Li şûna alên HDP û CHP’ê yên AKP’ê daliqanin 2018-06-07 11:14:01 DERSIM – Li Dersimê alên partiyên mîna HDP û CHP'ê ji aliyê xebatkarên qeyûm ve hatin daxistin û li şûna wan alên AKP’ê daliqandin.    Li Dersimê partiyên muxalefetê alên partiyên xwe daliqandin. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Dersimê ya qeyûm tayînî kiribûn alan daxist û li şûna wan alên AKP’ê daliqandin. Buyer duh êvarê li taxa Ataturkê qewimî.    Ekîbên qeyûm xwestin alên HDP’ê yên li ber avahiya HDP’a Dersimê û buroya hilbijartinê jî daxînin. Lê rêveberên partiyê bertek nîşan dan û dest jê berdan.    Hat zanîn ku li gel alên HDP’ê posterên namzetên HDP’ê jî daxistin. Rayedarên HDP û CHP’ê diyar kirin ku ew ê li dijî vê pêkanînê derkevin.