Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?

  • rojane
  • 13:58 3 Hezîran 2018
  • |
img
AMED –Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan îro piştî esir tê Amedê. Erdogan heta niha gelek caran hat Amedê û her carê ji bo pirsgirêka kurd tiştekî cuda got. Erdogan, di destpêkê de got "Ger hûn nefikirin pirsgirêkek wisa tune ye." Piştre got heye, piştre got tune ye. Herî dawî di danezana hilbijartinê de jî qet qala pirsgirêka kurd nekir. 
 
Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan îro piştî esir tê Amedê. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tev li mîtînga qada îstasyonê dibe. Erdogan her ku tê Amedê ji bo pirsgireka kurd tiştekî cuda dibêje. Bi salan e hin caran dibêje "Pirsgirêka kurd heye" hin caran jî dibêje "Tune ye." Erdogan herî dawî di danezana hilbijartinê de cih neda pirsgirêka kurd. Niha jî niqaşên ku Erdogan dê peyamek çawa bide gelê kurd tê niqaşkirin. 
 
Tayyîp Erdogan bi salan e bi gotina xwe ya “Pirsgirêka kurd yekem car me nas kir” ji kurdan piştgiriyeke mezin girt niha jî qala pirsgirêkê nake. Erdogan berê jî gotinê wekî “çi pirsgirêka kurd birayê min”, “çi yê kêm e”, “li vî welatî kurd ma nabin wezîr, serokomar” bi kar anî herî dawî jî got “gotina pirsgirêka kurd heye cudakarî ye” Di danezana hilbijartinê de jî cih neda pirsgirêkê.  Erdogan bixwe gotina “pirsgirêka kurd heye” ya wekî “cudakarî û parçekirin” bi nav dike di salên 90’an de got. Dema Serokê Partiya Refahê ya Stenbolê bû di rapora xwe ya bi navê “Pirsgirêka kurd û riyên çareseriyê” amadekiribû de Erdogan ev tişt anîbû ziman: “Pirsgirêka ku wekî ya Rojhilat û Rojhilatê Anatolyayê tê binavkirin di bingeh de pirsgirêkeke neteweyî ye ango pirsgirêka kurd e.” Erdogan di rapora xwe ya di 18’ê Kanûna 1991’an de bal kişandibû li ser xalên wisa:
 
“ * Îro pirsgirêka ku wekî ya Rojhilat an jî Başûrêrojhilat tê bi navkirin bi esasê xwe de pirsgirêka kurd e… 
 
* Îro herêmên ku wekî Rohilat û Başûrêrojhilat tên binavkirin ji demên berê yên dîrokê heta niha di nava cografyaya ku wekî Kurdistan tê binavkirin de cih digirin…
 
* Zimanê ku kurd diaxivin kurdî ye û tu eleqeya wî bi tirkî re nîne zimaneke mustaqîl e…
 
* Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê îro hê jî paşve hatiye hiştin. Li herême ji ber pirsgirêka kurd hê jî qanûnên awarte pêk tên û herêm ji aliyê waliyê ku xwedî payetaybet e ve tê rêvebirin.
 
* Îro li Başûrêrojhilat têkoşîna çekdarî ya kurd a ku bi destên PKK’ê ve tê meşandin daketiye bajaran. Dewlet bi kontrgerîlayên xwe, tîmên taybet, bi tirilyonan pereyên tên xerckirin, cerdevanên gundan ve êdî fêm kiriye ku nikare vê pirsgirêkê tune bike.
 
* Ji bo ku parlamentoyên herêmî bên avakirin û dewleta navendî bê biçûkkirin li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna demokrasiyê gaveke herî girîng ê bê avêtin e. 
 
* Li Tirkiyeyê ji bo naskirina nasnameya kurd û çanda kurd divê hemû qanûnên astengiyan çêdikin divê bên rakirin û parastina hemû kes bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibîne.”
 
Di navbera hebûn û nebûnê de…
 
Erdogan di bernameya AKP’ê de jî pirsgirêka kurd wekî “hin ji me Başûrê Rojhilat, hin ji me pirsgirêka kurd, hin ji me dibêjin pirsgirêka terorê” pênase kir. Heman Erdogan ji bo pirsgirêka kurd a ku piştre wekî “cudakarî” pênase kir bi salan çûn û hatinek jiya. Erdogna hin caran “xwedî li pirsgirêka kurd derket” û niyeta çareserkirinê nîşan da hin caran jî wekî îro paşvegav avêt û wekî “pirsgirêka teror û şer” pênase kir. Erdogan piştî naskirina pirsgirêka kurd a 1991’an dema ku di 2002’yan de bû îxtidar riya “înkarê” tercîh kir li Rûsyayê li ser pirsa welatiyekî ya “hûn ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çi bikin” bersiva “heke tu nefikirî pirsgirêk nîne, binêre ez nagikirim” da û nêrîna xwe ya wê demê nîşan da. 
 
Heman Erdogan di 1999-2004’an de ligel bêçalakîtîbûnê bi gotina “heke tu nefikirî tuneye” welat xapand, piştî ku di 2004’an de pevçûnan careke din dest pê kir bi dijwariya pirsgirêka kurd re carake din rû bi rû ma. Erdogan dîsa pirsgirêka kurd bi bîr anî û di 2005’an heyetekî ku di serokatiya Gencay Gursoy de çû serdana wî û piştre jî di 12’ê tebaxa 2005’an de dema ku çû Amedê gotina “Pirsgirêka kurd heye, di serî de jî pirsgirêka min e û dê di nava demokrasiyê de bê çareserkirin” bi kar anî. Erdogan pirggirêka kurd a ku got heye piştî salake dîsa înkar kir. Erdogan di kanûna 2006’an de li New Yorkê dema ku ji bo Tifaqa Şaristaniyan çûbû li ser pirsa rojnamegerekî rûm bersiva li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku tê gotin pirsgirêka kurd nîn e û got “Ez ji Rîzeyê me, hevsera min ji Sêrtê ye. Em tirk im, hevsera min ereb e. Em 29 sal in zewicî ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên bi vî rengî nabe.” 
 
Erdogan di 2009’an de dema serokwezîtiya xwe de ji bo “pirsgirêka kurd a ku tuneye pêvajoya vebûna demokratîk” da destpêkirin. 
 
Ji bilî vê jî peyva “pirsgirêka kurd” a ku Erdogan gelek caran bilev kir wiha ye:
 
2009: “Hûn ji bo vê yekê dixwazin bibêjin pirsgirêka kurd, dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrêrojhilat an jî pirsgirêka Rojhilat, dixwazin wekî ku di demên dawî de em bi nav dikin bibêjin vebûna kurd. Çi dibêjin bila bibêjin me li ser vê xebatek da destpêkirin…”
 
16’ê kanûna 2010 Meclîs: “73 milyon mirovên me di bin nasnameya Komara Tirkiyeyê ya jor de yek in. Nasnameya jor welatîbûna TC. ye. Di bin vê de gelek nijad hene. Ez wekî serokwezîr pirsgirêka kurd diparêzim, em ê bi parêzin jî.”
 
Ji bilî vê li hemberî gotinên Erdogan ên “Bikaranîna pirsgirêka kurd cudakarî ye”, di danezana AKP’ê cihnegirtina vê mijarê û piştî rexneyan bi hinceta “dema dibir matbayê ketiye” nû li danezanê hate zêdikirin de 2 caran pirsgirêka kurd derbas dibe. Di beşa ku Erdogan wekî referans tê nîşandan de nêrînên “Qala herî girîng a pirsgirêka kurd a ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên komarê ye, dema ku Serokê me yê damezirîner Recep Tayyîp Erdogan li Amedê di 2005’an de axaftina ku kiriye ye. Bi vî axaftinê ve tabo hatine xirakirin û hatiye gotin ku dê ji bo pirsgirêkê di nave pêvajoya demokratîk de çaraserî bê dîtin. Yeke car hikûmet bi vî pirsgirêkê ve wêrekiya hevrûbînê nîşan daye” tên îfadekirin. Bi vî rengî beşa ku pirsgirêka kurd a danezana AKP’ê çima “winda” bûye jî derket holê.
 
2009: BILA DAYIK XEMGÎN NEBIN HÊSIRAN NEBARÎNIN
 
Erdogan beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an hat Amedê û got: “Li pişt rûpoşan rûyê xwe veşartin. Dayik guh nadin cudahiya mezhep, ol û nijadan. Bila êdî dayik xemgîn nebin û hêsiran nebarînin. 
 
2011: PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSÊRÊKA BAŞÛRÊ RIJHILAT 
 
Erdogan di dîmenên OHAL'ê de di 1'ê Hezîrana 2011’an de hat Amedê. Erdogan, pirsgirêka kurd wekî “Projeya Yekîtiya Mîllî" pênase kir û bi 60 wekilên AKP'î yên kurd pesnê xwe da. Erdogan li şûna pirsgirêka kurd got "Pirsgirêka Başûrê Rojhilat" 
 
2013: GOT ‘KURDİSTAN’  
 
Erdogan di 16'ê Mijdara 2013’an de tevî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, hunermend Şivan Perwer û Îbrahim Tatlıses hatin Amedê û bi bandora pêvajoya diyalog û çareseriyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  xistibû meriyetê peyva “Kurdistan”  bilêv kir û got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Di dîrokê de bi kurdan re bi hevre têkoşiyan. Kurd û tirk nayên cudakarin. Kurt ji tirkan nayên cudakirin. 
 
2014: ME ZEXTÊN LI SER TIMAN Û NASNAMEYÊ RAKIR
 
Erdogan di 26'ê Tîrmeha 2014’an de hat Amedê û got: "Me zextên li ser nasname û ziman, zextên li ser çand klavye û pirtûkan rakir. Lê dîsa got "Yek ziman, yek milet, yek al û yek netew." 
 
2015: PIRSGIRÊKA KURT TUNE
 
Erdogan piştî pêvajoya çareseriyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 3 sal berê da destpêkirin bi dawi kir. Erdogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê di 2'e Gulana 2015’an de hat Amedê û berê tîrên xwe da HDP’ê û got: “Vana Zerduştî ne. Nankoriyê nekin." Jina ku di mîtînga Erdogan de îşareta serkeftinê bilind kir, ji aliyê parazvanên Erdogan ve rastî lîncê hat. Erdogan di mîtîngê de got: “Pirsgirêka kurd tune ye." 
 
2016: BI XEDEXE Û XERAKIRINAN PESNÊ XWE DA
 
Erdogan piştî di tîrmeha 2015'an de OHAL îlan kir û li herêmê şer ilan kir, di 28'ê Gulana 2016’an de hat Amedê. Erdogan di bin zixên polis, leşker, tîmên taybet û helîkopteran de hat Amedê. Erdogan, di mîtîngê de wekilên HDP'ê bi alîkariya PKK'ê tawanbar kir. Erdogan, bi herêmên qedexe pesnê xweda û diyar kir ku dê xedexe berdewam bikin. Erdogan dîsa ji PKK'ê xwest çekan binax bikin û teslîm bibin. Erdogan, xerakirina Cizîr, Sûr, Nisêbînê jî wekî têkoşîna dîrokî pênase kir. 
 
2017: DER BARÊ PIRSGIRÊAK KURD DE TIŞTEK NEGOT 
 
Erdogan beriya mîtînga Referandumê di 1'ê Nîsana 2017'an de hat Amedê û vê carê qet behsa pirsgirêka kurd nekir. Erdogan PKK wekî kesên li dijî aştiyê û xwe jî wekî fedaiyê aştiyê pênase kir. 
 
2018: OHALAN NEDIN HEMBERÎ HEV
 
Herî dawî Erdogan di 17'ê Adara 2018’an de hat Amedê û tev li kongreya AKP'ê ya Amedê bû. Erdogan, ter barê OHALA ku ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta niha di meriyetê de ye wiha got: OHAL'a me û OHAL'a berê nedin hemberî hev. OHAL'a wê demê û OHAL'a neha habe wek hev. 
 
Gelê Amedê jî her dem got tu hêvî û bendewariyê wan ji hatina Erdogan û sozên Erodgan tune ye. 
 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

06/06/2018
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?