Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot? 2018-06-03 13:58:53   AMED –Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan îro piştî esir tê Amedê. Erdogan heta niha gelek caran hat Amedê û her carê ji bo pirsgirêka kurd tiştekî cuda got. Erdogan, di destpêkê de got "Ger hûn nefikirin pirsgirêkek wisa tune ye." Piştre got heye, piştre got tune ye. Herî dawî di danezana hilbijartinê de jî qet qala pirsgirêka kurd nekir.    Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan îro piştî esir tê Amedê. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tev li mîtînga qada îstasyonê dibe. Erdogan her ku tê Amedê ji bo pirsgireka kurd tiştekî cuda dibêje. Bi salan e hin caran dibêje "Pirsgirêka kurd heye" hin caran jî dibêje "Tune ye." Erdogan herî dawî di danezana hilbijartinê de cih neda pirsgirêka kurd. Niha jî niqaşên ku Erdogan dê peyamek çawa bide gelê kurd tê niqaşkirin.    Tayyîp Erdogan bi salan e bi gotina xwe ya “Pirsgirêka kurd yekem car me nas kir” ji kurdan piştgiriyeke mezin girt niha jî qala pirsgirêkê nake. Erdogan berê jî gotinê wekî “çi pirsgirêka kurd birayê min”, “çi yê kêm e”, “li vî welatî kurd ma nabin wezîr, serokomar” bi kar anî herî dawî jî got “gotina pirsgirêka kurd heye cudakarî ye” Di danezana hilbijartinê de jî cih neda pirsgirêkê.  Erdogan bixwe gotina “pirsgirêka kurd heye” ya wekî “cudakarî û parçekirin” bi nav dike di salên 90’an de got. Dema Serokê Partiya Refahê ya Stenbolê bû di rapora xwe ya bi navê “Pirsgirêka kurd û riyên çareseriyê” amadekiribû de Erdogan ev tişt anîbû ziman: “Pirsgirêka ku wekî ya Rojhilat û Rojhilatê Anatolyayê tê binavkirin di bingeh de pirsgirêkeke neteweyî ye ango pirsgirêka kurd e.” Erdogan di rapora xwe ya di 18’ê Kanûna 1991’an de bal kişandibû li ser xalên wisa:   “ * Îro pirsgirêka ku wekî ya Rojhilat an jî Başûrêrojhilat tê bi navkirin bi esasê xwe de pirsgirêka kurd e…    * Îro herêmên ku wekî Rohilat û Başûrêrojhilat tên binavkirin ji demên berê yên dîrokê heta niha di nava cografyaya ku wekî Kurdistan tê binavkirin de cih digirin…   * Zimanê ku kurd diaxivin kurdî ye û tu eleqeya wî bi tirkî re nîne zimaneke mustaqîl e…   * Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê îro hê jî paşve hatiye hiştin. Li herême ji ber pirsgirêka kurd hê jî qanûnên awarte pêk tên û herêm ji aliyê waliyê ku xwedî payetaybet e ve tê rêvebirin.   * Îro li Başûrêrojhilat têkoşîna çekdarî ya kurd a ku bi destên PKK’ê ve tê meşandin daketiye bajaran. Dewlet bi kontrgerîlayên xwe, tîmên taybet, bi tirilyonan pereyên tên xerckirin, cerdevanên gundan ve êdî fêm kiriye ku nikare vê pirsgirêkê tune bike.   * Ji bo ku parlamentoyên herêmî bên avakirin û dewleta navendî bê biçûkkirin li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna demokrasiyê gaveke herî girîng ê bê avêtin e.    * Li Tirkiyeyê ji bo naskirina nasnameya kurd û çanda kurd divê hemû qanûnên astengiyan çêdikin divê bên rakirin û parastina hemû kes bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibîne.”   Di navbera hebûn û nebûnê de…   Erdogan di bernameya AKP’ê de jî pirsgirêka kurd wekî “hin ji me Başûrê Rojhilat, hin ji me pirsgirêka kurd, hin ji me dibêjin pirsgirêka terorê” pênase kir. Heman Erdogan ji bo pirsgirêka kurd a ku piştre wekî “cudakarî” pênase kir bi salan çûn û hatinek jiya. Erdogna hin caran “xwedî li pirsgirêka kurd derket” û niyeta çareserkirinê nîşan da hin caran jî wekî îro paşvegav avêt û wekî “pirsgirêka teror û şer” pênase kir. Erdogan piştî naskirina pirsgirêka kurd a 1991’an dema ku di 2002’yan de bû îxtidar riya “înkarê” tercîh kir li Rûsyayê li ser pirsa welatiyekî ya “hûn ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çi bikin” bersiva “heke tu nefikirî pirsgirêk nîne, binêre ez nagikirim” da û nêrîna xwe ya wê demê nîşan da.    Heman Erdogan di 1999-2004’an de ligel bêçalakîtîbûnê bi gotina “heke tu nefikirî tuneye” welat xapand, piştî ku di 2004’an de pevçûnan careke din dest pê kir bi dijwariya pirsgirêka kurd re carake din rû bi rû ma. Erdogan dîsa pirsgirêka kurd bi bîr anî û di 2005’an heyetekî ku di serokatiya Gencay Gursoy de çû serdana wî û piştre jî di 12’ê tebaxa 2005’an de dema ku çû Amedê gotina “Pirsgirêka kurd heye, di serî de jî pirsgirêka min e û dê di nava demokrasiyê de bê çareserkirin” bi kar anî. Erdogan pirggirêka kurd a ku got heye piştî salake dîsa înkar kir. Erdogan di kanûna 2006’an de li New Yorkê dema ku ji bo Tifaqa Şaristaniyan çûbû li ser pirsa rojnamegerekî rûm bersiva li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ku tê gotin pirsgirêka kurd nîn e û got “Ez ji Rîzeyê me, hevsera min ji Sêrtê ye. Em tirk im, hevsera min ereb e. Em 29 sal in zewicî ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên bi vî rengî nabe.”    Erdogan di 2009’an de dema serokwezîtiya xwe de ji bo “pirsgirêka kurd a ku tuneye pêvajoya vebûna demokratîk” da destpêkirin.    Ji bilî vê jî peyva “pirsgirêka kurd” a ku Erdogan gelek caran bilev kir wiha ye:   2009: “Hûn ji bo vê yekê dixwazin bibêjin pirsgirêka kurd, dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrêrojhilat an jî pirsgirêka Rojhilat, dixwazin wekî ku di demên dawî de em bi nav dikin bibêjin vebûna kurd. Çi dibêjin bila bibêjin me li ser vê xebatek da destpêkirin…”   16’ê kanûna 2010 Meclîs: “73 milyon mirovên me di bin nasnameya Komara Tirkiyeyê ya jor de yek in. Nasnameya jor welatîbûna TC. ye. Di bin vê de gelek nijad hene. Ez wekî serokwezîr pirsgirêka kurd diparêzim, em ê bi parêzin jî.”   Ji bilî vê li hemberî gotinên Erdogan ên “Bikaranîna pirsgirêka kurd cudakarî ye”, di danezana AKP’ê cihnegirtina vê mijarê û piştî rexneyan bi hinceta “dema dibir matbayê ketiye” nû li danezanê hate zêdikirin de 2 caran pirsgirêka kurd derbas dibe. Di beşa ku Erdogan wekî referans tê nîşandan de nêrînên “Qala herî girîng a pirsgirêka kurd a ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên komarê ye, dema ku Serokê me yê damezirîner Recep Tayyîp Erdogan li Amedê di 2005’an de axaftina ku kiriye ye. Bi vî axaftinê ve tabo hatine xirakirin û hatiye gotin ku dê ji bo pirsgirêkê di nave pêvajoya demokratîk de çaraserî bê dîtin. Yeke car hikûmet bi vî pirsgirêkê ve wêrekiya hevrûbînê nîşan daye” tên îfadekirin. Bi vî rengî beşa ku pirsgirêka kurd a danezana AKP’ê çima “winda” bûye jî derket holê.   2009: BILA DAYIK XEMGÎN NEBIN HÊSIRAN NEBARÎNIN   Erdogan beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an hat Amedê û got: “Li pişt rûpoşan rûyê xwe veşartin. Dayik guh nadin cudahiya mezhep, ol û nijadan. Bila êdî dayik xemgîn nebin û hêsiran nebarînin.    2011: PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSÊRÊKA BAŞÛRÊ RIJHILAT    Erdogan di dîmenên OHAL'ê de di 1'ê Hezîrana 2011’an de hat Amedê. Erdogan, pirsgirêka kurd wekî “Projeya Yekîtiya Mîllî" pênase kir û bi 60 wekilên AKP'î yên kurd pesnê xwe da. Erdogan li şûna pirsgirêka kurd got "Pirsgirêka Başûrê Rojhilat"    2013: GOT ‘KURDİSTAN’     Erdogan di 16'ê Mijdara 2013’an de tevî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî, hunermend Şivan Perwer û Îbrahim Tatlıses hatin Amedê û bi bandora pêvajoya diyalog û çareseriyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  xistibû meriyetê peyva “Kurdistan”  bilêv kir û got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Di dîrokê de bi kurdan re bi hevre têkoşiyan. Kurd û tirk nayên cudakarin. Kurt ji tirkan nayên cudakirin.    2014: ME ZEXTÊN LI SER TIMAN Û NASNAMEYÊ RAKIR   Erdogan di 26'ê Tîrmeha 2014’an de hat Amedê û got: "Me zextên li ser nasname û ziman, zextên li ser çand klavye û pirtûkan rakir. Lê dîsa got "Yek ziman, yek milet, yek al û yek netew."    2015: PIRSGIRÊKA KURT TUNE   Erdogan piştî pêvajoya çareseriyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 3 sal berê da destpêkirin bi dawi kir. Erdogan beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê di 2'e Gulana 2015’an de hat Amedê û berê tîrên xwe da HDP’ê û got: “Vana Zerduştî ne. Nankoriyê nekin." Jina ku di mîtînga Erdogan de îşareta serkeftinê bilind kir, ji aliyê parazvanên Erdogan ve rastî lîncê hat. Erdogan di mîtîngê de got: “Pirsgirêka kurd tune ye."    2016: BI XEDEXE Û XERAKIRINAN PESNÊ XWE DA   Erdogan piştî di tîrmeha 2015'an de OHAL îlan kir û li herêmê şer ilan kir, di 28'ê Gulana 2016’an de hat Amedê. Erdogan di bin zixên polis, leşker, tîmên taybet û helîkopteran de hat Amedê. Erdogan, di mîtîngê de wekilên HDP'ê bi alîkariya PKK'ê tawanbar kir. Erdogan, bi herêmên qedexe pesnê xweda û diyar kir ku dê xedexe berdewam bikin. Erdogan dîsa ji PKK'ê xwest çekan binax bikin û teslîm bibin. Erdogan, xerakirina Cizîr, Sûr, Nisêbînê jî wekî têkoşîna dîrokî pênase kir.    2017: DER BARÊ PIRSGIRÊAK KURD DE TIŞTEK NEGOT    Erdogan beriya mîtînga Referandumê di 1'ê Nîsana 2017'an de hat Amedê û vê carê qet behsa pirsgirêka kurd nekir. Erdogan PKK wekî kesên li dijî aştiyê û xwe jî wekî fedaiyê aştiyê pênase kir.    2018: OHALAN NEDIN HEMBERÎ HEV   Herî dawî Erdogan di 17'ê Adara 2018’an de hat Amedê û tev li kongreya AKP'ê ya Amedê bû. Erdogan, ter barê OHALA ku ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta niha di meriyetê de ye wiha got: OHAL'a me û OHAL'a berê nedin hemberî hev. OHAL'a wê demê û OHAL'a neha habe wek hev.    Gelê Amedê jî her dem got tu hêvî û bendewariyê wan ji hatina Erdogan û sozên Erodgan tune ye.      MA / Ozgur Paksoy