STENBOL - TJA’yê ji bo meşa ku dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê were lidarxistin bang kir û got: “Em biryara walîtiyê ya çalakiya me qedexe kirî nas nakin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, li Taksîmê bi dirûşma "Têkoşîna me ji bo hev e / em jiyanê dixwazin" banga tevlibûna çalakiyan kir.
TJA’yê di bangawaziya xwe de wiha got: “Me got ku li dijî vê fermana ku her roj jin tên qetilkirin, zarok tên tecawizkirin, xweza û civak tê tunekirin, serhildanek heye. Me bi dirûşma 'Têkoşîna me ya li dijî tundiya dewleta mêr ji bo hev e' kolan bi kolan têkoşîna xwe organîze kir. Em biryara walîtiyê ya ku di 25'ê Mijdarê de hewl da çalakiya me ya li Taksîmê qedexe bike, nas nakin. Li Stenbolê di navbera nîv saetê de 2 jin ji aliyê heman kiryarî ve hatin qetilkirin, Şîrîn Elmas hat qetilkirin, li Beyoglûyê jinek hat tacîzkirin, yên ku pêşiya sûcdaran negirtin hewl didin ku çalakiya me qedexe bikin. Em qedexeyên we nas nakin. Astengîyên we yên li hemberî têkoşîna me ya adîl tu rewabûna wan tune ye. Îro saet di 19.30’an de em ê mil bi mil têkoşîna xwe bilind bikin. Hûn ê careke din dengê me yê Jin Jiyan Azadî ji Taksîmê bibihîzin. Li dijî vê zîhniyeta qedexekar em bang li hemû jinan dikin ku ji bo azadiyê bên Taksîmê."