Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê

  • rojane
  • 18:24 10 Hezîran 2018
  • |
img
ÇEWLÎG – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di mîtînga Çewlîgê de xîtabî hezaran kir û diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Buldan wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de tev li mîtînga ku HDP'ê li Qada PTT'ê ya Çewligê pêk anî bû. Buldan piştî duh li Mûşê tev li mîtîngê bû îro derbasî Çewligê bû. Buldan ewil li navçeya Bongilanê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştre tev li namzetên HDP'ê yên Çewligê û rêveberên HDP'ê bi karwanek mezin derbasî Çewligê bûn û li nava bajar tur avêtin. Piştî li nava bajar geriyan derbasî qada PTT'e bûn. Mîtîng rastî eleqeyek mezin a ciwanan hat. Qada mitîngê tije bû. Namçetên HDP yên bajar û Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy jî di mîtingê de amade bûn. 
 
Di mîtîngê de ewil Namzeta HDP'ê ya Çewligê Şefika Dogan axivî û diyar kir ku gelê Çewligê dê êdî ji vê zilmê û îktîdra zilmê re bêje bes e. 
Namzetê HDP'ê Nihat Aksoy jî diyar kir ku her dengê ku biçe ji AKP'ê de dê biçe ji zilm û zordariyê re û xwest kes dengê xwe nedin zilmê. 
Namzetê HDP'ê Erdal Aydemir jî diyar kir ku Çewlig bajarê serhildan û berxwedanê ye û AKP ol kirine qada îstîsmarê. 
 
‘ABORÎ TÊK DIÇE 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê û Namzetê HDP'ê yê Amedê  Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku hikûmet ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike li ber hikûmeta Îngîlîstanê digere û wiha got: "Roj bi roj aboriya Tirkiye bêtir têk diçe." 
Piştre cih dan cînevîzyona axaftina Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê ku 9 sal ceza li wî birîn û niha girtî ye. 
Dîsa axaftina mîtîngê ya Namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş hat guhdar kirin û peyama wî hat xwendin. Piştre Endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Şeva Kadir derketin dikê. Oldar Mela Meheme Zobrin, bang lig hezaran kir û xwest nebin alîgirê zilmê. 
 
‘YEK DENGÎ JÎ NEDIN ZILMÊ'
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, derket ser otobusa hilbijartinê û xîtabî hezaran kir. Buldan, diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Buldan wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq. 
Buldan, anî ziman ku ev welat ne mahkûmê AKP û Tayyip Erdogan e û wiha axivî: “Ev welat ne mohtacê AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan e. Ji niha de ji bo xwe xelas bikin dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Malê dewletê belav dikin. AKP 16 salin li ser îktîdarê ye. Hemû kes rastî zilma wan hatin. Gelê vî welatî kirin mahkûmê xizanî û zilmê. Her tiştî ji bêrîka we didizin. Wê alikariyê bi baca ji bêrîka we dikin. Divê hûn yek dengî jî nedin AKP'ê. Bê rû ne dê dîsa bên dengan ji we bixwazin. Keyayan kom dikin. Gefan dixwin. Lê êdî gel biryara xwe daye. Erdogan êdî rêwî ye. Wekî din care tune ye." 
 
‘ÊDÎ HÊZA WAN TÊR NAKE ÎNKAR BIKIN'
 
Buldan, destnîşan kir ku kurdan ol û bawerî ji AKP’ê û Erdogan fêr nebûne û wiha lê zêde kir: "Em ol ji wan fêr nebûne. Bila ol nîşanî me nedin. Em ji destpêkê de bi olê xwe ve girêdayî ne. Gelê kurd û gelên din ên rastî zilmê hatine ji niha de biryara xwe dane. Ev pirsgirêk bi şer û ewlehiyê çareser nabe. Pirsgirêka ziman, ol, çand û nasnameyê heye. Êdî hêzea tu kesî tune ku nasname, ziman û çanda me înkar bike. Gelê Çewligê dê kesên li dijî kurdan ceza bike. AKP bi MHP'ê re tifaq ava kir. Dixwazin bi dengê kurdan gur bibe meclîsê. Bi hişmendiya got 'kevir li ser kevir, seri li ser mil nehêlin' re îtîfaq ava kir. AKP û MHP bûn tifaq û xwestin kurdan di bin bendê de bihêlin. Lê dê bi ser nekevin. Em dê li meclîsê bibin nûnerê gelan. Em dê bibin meclîsa gelan û van polîtîkayan pûç bikin."
 
Buldan girtin û cezakirina Îdrîs Baluken jî rexne kir û da zanîn ku di şexsê Baluken de vîna gel ceza dikin. 
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser hîleyên AKP'ê û wiha bi dawî kir: "Her roj bi hezaran derewan dikin. Dixwazin me bikin berpirsiyarê bûyerê 6-8'ê cotmehê. Me xwest vê bûyerê lêkolîn bikin, lê AKP'ê red kir. Ji siyaseta Demîrtaş ditirsin. Em biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em destûr nedin dengê me bidizin. " 
 

Sernavên din

11/06/2018
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê
11:07 ‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’
10:30 Dolmîşa karkeran qeza kir: 4 jê zarok 13 kes birîndar bûn
10:19 Di Şeva Leyletul Qedir de li ‘dijî zilmê’ banga yekîtiyê kirin
09:37 AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike
09:13 Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne
09:13 Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne
09:12 Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe
09:11 Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê
09:10 Armanca HDP li Stenblolê 2 milyon deng e
09:09 Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e
09:09 'Çi bikin bila bikin em ê sindoqan biparêzin’
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
10/06/2018
21:24 Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin
18:24 Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê
17:39 Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî
17:27 Xwendekarên hatin derbkirin: Em ê her dem li dijî îşkenceyê bin
17:06 Beşdarên mîtînga Kartalê: Em ê karê nîvçe mayî temam bikin
16:36 Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
16:11 Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin
15:42 Baro û ÎHD'ê taziya Prz. Suren qebûl kirin
14:35 Kerestecîoglu: Cîhan dê bi jinan biguhere
14:34 Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin
13:52 Bîrdal: Girtiyên nexweş nabînin, dixwazin girtiyên li dijî gel sûc kirine berdin
13:27 Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin
12:52 Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane
12:45 2 kes li Ceyhanê hatin girtin
12:19 Di bîranîna 10'ê Cotmehê de: Emê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin
12:03 Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin
12:02 Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin
11:45 Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya
11:35 Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin
10:42 Hevşaredara bi destê qeyûm negirt rastî ceza hat
10:20 Şivanan: Em fermandarê îşkence li me kir dinasin
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:19 Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
09:17 Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’
09:16 'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:11 Karkerên sîvan: Hemû karker li dora HDP’ê bibin yek
09:09 Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
09:08 Namzetê HDP'ê Gerçek: Roja 24'ê Hezîranê roja xerakirina saltanatê ye
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê
09:04 Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê
09:03 Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin
09:01 ‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09/06/2018
21:29 Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên HDP’ê bi lez dibe
16:27 Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in
Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike
16:11 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê zext şermezar kirin
16:10 Li Geverê di hefteyekê de 4 karker mirin
15:48 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan
15:29 Rûniştina F: Mehek e agahî ji Erez tune ye
15:07 Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt
15:06 Bi îtîraza HDP'ê guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya
14:44 Aqûbeta cenazeyê Guney ê piştî îdamê hat windakirin pirsîn
14:43 Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Suren hat bibîranîn
14:17 Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin
13:41 Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e
13:17 Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir.
12:59 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
12:39 Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû
12:27 Komisyona Zarokan a ÎHD’ê: Di 16 salan de 440 hezar zarok welidîn
12:12 Li Şirnexê şer derket: Polîsekî tîmê taymet jiyana xwe ji dest da
12:07 'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin'
11:43 Ciwanê HDP'î yê milê wî hat şikandin: Gule jî nikare min rawestîne
11:37 HDP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan pirtûk çap kir
11:09 Walîtiyê ji bo Erdogan mitînga HDP’ê betal kir
10:33 Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin
10:31 Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel
10:23 Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî
10:22 Xwendekarên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
09:30 Li Çewligê bayê guherînê hêl dibe
09:30 Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene
09:29 Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye
09:26 ‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'
09:25 Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
09:23 Hilbijêrên Îdirî: Yê li tembûrê dixe girtiye, yê pereyan didize li derve ye
09:21 ‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'
09:19 Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e
09:19 Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake
09:18 Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:44 Li dijî maşîneya leşkerî êrîş: Leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn
08/06/2018
23:01 Nivîskar û siyasetmedar dê kurdiya 'Seher'ê îmze bikin
19:49 Dê Demirtaş li girtîgehê di TRT'ê de biaxive
18:42 Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:33 Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
16:25 Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin
16:12 ‘Fîkandina kurdî' li dadgeha cezayên giran hat darizandin
16:03 Dayikên Aştiyê wê li ser navê Leyla Guven bixebitin
15:54 Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e
15:51 Parêzer Suren hat definkirin
15:29 Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin
15:24 Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
15:15 Belavkarên rojnameyê derketin pêşberî dadgehê
14:52 Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve
14:51 'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'
14:27 Demirtaş bersiv da pirsên şopdarên xwe yên twitterê