedema fadeyên şahid kêm in û der barê polîsê bersûc û Şahîn de  hisûmet heye biryara bê erkdayîn da û doz şand Dadgeha Cezayên Giran. Piştî vê yekê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi dosyayê ve hat peywirdarkirin. Heyeta vê dadgehê jî parkast ku ku 7'emin Dadgeha Asliye Ceza dozê bidomîne. Piştî vê yekê biryar hat dayîn ku dosyaya dozê bişînin Dadgeha Edlî ya Herema Dîlokê    Endamên Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD'ê û parêzerên doza Onder bi sedema sûcê kuştina Oner sabît e, dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtîroz bikin. Ger ku îtîraz bê red kirin dê dozê bibin Dadgeha Îstinafê Piştî dosyayê bişînin Dadgeha Îstinafê, vê carê Dadgeha Îstinafê dê biryar bide ku dê kijan dadgeh li dosyaya dozê binere.    ÇI BÛBÛ?   Di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê di çalakiya şermezarkirina komploya navneteweyî de polîsan êrîşê çalakiyê kiribû û ciwanê bi navê Şahîn Oner di bin maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Şeva ku Oner jiyana xwe ji dest da Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û gotibû "Şahîn Oner dema dixwest teqemenî bavêje polîsan miriye." Pişt re ajansa me DÎHA qeydên ambulansan weşandibû û derxistibû holê ku Oner di bin maşîneya zirxî de mayê û bi birîndarî li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hatiye rawestandin.    Dadgehê parêziya herdu aliyan û raporên pêzaniyê lêkolînkirin û biryara xwe daxuyand. Dadgehê, bi hinceta di kuştina Oner de qisûrdariya xizmetî heye Muduriyeta Giştî ya Polîsan mehkûmî tazmînata madî û manewî kir. Wê Muduriyeta Giştî ya Polîsan 20 hezar û 914 TL tazmînata madî bide dayik Basra Oner û dê 21 hezar û 751 TL tazmînata madî bide bav Mehmet Şîrîn Oner û her wiha dê herkê 15 hezar TL'yî tazmînata manewî jî bide dê û bavên Oner.    Di hinceta biryarê de hat diyarkirin ku dema dosyeya lêpirsînê, rapora pêzaniyê û hemû dosyeya bûyerê tê lêkolînkirin kifş dibe ku wesayîta zirxî ya polîsan bûye sebeba mirina Oner. Di biryarê de hat derpêşkirin ku Oner ji nişkave derketiye pêşiya wesayîta zirxî ya ku mudaxileyî çalakvanan kiriye û ji ber vê qisûrdar e. Dadgehê dîsa derpêş kir ku vê rewşa qisûrî ya di qezayê de xwe daye der ji sedî 50'î ya Oner û ji sedî 50'î jî ya îdareyê ye. Ji ber vê biryarê tazmînata ku ji bo malbata Oner hat dayîn ji sedî 50'î hat daxistin.    MA / Deniz Tekin