DERSIM – Li Dersimê alên partiyên mîna HDP û CHP'ê ji aliyê xebatkarên qeyûm ve hatin daxistin û li şûna wan alên AKP’ê daliqandin.
Li Dersimê partiyên muxalefetê alên partiyên xwe daliqandin. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Dersimê ya qeyûm tayînî kiribûn alan daxist û li şûna wan alên AKP’ê daliqandin. Buyer duh êvarê li taxa Ataturkê qewimî.
Ekîbên qeyûm xwestin alên HDP’ê yên li ber avahiya HDP’a Dersimê û buroya hilbijartinê jî daxînin. Lê rêveberên partiyê bertek nîşan dan û dest jê berdan.
Hat zanîn ku li gel alên HDP’ê posterên namzetên HDP’ê jî daxistin. Rayedarên HDP û CHP’ê diyar kirin ku ew ê li dijî vê pêkanînê derkevin.