Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • rojane
  • 10:35 3 Kanûn 2024
  • |

ENQERE - Şandeya navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û wiha got: “Em bi awayekî xurt daxwaza dikin ku birêz Ocalan were berdan û hevdîtinên aştiyê yên şênber dest pê bikin.”

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şandeya navneteweyî ku siyasetmedar, sendîkavan û rojnameger jî di nav de ne, bi daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, dê serî li Wezareta Dadê bidin. Şande, beriya serlêdanê li pêşiya wezaretê daxuyanî da. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê, Serokê Partiya Çep a Ewropayê Walter Baier, parlamenterên Tifaqa Çep a Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra, Matteo Massa, Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pinto, Parlamentera Katalonyayê Eulàlia Reguant Cura, Endamê Lijneya Rêveber a Katalonya CUP’ê Blai Tabarner, Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norweçê Anne Kulseng Berg, Rêvebera Konfederasyona Karkeran a Giştî ya Îtalyayê Caterina Posterino, Rêvebera Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê Fracesca Baruffaldi, Rojnameger Benedetta Rossi, Daniela Galie, Seroka Koma Komunist a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Raphaëlle Primet, Rêveberê Eyaleta Hesenê ya Partiya Çep a Almanyayê Jakob Migenda û Rêveberê Partiya Çep a Almanyayê Yûsûf Karecelîk tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘BI GAVÊN ŞÊNBER DIKARE BIRÎNÊN XWÎNÎ BÊN DERMANKIRIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz beriya daxuyaniyê axivî û wiha got: “Pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Hem partiya me hem jî gelek sazî ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin di nava hewldanan de ne. Heke daxwazeke ji bo aştiyeke birûmet hebe, ev yek bi rê û rêbazên demokratîk dibe. Armanca şandeya îro bi me re ew e ku bi Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Di mijara rol û muxatabiya birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de dê bi gelek saziyan re hevdîtinan bikin. Îro jî ji bo balê bikişînin ser encamên tecrîda mutleq dê serî li Wezareta Dadê bidin. Her wiha xwestin bi wezaretê re hevdîtinê bikin. Divê êdî dewlet û hikûmet jî guh bide rol û muxatabiya birêz Ocalan. Divê gavên şênber bên avêtin. Dermankirina birînên xwînî bi vî awayî dibe.” 
 
‘BALKIŞANDINA SER DENGÊ OCALAN GIRÎNG E’ 
 
Parlamentera Tifaqa Çep a Kesk a Îtalyayê Francesca Ghirra jî metna hevpar xwend û peyama piştevaniya bi gelê kurd re da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi taybet jî di vê serdemê de em girîng dibînin ku ji bo pêşxistina stratejiya guftûgoyê bi hikûmeta Tirkiyeyê re pêwendiyan danîn. Di heman demê de balkişandina ser dengê birêz Abdullah Ocalan girîngiyeke jiyanî ye. 
 
ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
 
Piştî dagirkirina Til Rifetê û êrişên li dijî kurdên li Helebê, nifûsa kurd li ber xetereya tunebûnê ye. Ji 26’ê mijdarê heta niha li herêma Helebê bi hezaran sivîl bi taybet jî nifûsa kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Rewşeke aloz heye û ji ber dorpêçeke zor, bi krîzeke însanî re rû bi rû ne. Şoreşa Rojava, ji hêla mafê diyarkirina qedera xwe, mafên mirovan û berxwedana li dijî zextê tecrûbeyeke mezin e ku mînakên wê nînin. 
 
ROJAVA JI CÎHANÊ RE BÛ RONAHIYA HÊVIYÊ
 
Vê şoreşa ku li ser xaka kurdan li bakurê Sûriyeyê pêş ketî, pergaleke li ser bingeha wekheviya zayenda civakî, demokrasiya raste rast û jiyaneke aştiyane ya di navbera komên etnîkî û olên cuda de ava kir. Nîşanî hemû cîhanê da ku tevî pevçûn û bêîstîqrariyan jî Rıjavayê di nava şert û mercên zehmet de karî civakeke dorfireh û adilane ava bike û bû ronahiya hêviyê ji cîhanê re. 
 
PÊDIVÎ BI ÇALAKIYA BIBIRYAR HEYE
 
Berxwedêriya kurdan, di têkoşîna li dijî terorîzma DAIŞ’ê û îstîqrara herêmê de diyarker bû. Lê belê li gel ku bi ser berxwedana Kobanê ya pêşketina DAIŞ’ê da sekinandin 10 sal derbas bûne jî, ev modêla civakî niha ne tenê gelê kurd, di heman demê de nirxên azadî û demokrasiyê yên Rojava temsiliyeta wan dike bi gefa tunebûnê re rû bi rû ne. Lewma em dixwazin bangawaziyeke xurt bikin; ji bo pêşîlêgirtina tundiyê û karesateke nû ya însanî, hewcehî bi çalakiyeke lezgîn û bibiryar heye. Pêşeroja Sûriyeyê û civakên li wir dijîn nediyar e lê bersiveke siyasî û însanî ya ku piştevaniya navneteweyî û ewlehiya hemû gelên herêmê û rûmetê misoger dike, di heman demê de dikare deriyê çareseriya siyasî ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî veke. 
 
OCALAN JI BO HÊSANKIRINA GUFTÛGOYÊ PIR GIRÎNG E 
 
Îro em li vê derê careke din dibêjin ku, rewşa gelê kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka navneteweyî encamên girîng bi xwe re tîne. Li gorî me, bandora birêz Abdullah Ocalan ji bo hêsankirina guftûgo û feraseta di navbera hikûmeta Tirk û civakên kurd de pir girîng e. Bi taybet jî di navbera salên 2013-2015’an de birêz Ocalan ji bo çareseriyeke aştiyane nexşerêyeke kete nava hewldanên bi hûr û kûr û daxwaza xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê bi çalak raber kir. Birêz Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, mafên wî yên jêneveger tên binpêkirin û ev yek li dijî pergala hiqûqê ya neteweyî û navneteweyî ye. 
 
BIRYARA DMME’YÊ BI BÎR XIST
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku cezayê muebbeta girankirî yê bêyî sûdê ji mafê berdana bişert bigire yê li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn, binpêkirina Xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Ev xala peymanê dibêje ku nabe îşkence û muameleya dermirovî li kesekî were kirin. Di heman demê de dadgehê got ku cezayê muebbetê yê li birêz Ocalan hatiye birîn rê li ber binpêkirina mafê hêviyê vekiriye û bi awayekî fiîlî cezayê mirinê ye ku dema wê hatiye dirêjkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di biryara xwe ya 19’ê îlona 2014’an de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere. Tevî van rexne û biryaran jî tecrîda derqanûnî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ji sala 2021’an heta niha didome. 
 
EM DIXWAZIN OCALAN WERE BERDAN 
 
Em careke din vê biryara girîng a hiqûqa navneteweyî bi bîra hikûmeta Tirkiyeyê dixin û bang lê dikin ku dilsoziya xwe ya bi rêgezên sereke yên mafên mirovan cîbicî bikin. Em ji bo vê li vir in. Bi vê sedemê, em bi awayekî xurt daxwaz dikin ku birêz Ocalan demildest were berdan û hevdîtinên aştiyê yên şênber dest pê bikin. Heta ku bi gelê kurd re aştiyeke adilane tê kirin û birêz Ocalan azad dibe jî dê xebatên me yên di vê çarçoveyê de bidomin.” 
 
 

Sernavên din

08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin