Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin 2018-06-03 09:16:12 ERDEXAN – Li Erdexana yek ji wan herêmên ku HDP'ê di ser ji sedî 90'î re dengan digire jî Herêma Hoçvanê ye. Lê belê di sê salên dawî de ev herêm bi gelek zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Di sala dawî de li herêmê 200 kes hatin binçavkirin û her wiha ji bo gundên herêmê tu xizmet jî nayê kirin. Hat derpêşkirin ku walî ji gundiyan re gotiye: "Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet neyê kirin."    Li 21 gundên herêma Hoçvanê ya Erdexanê, ji ber ku HDP partiya yekemîn e, ev sê sal in bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû dimînin. Bi taybetî jî ji hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ve li van gundan bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek kes jî hatin girtin. Her wiha ji ber ku li van gundan HDP di ser 90'î re dengan distîne, herêm ji xizmetên cemaweriyê bêpar dimîne.    Demek berê leşkeran avêt ser gund û keyayê gund Tûncer Yilmaz bi hinceta "propagandaya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê kiriye" hat binçavkirin. Piştî 3 rojan Yilmaz hat berdan. Birayê keya Yener Yilmaz behsa tiştên ku di sê salên dawî de bi wan re rû bi rû mane kir.    Yilmaz, destnîşan kir ku pereyê ku ji bo mala şînê ya gund hatiye berhevkirin sûc hatiye ehsibandin û got: "Di 27'ê Gulanê de bi îdiaya 'îxbar heye', leşkeran avêt ser mala birayê min Tûncer Yilmaz a li gundê Beşîktaşê. Birayê min bi 'propagandaya rêxistinê' û 'alîkariya rêxistinê' hat tawanbarkirin. Tişta ku îdia dikin ew e ku; du sal berê me bi hêza xwe mala şînê çêkir û ew pere jî ji bo vê hatibû berhevkirin. Hayê walî jî ji vê xebatê heye. Gundî di navbera xwe de vî pereyî kom dikin û ev pere emnetî komîsyona ku hatiye avakirin tê kirin. Li gund di hilbijartina dawî de HDP ji sedî 98 deng girtin. Ji bo girseya HDP'ê ya li gund bê çewisandin birayê min binçav kirin."    'DI QELEQELA HAVÎNÊ DE KOMIR BELAV KIRIN'    Yilmaz, destnîşan kir ku keyayên herêma Hoçvanê zêde bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: "Ji bo li gundan deng ji bo HDP'ê dernekevin, tim gef li keyayan tê xwarin. AKP tim dibêje 'em ehlê demokrasiyê ne.' Ka demokrasî? A rast dema behsa demokrasiyê dikin, ji bo xwe qala demokrasiyê dikin. Halbûkî li herêma Hoçvanê (21 gund) di her hilbijartinê de ji sedî 95 deng ê HDP'ê be û ji ber vê keya tên çewisandin. Bi komirê gefan li keyayan dixwin. Bi baca ku em didin komirê belav dike. Lê belê vê yekê wekî amûreke çewisandinê li hemberî me bi kar tîne. 10 roj berê li Hoçvanê komir hat belavkirin. Komira ku zivistanê nehat belavkirin, li ber deriyê hilbijartinê hat belavkirin. Tenê sedemeke vê heye, ew jî ji bo hilbijartinê ye. Lê belê dê gelê herêmê li ber tu bertîl û çewisandinan serî netewîne û dê xwedî li vîna xwe derkeve û dê deng bide partiya xwe. Dê gel bi dilê xwe dengê xwe bide partiya xwe. Ev çewisandin hemû bêwate ne. Çimkî êdî gelê me hay ji her tiştî heye."    'JI BER EM DENG DIDIN HDP'Ê EM BI ZEXTAN RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN'    Yilmaz, bal kişand ser çewisandinên ku bi awayekî sîstematîk tên kirin û zêde dibin. Yilmaz, bilêv kir ku di saleke dawî de ji 200 zêdetir eks hatine binçavkirin û got: "Ez dengê xwe didim partiyeke ku li gorî qanûnên dewletê hatiye avakirin. Ji bo çi tehemulî vê nakin? Nemaze jî li herêmên ku hilbijêrên HDP'ê lê zêde ne, zext û zorî rû didin. Ji gel re dibêjin 'ji bo çi hûn deng didin HDP'ê.'"    ‘WALÎ DIBÊJE XIZMET TUNE YE'    Yilmaz, da zanîn ku di pêvajoya referandûmê de Waliyê Erdexanê hatiye gundaê wan û gotiye 'Li gund dengek jî ji bo AKP'ê derneketiye, ew çax ji bo xizmet jî tune ye." Yilmaz got: "Bi taybetî jî em wisa difikirin ku di binçavkirina keyayê gundê me de tiliya walî heye. Ji bo xizmeta gund bê kirin, walî tim keyayê me ber bi serokê AKP'a bajêr ve hêl dike. Ji me re digotin 'Bila serokê AKP'a bajêr fermanê bide me.' Ma feraseteke wisa heye? Keyayek ji bo gundê xwe doza xizmetê dike, lê tu wî berhêlî serokê AKP'a bajêr dikî. Ma li cîhanê mînakeke wisa heye? Tevî hemû tiştan jî, dê Hoçvan xwedî li partiya xwe derkeve."    MA / Mahmut Ruvanas