Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê 2018-06-10 18:24:12   ÇEWLÎG – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di mîtînga Çewlîgê de xîtabî hezaran kir û diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Buldan wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de tev li mîtînga ku HDP'ê li Qada PTT'ê ya Çewligê pêk anî bû. Buldan piştî duh li Mûşê tev li mîtîngê bû îro derbasî Çewligê bû. Buldan ewil li navçeya Bongilanê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştre tev li namzetên HDP'ê yên Çewligê û rêveberên HDP'ê bi karwanek mezin derbasî Çewligê bûn û li nava bajar tur avêtin. Piştî li nava bajar geriyan derbasî qada PTT'e bûn. Mîtîng rastî eleqeyek mezin a ciwanan hat. Qada mitîngê tije bû. Namçetên HDP yên bajar û Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy jî di mîtingê de amade bûn.    Di mîtîngê de ewil Namzeta HDP'ê ya Çewligê Şefika Dogan axivî û diyar kir ku gelê Çewligê dê êdî ji vê zilmê û îktîdra zilmê re bêje bes e.  Namzetê HDP'ê Nihat Aksoy jî diyar kir ku her dengê ku biçe ji AKP'ê de dê biçe ji zilm û zordariyê re û xwest kes dengê xwe nedin zilmê.  Namzetê HDP'ê Erdal Aydemir jî diyar kir ku Çewlig bajarê serhildan û berxwedanê ye û AKP ol kirine qada îstîsmarê.    ‘ABORÎ TÊK DIÇE    Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê û Namzetê HDP'ê yê Amedê  Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku hikûmet ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike li ber hikûmeta Îngîlîstanê digere û wiha got: "Roj bi roj aboriya Tirkiye bêtir têk diçe."  Piştre cih dan cînevîzyona axaftina Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ê ku 9 sal ceza li wî birîn û niha girtî ye.  Dîsa axaftina mîtîngê ya Namzetê Serokomariyê Selahattin Demirtaş hat guhdar kirin û peyama wî hat xwendin. Piştre Endamên Kongreya Îslama Demokratîk a Şeva Kadir derketin dikê. Oldar Mela Meheme Zobrin, bang lig hezaran kir û xwest nebin alîgirê zilmê.    ‘YEK DENGÎ JÎ NEDIN ZILMÊ'   Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, derket ser otobusa hilbijartinê û xîtabî hezaran kir. Buldan, diyar kir ku AKP- MHP bûn tifaq û armanc dikin ku bi dengê kurdan gur bibin meclîsê. Buldan wiha got: "Hişmendiya got 'Kevir li ser kevir û serî li ser mil nehêlin' li dijî kurdan bûn tifaq.  Buldan, anî ziman ku ev welat ne mahkûmê AKP û Tayyip Erdogan e û wiha axivî: “Ev welat ne mohtacê AKP’ê û Recep Tayyip Erdogan e. Ji niha de ji bo xwe xelas bikin dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Malê dewletê belav dikin. AKP 16 salin li ser îktîdarê ye. Hemû kes rastî zilma wan hatin. Gelê vî welatî kirin mahkûmê xizanî û zilmê. Her tiştî ji bêrîka we didizin. Wê alikariyê bi baca ji bêrîka we dikin. Divê hûn yek dengî jî nedin AKP'ê. Bê rû ne dê dîsa bên dengan ji we bixwazin. Keyayan kom dikin. Gefan dixwin. Lê êdî gel biryara xwe daye. Erdogan êdî rêwî ye. Wekî din care tune ye."    ‘ÊDÎ HÊZA WAN TÊR NAKE ÎNKAR BIKIN'   Buldan, destnîşan kir ku kurdan ol û bawerî ji AKP’ê û Erdogan fêr nebûne û wiha lê zêde kir: "Em ol ji wan fêr nebûne. Bila ol nîşanî me nedin. Em ji destpêkê de bi olê xwe ve girêdayî ne. Gelê kurd û gelên din ên rastî zilmê hatine ji niha de biryara xwe dane. Ev pirsgirêk bi şer û ewlehiyê çareser nabe. Pirsgirêka ziman, ol, çand û nasnameyê heye. Êdî hêzea tu kesî tune ku nasname, ziman û çanda me înkar bike. Gelê Çewligê dê kesên li dijî kurdan ceza bike. AKP bi MHP'ê re tifaq ava kir. Dixwazin bi dengê kurdan gur bibe meclîsê. Bi hişmendiya got 'kevir li ser kevir, seri li ser mil nehêlin' re îtîfaq ava kir. AKP û MHP bûn tifaq û xwestin kurdan di bin bendê de bihêlin. Lê dê bi ser nekevin. Em dê li meclîsê bibin nûnerê gelan. Em dê bibin meclîsa gelan û van polîtîkayan pûç bikin."   Buldan girtin û cezakirina Îdrîs Baluken jî rexne kir û da zanîn ku di şexsê Baluken de vîna gel ceza dikin.    Buldan, herî dawî bal kişand ser hîleyên AKP'ê û wiha bi dawî kir: "Her roj bi hezaran derewan dikin. Dixwazin me bikin berpirsiyarê bûyerê 6-8'ê cotmehê. Me xwest vê bûyerê lêkolîn bikin, lê AKP'ê red kir. Ji siyaseta Demîrtaş ditirsin. Em biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Em destûr nedin dengê me bidizin. "