EDENE - Li Edeneyê ji ber parvekirinên medya civakî 15 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de, bi hemwex li navçeyên Seyhan, Ceyhan, Yuregir û Çukurova yên Edeneyê bi ser malan de girtin. Polîsan di operasyona pêk anî de, bi balyozan deriyên gelek malan şikandin û ketin hûndir. Hat diyar kirin ku bi hinceta parvekirinên medya civakî operasyon pêk hat û 15 kes katin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê, rakirin Midûryeta Polîsan a Bajêr.