COLEMÊRG – Baroya Colemêrgê ragihand ku ew ê bûyera îşkenceya li Şemzînanê li du şivanan hat kirin bişopînin.
Baroya Colemêrgê jî bêdengiya xwe li dijî îşkencaya li Nasir Taş û Ramazan Aktaş ên şivan ku li mezraya Nêrduşê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê îşkence li wan hat kirin xera kir û nerazîbûn nîşanî îşkenceyê da. Baroyê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da û ragihand ku ew ê bûyera îşkenceya li Şemzînanê bişopînin.