Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin 2018-06-04 13:21:32   ENQERE – Lîsa Çalan a ku 3 sal berê li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê de, birîndar bû û herdu lingên wê jêbûn, rojên xwe yên bi êş, bêrîkirin, têkoşîn û biryardarî anî ziman û got: “Divê em hesap ji yên ku ev anîn serê me bipirsin. Ji bo hesabpirsînê divê em biçin dengê xwe bidin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du roj beriya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di 5’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngek bi heybet li dar xistibû. DAIŞ’ê xwe li mitîngê negirt û êrîşa bombeyî pêk anîbû. Bi ser êrîşa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê re 3 sal derbas bûn. 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û nêzî 400 kesî jî birîndar bûbûn. Yek a ji wê êrîşî bi giranî birîndar bû û jê rizgar bû Lîsa Çalan e. Çalan li Akademiya Sînemeya Rojhilata Navîn derhêneriyê dikir û di teqînê de lingê xwe winda kir.    Piştî bûyerê pêvajoyek dijwar derbas kir û ji bo dermankirina xwe çû Avusturalyayê û bi lingê xwe yên protez vegeriya. Heta roja îro 8 caran emeliyat bû. Çalan niha li Enqereyê dijî û em li ser jiyana wê ya 3 salan li gel wê axivîn.    ‘EZ BÊJIM 3 SAL XELAS NABE’    Çalan bi ken û gotina “Lîsa dest pê bike qewimandina 3 salan nikare xelas bike” û got ku di 3 salan de gelek tiştî jiyaye û ev 3 sal in di pêvajoya dermankirinê de derbas dibe. Çalan diyar kir ku dike û nake pêfvajoya wê ya dermankirinê xelas nabe û got: “Her tim emeliyat bûm. Ez jiyanek koçberî dijîm. Her tim ji wir bezdidim wir. Piştî teqînê bi 9 mehan ez ji Amedê derketim û bi tu awayî venegeriyam Amedê û neçûm malê.”    ‘AMED MALA MIN E’    Çalan behsa bêrîkirina Amedê kir û wiha domand: “Ez kesek ji dilê Amedê me. Amed nîn be nikarim hilmê bistînim. Li cihek din jiyankirin tu demê nefikirîm û nafikirim jî. Ez her tim li cihê dûr im û pêvajoya dermankirinê ji malbata xwe dûr pêk tînim. Ez durî hevalên xwe yên li Amedê dijîm û dûrketina ji heval û dostan hêsan nîne. Li gel 3 sal derbas bûn hêj derman dibim û xelas nebûye. Ev demek dirêj e ez bêrî dikim. Ji bo pisîka xwe her sibe li Amedê digeriyam, lê pisîka min jî miriye. Min 9 sal pisîka xwe mezin kir. Ez li ser pisîka xwe giriyam. Dema mirov ji her tiştî dûr be jiyan zehmet e.”  Çalan anî ziman ku her çiqas ji dermankirina Avusturalyayê vegeriyaye jî lê hêj baş nebûye û her çiqas dikaribe li ser piyê xwe bigere jî hemû şertên jiyanê li serê zehmetiyan çêdike. Çalan got ku tiştê vala li ku bin tên serê wê û li gel her tiştî têkoşîna jiyanê dide.    ‘JI BER EZ KURD IM JI MIN ACIZ IN’     Çalan behsa nêzîkatiya nexweşxaniyan a li hember xwe kir û got: “Her astengdar tengezariya dikişîne. Ez ne dikarim bi palan ve bikişimi, nedikarim bikevim asansorê û ne jî bi sandalyeyê biçim daşirê. Ez hem bi nexweşîna xwe re têdikoşim û hem jî şerê ez ê çawa wek astengdarek li nav vê civakê bijîm didim. Dema ez bi xwişka xwe re bi kurdî daixivim, mirov diciniqin. Li nexweşxaneyên Enqereyê ev hene. Hema bêje ez her tiştî bi şerkirinê çareser dikim. Ji karê xwîndayînê bigere heta her tiştî zehmet e ji bom in. Ev welat mafê astengdaran nas nake. Dema ez bi kurdî diaxivim heke 10 kes hebin 9 ji wan aciz dibin. Hem ji ber ez astengdar im û hem jî ji ber ku ez bi kurdî daixivim, tengezariyan dikişînim. Dema mirov di nav vê civakê de astengdar be zor e.”    ‘EW JÎ DAYIKEK KURD E Û DILÊ WÊ DIÊŞE’    Çalan destnîşan kir ku divê yên ew qetilkirin bi hovîtiya xwe re hevrû bibin û ew ê pêşiya dozê bernedin. Çalan got ku tişta herî li xîreta wê naçe jî bi zanebûn kurdan bi destê kurdan didin kuştin. Çalan da zanîn ku di danişînekê dozê de bi dayika qatil Orhan Gonder re li Edliyê hevrû maye û ji ber ew jî dayikek kurd bûye û dilê wê dişewitî wê hembêz kiriye. Çalan got ku dewletê ew bi zanebûn bi hev dide kuştin û kurdan tîne hember hev.    ‘DIVÊ ŞÎRIKÊ WAN JÎ BÊN DARIZANDIN’    Çalan destnîşan kir ku baweriya wê bi hiqûqê nayê û wiha got: “Her tiştî di 5’ê hezîranê de dest pê kir û ev komkujî didomin. Heta 5’ê hezîranê neyê çareserkirin û li gorî edaletê tevnegerînin, dê Pirsûs û Enqere qet jî neyê çareserkirin. Heke 5’ê hezîranê çareser bibe, dê Pirsûs û Enqere jî çareser bibe. Girêdana hemûyan bi hev re heye. Orhan Gonder qatil e, lê divê yên pê re ev kar dikin jî bên darizandin.”    Çalan diyar kir ku ew senaryoyan dinivîsinê û projeyên wê yên sînemageriyê hene û piştî pêvajoya dermankirina wê xelas bibe û bizivire Amedê dê karê xwe yê sînamgeriyê yê nîvco dewam bike.    ‘EM BIÇIN HESAB BIPIRSIN’    Çalan peyama xwe ya der barê hilbijartinê de jî wiha vegot: “Me di 3 salan de gelek mirov winda kirin. Sirgûn pêk hatin. Bi hezaran kes ketin girtîgehan. Me bi sloganek xweş dest pê kir. Heke em hebin dê her tişt biguhere û xweş bibe. Li gel hemû lîstokan, komkujiyan, dek û dolaban divê em biçin ser sindoqan. Nexwe wiha dewam bike, dê tiştek neguhere. Ev hilbijartin ji bo her kesî girîng e. Me kuştin, girtin û ji kar girtin lê dîsa me li ber xwe da û em dijîn. Divê em ji yên ku vê anîn serê me hesab bipirsin. Ji bo hesabpirsînê lazim e em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Li gel her tiştî ez hêj bi hêvî me. Em hene, li vir in û ne hindik in. Bi rastî jî em ne hindik in. Bi hêvî me.”    MA / Bêrîvan Altan