Ji ber medya civakî li Edenê 15 binçav kirin 2018-06-08 09:46:22 EDENE - Li Edeneyê ji ber parvekirinên medya civakî 15 kes hatin binçavkirin.  Polîsan di saetên serê sibê de, bi hemwex li navçeyên Seyhan, Ceyhan, Yuregir û Çukurova yên Edeneyê bi ser malan de girtin. Polîsan di operasyona pêk anî de, bi balyozan deriyên gelek malan şikandin û ketin hûndir. Hat diyar kirin ku bi hinceta parvekirinên medya civakî operasyon pêk hat û 15 kes katin binçavkirin.   Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê, rakirin Midûryeta Polîsan a Bajêr.