Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin

  • rojane
  • 09:16 3 Hezîran 2018
  • |
img

ERDEXAN – Li Erdexana yek ji wan herêmên ku HDP'ê di ser ji sedî 90'î re dengan digire jî Herêma Hoçvanê ye. Lê belê di sê salên dawî de ev herêm bi gelek zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Di sala dawî de li herêmê 200 kes hatin binçavkirin û her wiha ji bo gundên herêmê tu xizmet jî nayê kirin. Hat derpêşkirin ku walî ji gundiyan re gotiye: "Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet neyê kirin." 

 
Li 21 gundên herêma Hoçvanê ya Erdexanê, ji ber ku HDP partiya yekemîn e, ev sê sal in bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî ji hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ve li van gundan bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek kes jî hatin girtin. Her wiha ji ber ku li van gundan HDP di ser 90'î re dengan distîne, herêm ji xizmetên cemaweriyê bêpar dimîne. 
 
Demek berê leşkeran avêt ser gund û keyayê gund Tûncer Yilmaz bi hinceta "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê kiriye" hat binçavkirin. Piştî 3 rojan Yilmaz hat berdan. Birayê keya Yener Yilmaz behsa tiştên ku di sê salên dawî de bi wan re rû bi rû mane kir. 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku pereyê ku ji bo mala şînê ya gund hatiye berhevkirin sûc hatiye ehsibandin û got: "Di 27'ê Gulanê de bi îdiaya 'îxbar heye', leşkeran avêt ser mala birayê min Tûncer Yilmaz a li gundê Beşîktaşê. Birayê min bi 'propagandaya rêxistinê' û 'alîkariya rêxistinê' hat tawanbarkirin. Tişta ku îdia dikin ew e ku; du sal berê me bi hêza xwe mala şînê çêkir û ew pere jî ji bo vê hatibû berhevkirin. Hayê walî jî ji vê xebatê heye. Gundî di navbera xwe de vî pereyî kom dikin û ev pere emnetî komîsyona ku hatiye avakirin tê kirin. Li gund di hilbijartina dawî de HDP ji sedî 98 deng girtin. Ji bo girseya HDP'ê ya li gund bê çewisandin birayê min binçav kirin." 
 
'DI QELEQELA HAVÎNÊ DE KOMIR BELAV KIRIN' 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku keyayên herêma Hoçvanê zêde bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: "Ji bo li gundan deng ji bo HDP'ê dernekevin, tim gef li keyayan tê xwarin. AKP tim dibêje 'em ehlê demokrasiyê ne.' Ka demokrasî? A rast dema behsa demokrasiyê dikin, ji bo xwe qala demokrasiyê dikin. Halbûkî li herêma Hoçvanê (21 gund) di her hilbijartinê de ji sedî 95 deng ê HDP'ê be û ji ber vê keya tên çewisandin. Bi komirê gefan li keyayan dixwin. Bi baca ku em didin komirê belav dike. Lê belê vê yekê wekî amûreke çewisandinê li hemberî me bi kar tîne. 10 roj berê li Hoçvanê komir hat belavkirin. Komira ku zivistanê nehat belavkirin, li ber deriyê hilbijartinê hat belavkirin. Tenê sedemeke vê heye, ew jî ji bo hilbijartinê ye. Lê belê dê gelê herêmê li ber tu bertîl û çewisandinan serî netewîne û dê xwedî li vîna xwe derkeve û dê deng bide partiya xwe. Dê gel bi dilê xwe dengê xwe bide partiya xwe. Ev çewisandin hemû bêwate ne. Çimkî êdî gelê me hay ji her tiştî heye." 
 
'JI BER EM DENG DIDIN HDP'Ê EM BI ZEXTAN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN' 
 
Yilmaz, bal kişand ser çewisandinên ku bi awayekî sîstematîk tên kirin û zêde dibin. Yilmaz, bilêv kir ku di saleke dawî de ji 200 zêdetir eks hatine binçavkirin û got: "Ez dengê xwe didim partiyeke ku li gorî qanûnên dewletê hatiye avakirin. Ji bo çi tehemulî vê nakin? Nemaze jî li herêmên ku hilbijêrên HDP'ê lê zêde ne, zext û zorî rû didin. Ji gel re dibêjin 'ji bo çi hûn deng didin HDP'ê.'" 
 
‘WALÎ DIBÊJE XIZMET TUNE YE' 
 
Yilmaz, da zanîn ku di pêvajoya referandûmê de Waliyê Erdexanê hatiye gundaê wan û gotiye 'Li gund dengek jî ji bo AKP'ê derneketiye, ew çax ji bo xizmet jî tune ye." Yilmaz got: "Bi taybetî jî em wisa difikirin ku di binçavkirina keyayê gundê me de tiliya walî heye. Ji bo xizmeta gund bê kirin, walî tim keyayê me ber bi serokê AKP'a bajêr ve hêl dike. Ji me re digotin 'Bila serokê AKP'a bajêr fermanê bide me.' Ma feraseteke wisa heye? Keyayek ji bo gundê xwe doza xizmetê dike, lê tu wî berhêlî serokê AKP'a bajêr dikî. Ma li cîhanê mînakeke wisa heye? Tevî hemû tiştan jî, dê Hoçvan xwedî li partiya xwe derkeve." 
 
MA / Mahmut Ruvanas 
 

Sernavên din

03/06/2018
13:45 Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
12:46 Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê
12:45 Kurdiya ‘Seher’ a Demirtaş derket
12:05 Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin
11:24 Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin
11:10 Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir
10:59 Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be
10:25 Dr. Derya Bayir: Li Tirkiye laîktî ji bo terbiyekirina civakê ye
10:09 'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’
09:23 ‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’
09:22 DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin
09:21 Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin
09:20 Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e
09:18 'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye'
09:18 Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP
09:17 5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin!
09:16 'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'
09:16 Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin
09:15 Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne
09:15 ‘Li Antalyayê bi projeyên dijminê xwezayê Tirkiye tê qetilkirin'
09:14 Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2018'ANû
08:24 Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin
02/06/2018
20:12 Derket holê ku li Şemzînanê 4 şivan rastî îşkenceyê hatine
19:44 2 leşkerên derketin operasyonê jiyana xwe ji dest dan
17:56 Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin
15:47 10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin
15:46 Hevrê û malbata Mûhsîn Melîk ew bi bîr anîn
15:33 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Celalettîn Can bê berdan
15:32 Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn
15:31 Jinan li Dîlokê gotin ‘Jin jiyan azadî’
15:01 ÎHD’ê bang li partiyên siyasî kirin: Gelo ji bo windayan çi sozên we hene?
14:54 Li Êlih û Amedê xebatên hilbijartinê didomin
14:53 Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
14:23 Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te
14:11 Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
14:09 Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî
13:52 Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
13:36 ‘Êdî tiştek nema Îstîsmar bikin, vê carê Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin’
13:32 Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê
12:13 Temellî: AKP'ê lêkolîna rastiya bûyerên 6-8'ê Cotmehê asteng kir
12:07 Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye
11:07 Heyeta HDP'ê şivanên rastî îşkenceyê hat ziyaret kirin
10:45 Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e
10:40 Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin
10:18 Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in
09:59 Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin
09:57 Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin
09:06 Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne
09:06 'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'
09:05 Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin
09:05 Namzetê HDP'ê Bulbul: Dê HDP pirsgirêka civaka Elewî çareser bike
09:02 Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire
09:01 Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite
09:01 Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne
09:01 Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe
09:00 Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
01/06/2018
21:19 Li Colemêrgê heta 30 rojî çalakî hatin qedexekirin
17:16 Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da
16:41 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin
16:27 Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
15:22 Binçavkirinên li Mêrdîn û Şirnexê derketin 15’an
15:14 Komeleya 78’an: Em HDP’ê û Demîrtaş destek dikin
14:54 Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
14:23 Bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestina sindoqan
14:20 Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
13:48 SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye
12:53 Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin
12:30 3 karkerên din mirin
12:11 Serokê Baroya Wanê dê şivanên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
11:55 Rojnameger Îbrahim Coşkun beraet kirin
11:54 Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin
11:31 HDP’î bi roj li gundan, bi şev jî li taxan bê navber dixebitin
10:53 Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin
10:33 Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e
10:10 Di nava 16 salan de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn
09:58 Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne
09:25 Bi gotinan xerab tacîzî jinên HDP’î kirin û gef li wan xwarin
09:25 ‘Em ê li Meclîsê li dijî tecrîdê siyaseteke çalak bikin'
09:24 Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe
09:23 Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:23 ‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'
09:22 'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin'
09:22 Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin
09:21 Piştî hatin girtina niha dê û bav xebatên hilbijartinê dimeşînin
09:20 Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
31/05/2018
20:04 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
18:41 Leşkeran bi awayekî dijwar du şivan îşkence kirin
17:18 Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike
16:18 Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin
16:00 AYM'ê biryar da ku Hilbijartin di 24'ê Hezîranê de pêk bê.
15:22 17 partî û saziyan ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil’ ava kir
15:03 HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
14:58 Buldan: Wê jin mohra xwe li hilbijartinê bidin
14:22 Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan
13:47 Sezaî Temellî dê sibê li Amedê serdana sazî û gel bike
12:48 Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin
12:36 Namzet bi şev û roj di nav gel de ne