MÊRDÎN - Ekolojîstên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûn, wiha gotin: "Rêveberiya li ser esasê ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê ya li Rojava tê avakirin, ji bo welatên din jî modêla çareseriyê ye."
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 24’an de didome. Girseya ku di saetên serê sibehê de hate qada çalakiyê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" ber zkir û li ber stranên Kurdî govend gerand. Gelek saziyên ekolojiyê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê bi heyetên xwe re çûn serdana çalakiyê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û çalakvanan, armanca çalakiyê ji kesên hatin serdanê re vegotin û rojev nirxandin.
Di çalakiyê daxuyanî hate dayin. Ekolojîstan pankarta "Şer hilweşîna herî mezin a ekolojiyê ye" vekirin.
‘EM Ê DEV JI PARASTINA ROJAVA BERNEDIN’
Li ser navê ekolojîstan Derya Akyol axivî û diyar kir ku ew ê dest ji parastina Rojava ya ku hêviya jiyana hevpar a gelan e bernedin û ev tişt anî ziman: “Rejîma despotîk a otorîter, mêtinger û antîdemokratîk a li Sûriyeyê bûye rengekî rêveberiyê bi pêkanînên înkar û qetlîamê yên li ser gelên herêmê bi taybetî jî li ser Kurdan ketiye dîrokê. Bi şerê ku li Sûriyeyê pêş ket, gelên herêma Rojava ku qebûl nekirin bibin alîgirê vî şerê bêhiqûqî, bingeha jiyaneke demokratîk, piralî û azadîxwaz ava kirin. Ereb, Suryan, Keldan, Tirkmen, Ermen û Çerkes û bi taybet jin ji bo parastina xaka xwe û avakirina modeleke nû bi hev re têkoşiyan û Şoreşa Rojava ku îro ji aliyê hemû cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin, pêk anîn."
‘DIVÊ ROJAVA BÊ PARASTIN’
Ji Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû diyar kir ku her cure polîtîkayên şer ên li herêmê bandorê li jiyana li herêmê dike û wiha got: “Li Rojava modêla ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê heye. Ji ber vê yekê Rojava ne tenê mijara rûmetê ye. Divê modêla li Rojava bê parastin. Ji bo vê jî divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û modêla wê ya ku dixwaze bi xwezayê re jiyaneke aştiyane ava bike bê parastin û banga hevgirtinê li raya giştî ya cîhanê kir."
BANGA RAWESTANDINA ÊRIŞAN KIR
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û wiha got: “Bi vê helwestê, bi vê îradeyê em dixwazin bipirsin çima bi deh hezaran kes li ser sînorê Qamişlo dimeşin. Em banga rawestandina hewldana tunekirina gelê Kurd û gelên din dikink. Rojava rûmeta mirovahiyê ye. Rojava sedema hebûna mirovahiyê ye. Em ê parastina xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.