Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin

  • rojane
  • 13:21 4 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE – Lîsa Çalan a ku 3 sal berê li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê de, birîndar bû û herdu lingên wê jêbûn, rojên xwe yên bi êş, bêrîkirin, têkoşîn û biryardarî anî ziman û got: “Divê em hesap ji yên ku ev anîn serê me bipirsin. Ji bo hesabpirsînê divê em biçin dengê xwe bidin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du roj beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di 5’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngek bi heybet li dar xistibû. DAIŞ’ê xwe li mitîngê negirt û êrîşa bombeyî pêk anîbû. Bi ser êrîşa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê re 3 sal derbas bûn. 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 400 kesî jî birîndar bûbûn. Yek a ji wê êrîşî bi giranî birîndar bû û jê rizgar bû Lîsa Çalan e. Çalan li Akademiya Sînemeya Rojhilata Navîn derhêneriyê dikir û di teqînê de lingê xwe winda kir. 
 
Piştî bûyerê pêvajoyek dijwar derbas kir û ji bo dermankirina xwe çû Avusturalyayê û bi lingê xwe yên protez vegeriya. Heta roja îro 8 caran emeliyat bû. Çalan niha li Enqereyê dijî û em li ser jiyana wê ya 3 salan li gel wê axivîn. 
 
‘EZ BÊJIM 3 SAL XELAS NABE’ 
 
Çalan bi ken û gotina “Lîsa dest pê bike qewimandina 3 salan nikare xelas bike” û got ku di 3 salan de gelek tiştî jiyaye û ev 3 sal in di pêvajoya dermankirinê de derbas dibe. Çalan diyar kir ku dike û nake pêfvajoya wê ya dermankirinê xelas nabe û got: “Her tim emeliyat bûm. Ez jiyanek koçberî dijîm. Her tim ji wir bezdidim wir. Piştî teqînê bi 9 mehan ez ji Amedê derketim û bi tu awayî venegeriyam Amedê û neçûm malê.” 
 
‘AMED MALA MIN E’ 
 
Çalan behsa bêrîkirina Amedê kir û wiha domand: “Ez kesek ji dilê Amedê me. Amed nîn be nikarim hilmê bistînim. Li cihek din jiyankirin tu demê nefikirîm û nafikirim jî. Ez her tim li cihê dûr im û pêvajoya dermankirinê ji malbata xwe dûr pêk tînim. Ez durî hevalên xwe yên li Amedê dijîm û dûrketina ji heval û dostan hêsan nîne. Li gel 3 sal derbas bûn hêj derman dibim û xelas nebûye. Ev demek dirêj e ez bêrî dikim. Ji bo pisîka xwe her sibe li Amedê digeriyam, lê pisîka min jî miriye. Min 9 sal pisîka xwe mezin kir. Ez li ser pisîka xwe giriyam. Dema mirov ji her tiştî dûr be jiyan zehmet e.” 
Çalan anî ziman ku her çiqas ji dermankirina Avusturalyayê vegeriyaye jî lê hêj baş nebûye û her çiqas dikaribe li ser piyê xwe bigere jî hemû şertên jiyanê li serê zehmetiyan çêdike. Çalan got ku tiştê vala li ku bin tên serê wê û li gel her tiştî têkoşîna jiyanê dide. 
 
‘JI BER EZ KURD IM JI MIN ACIZ IN’  
 
Çalan behsa nêzîkatiya nexweşxaniyan a li hember xwe kir û got: “Her astengdar tengezariya dikişîne. Ez ne dikarim bi palan ve bikişimi, nedikarim bikevim asansorê û ne jî bi sandalyeyê biçim daşirê. Ez hem bi nexweşîna xwe re têdikoşim û hem jî şerê ez ê çawa wek astengdarek li nav vê civakê bijîm didim. Dema ez bi xwişka xwe re bi kurdî daixivim, mirov diciniqin. Li nexweşxaneyên Enqereyê ev hene. Hema bêje ez her tiştî bi şerkirinê çareser dikim. Ji karê xwîndayînê bigere heta her tiştî zehmet e ji bom in. Ev welat mafê astengdaran nas nake. Dema ez bi kurdî diaxivim heke 10 kes hebin 9 ji wan aciz dibin. Hem ji ber ez astengdar im û hem jî ji ber ku ez bi kurdî daixivim, tengezariyan dikişînim. Dema mirov di nav vê civakê de astengdar be zor e.” 
 
‘EW JÎ DAYIKEK KURD E Û DILÊ WÊ DIÊŞE’ 
 
Çalan destnîşan kir ku divê yên ew qetilkirin bi hovîtiya xwe re hevrû bibin û ew ê pêşiya dozê bernedin. Çalan got ku tişta herî li xîreta wê naçe jî bi zanebûn kurdan bi destê kurdan didin kuştin. Çalan da zanîn ku di danişînekê dozê de bi dayika qatil Orhan Gonder re li Edliyê hevrû maye û ji ber ew jî dayikek kurd bûye û dilê wê dişewitî wê hembêz kiriye. Çalan got ku dewletê ew bi zanebûn bi hev dide kuştin û kurdan tîne hember hev. 
 
‘DIVÊ ŞÎRIKÊ WAN JÎ BÊN DARIZANDIN’ 
 
Çalan destnîşan kir ku baweriya wê bi hiqûqê nayê û wiha got: “Her tiştî di 5’ê hezîranê de dest pê kir û ev komkujî didomin. Heta 5’ê hezîranê neyê çareserkirin û li gorî edaletê tevnegerînin, dê Pirsûs û Enqere qet jî neyê çareserkirin. Heke 5’ê hezîranê çareser bibe, dê Pirsûs û Enqere jî çareser bibe. Girêdana hemûyan bi hev re heye. Orhan Gonder qatil e, lê divê yên pê re ev kar dikin jî bên darizandin.” 
 
Çalan diyar kir ku ew senaryoyan dinivîsinê û projeyên wê yên sînemageriyê hene û piştî pêvajoya dermankirina wê xelas bibe û bizivire Amedê dê karê xwe yê sînamgeriyê yê nîvco dewam bike. 
 
‘EM BIÇIN HESAB BIPIRSIN’ 
 
Çalan peyama xwe ya der barê hilbijartinê de jî wiha vegot: “Me di 3 salan de gelek mirov winda kirin. Sirgûn pêk hatin. Bi hezaran kes ketin girtîgehan. Me bi sloganek xweş dest pê kir. Heke em hebin dê her tişt biguhere û xweş bibe. Li gel hemû lîstokan, komkujiyan, dek û dolaban divê em biçin ser sindoqan. Nexwe wiha dewam bike, dê tiştek neguhere. Ev hilbijartin ji bo her kesî girîng e. Me kuştin, girtin û ji kar girtin lê dîsa me li ber xwe da û em dijîn. Divê em ji yên ku vê anîn serê me hesab bipirsin. Ji bo hesabpirsînê lazim e em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li gel her tiştî ez hêj bi hêvî me. Em hene, li vir in û ne hindik in. Bi rastî jî em ne hindik in. Bi hêvî me.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?