Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin 2018-06-01 16:41:54   COLEMÊRG – Baroya Colemêrgê ragihand ku ew ê bûyera îşkenceya li Şemzînanê li du şivanan hat kirin bişopînin.    Baroya Colemêrgê jî bêdengiya xwe li dijî îşkencaya li Nasir Taş û Ramazan Aktaş ên şivan ku li mezraya Nêrduşê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê îşkence li wan hat kirin xera kir û nerazîbûn nîşanî îşkenceyê da. Baroyê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da û ragihand ku ew ê bûyera îşkenceya li Şemzînanê bişopînin.