ŞIRNEX - Rêveberê OHD’ê Firat Taniş bertek nîşanî sekinandina şandeya dixwest ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, da û got: “Tenê deriyê em lê dimînin ji hatin û çûnê re hatiye girtin.”
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi êrişa dewleta tirk a SÎHA’yan hatin qetilkirin û şandeyeke ji malbatên wan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tê, ji bo wergirtina cenazeyan xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê. Di şandeyê de Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHD û rêxistinên civaka sivîl jî cih digirin. Şande, ji duh ve tê astengkirin.
Şandeya derbasî Deriyê Sînor ê Xabûrê bû, bi hinceta “cîhazê X-Rayê xera bûye” bi saetan hate sekinandin. Piştî şande ji cîhazê X-Rayê derbas bû, îcar jî li beşa kontrolkirina pasaportan hate sekinandin. Bi îdiaya “sîstem tune ye” tê sekinandin.
‘TENÊ DERIYÊ EM LÊ NE GIRTÎ YE’
Ji rêveberên OHD’ê parêzer Firat Taşkin ku di şandeyê de cih digire, têkildarî rewşê wiha got: “Ev rewş êdî veguheriye sepanekê îşkenceyê. Dema em gihiştin ser sînor li pêşiya me tu wesayît tune bûn. Lê piştî ku em hatin, hatin û çûna ser sînor sekinî. Duh ji saet 16.45’ê heta niha em li vir disekinin. Gotin ku tu sîstemên din tune ne. Gotin cîhazê X-rayê xerab e. Malbatên rojnamegeran niha bi awayekî din tên cezakirin. Bêrêziyê li miriyan dikin û cenazeyê wan didin sekinandin. Em niha hatin beşa em lê ne û me dît ku di deriyan de hatin û çûn hene. Tenê hatin û çûnên deriyê em lê ne hatine girtin. Bi hinceta ku sîstem tune ye, tu personel naxebitin. A rast peywira xwe jî nebaş bi kar tînin. Di deriyên din din de hatin û çûn hene lê ji bo yê me dibêjin tune ye. Heta ku em derbas dibin jî dê li vir bin.”
‘EM BI HELWESTEKÎ SIYASÎ RE RÛ BI RÛ NE’
Parlamenter Kamûran Tanhan jî got ku bi saetaye bi keyfî tên sekinandin û wiha got: “Divê Wezîrê Karên Derve îstîfa bike. Sekinandina me, biryarekî siyasî ye. Em niha li beşa otomobîl lê derbas dibin in. Tu hatin û çûn tune ye lê li pişt têlan ketin heye. Sepanekî fiîlî di meriyetê de ye. Em mereq dikin bê ka ew dixwazin çi veşêrin. Îdiaya sûcê şer heye. Parlamenterek ev 20 saet in li ser sînor tê sekinandin û tiştekî wiha nehatiye dîtin. Ji vir jî xuya dibe ku biryareke siyasî heye. Wezîrê Karên Derve yan bila tişta pêwîst bike yan jî îstîfa bike.”