Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin: Li gelek deveran buro hatin vekirin, serdana gel hat kirin

  • rojane
  • 20:40 28 Gulan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê îro jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li gel navendan çalakiyên bi girseyî li dar xistin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro jî li gelek navendan çalakiyên bi girseyî li dar xistin. 
 
QERS
 
Rêxistina HDP’ê ya Qersê namzetên parlemeteriyê Arzû Maco, Bariş Abdî Alinak û rêveberên bajêr li gundên Çerme, Ardos, Verîmlî, Klocabahçe, Esenyazi, Aslaniz û Kuçukyûsûf ên girêdayî taxa Kurudere ya Qersê bi gel re civiyan. Gundiyan got: “Dengê me ji bo kesên ku li dijî zilmê têdikoşin. Dengê me ji bo HDP’ê ye.”
 
ERZIROM
 
Li Erziromê jî namzetên HDP’ê xebatên xwe bênavber didomîni. Namzetê parlemeteriyê yên bajêr Mehmet Kasim Firat, Zelîha Dundar, Cemal Kara, Cuneyt Laleoglû tevî heyata li gel wan çûn serdana Qereyaziyê. Piştî ku esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yîyan kir û şûnde buroya hilbijartinê ya navçeya Qereyazî ya ku ji sedî 95 dengê wê yê HDP’ê bû hate vekirin. Piştî vekirina buroyê HDP’yî serdana esnafan kir. 
 
BEDLÎS
 
Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê yên Bedlîsê Mamût Celadet Gaydali, Zahît Mûtlû tevî HDP’yiyên li gel wan destpêkê bi gelê navçeya Elcewaz re civiyan. Namzet bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî serdana esnafan û şûnde li Xelat û Şaredariya Ovakişlayê xebatên vekirina buroyê hatin kirin.
 
AMED
 
Namzeta HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de heyeta HDP’ê ya ji gelek kesan pêk hat, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser rêya Ekîncîlerê ya girêdayî Yenîşehîrê serdana esnafan kir. HDP’iyan belavokên hilbijartinê û wêneyên namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li esnafan belav kirin. Di serdanê de esnafana peyamên piştgiriyê dan.
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina HDP’ê ya bajar bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê Nûran Îmîr, Serdar Kunî, Huseyîn Koçmaz û Hasan Ozguneş li navçeyên Silopî, Cîzre û Hezexê bi karwaneke wesayîtan tûra bajar pêk anîn û namzetên parlamenteriyê dan nasîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî beşdar bû û namzet li bajarokê Araban yê Hezexê li hev civiyan û piştre bi sedan wesayîtî li nava bajar tûr avêtin.
 
Tûra bajar a ku li navenda Hezexê destpêkirî li navçeyên Cizîr û Silopiyayê dewam kir. Gel bi dirûşmeya ‘HDP gel e gel li vir e’ namzet pêşwazî kirin û namzetan jî gel silav kir. Karwana wesayîtan ji aliyê dikandar û gelan ve bi nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazî kirin û li gelek cihan govend hate gerandin.
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Midyad a Mêrdinê jî buroya hilbijartinê hate vekirin û namzetên parlamenteriyê yên Mêrdinê yên HDP’ê Pero Dundar, Tûma Çelîk, Gulbîn Şahîn Daghan û Dilaver Înan jî di nav de hevserokên HDP û DBP’ê yên Mêrdinê beşdarî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroya hilbijartinê heyeta HDP’ê li Bazara Midyadê geriya û belavok belavkirin. Gel bi coşeke mezin namzetên parlamenteriyê pêşwazî kirin. Heyet ji bo vekirina buroya hilbijartinê piştre derbasî Qada Komarê bû.
 
Hevserokê HDP’ê yê Mêrdinê Alî Sîncar axivî û wiha got; “Mîdyat navçeyeke ji hemû bawerî, çandan û gelan pêk tê. Tu caran nebûye bingeheke takekesî. Gelê Mîdyadê wê roja 24’ê Hezîranê ji têgiha takekesî re bibêje êdî bes e.”
 
Pero Dundar jî wiha got; “HDP Midyad e. Divê ev desthilatdarî ji HDP’ê û vê bingehê bitirse. Ev îktidar li ser mirinê hebûna xwe didomîne. Ev îktidar ji ber vê çendê mehkumî hilweşandinê ye. Erdogan ji bo vî gelî tu caran tiştkekî baş nekiriye.”
 
Tûma Çelîk bi Suryanî axivî û wiha got; “Cara destpêkê ye li vî welatî bi zimanê Suryanî propagandaya hilbijartinê tê kirin. Vê îmkanê jî em dibin banê HDP’ê de dikin. Midyad navçeyeke ku Êzidî, Suryanî, Ereb û gelê Kurd bi sed salan e lê dijî û kevnar e.”
 
Piştî axaftina Çelîk Dayikên Aşitiyê bi çepîk û tilîliyan buroya hilbijartinê vekir.
 

Sernavên din

31/05/2018
12:31 Li Mêrdînê 4 HDP’î binçav kirin
12:25 Li Amedê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
11:14 Gotinên Ensarîoglu li hev nayên
10:40 Derwîş AA’yê derewand: Minbic di kontrola me de ye
09:42 Namzetê HDP’ê Katircioglu: Em dê aboriyek alternatif pêş bixin
09:41 Li Dersimê ji bo parastina sindoqan liv û tevegra ji bo muşahidan
09:40 Endamên YSK'ê yên ji bo veguhastina sindoqan şerh danîn: Sedemeke şênber tune ye
09:40 Vê carê jî cezayê qedexekirina hevdîtin bi telefonê li hunermend Dûrak birîn
09:39 Bêqîmetbûna TL welatî perîşan kir
09:38 Sekretara KESK'ê Atasoy: Jin polîtîkayên ku ew kirdeya wê ne dixwazin
09:38 Şiyarê 10 salî piştgirî da kampanyaya ji bo Demirtaş
09:37 Ozsoy: AKP li Îngîltereyê parsê dike û dixwaze hilbijartinê bi pişt bixe
09:36 Karkerên ku heqê wan tê xwarin û dev ji kar berdan: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:35 ‘Tenê HDP dikare Midyadê temsîl dike'
09:29 Piştî futbolê niha berê xwe da siyasetê
09:29 Mexdûrê KHK'ê: Ez dê hesab bipirsim
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN
30/05/2018
18:19 YSK'ê daxwaza Demîrtaş a Fox Tv red kir
18:09 Komekê êrîşî standa HDP’ê kir
17:44 Serokê Federasyona Astengdaran Îçli: Dengê me ji HDP’ê re ye
17:16 Qeyda deng derewa qeyûm Atîlla derxist holê
17:08 Moody’s: Tirkiye her ku diçe xizan dibe
15:55 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 13’an
15:41 Malpera Ajansa Rojnewsê şevê din hat astengkirin
15:29 Ayla Akat û namzetê HDP'ê ya Erdexanê Aktaş hatin berdan
14:10 Danişina doza Yuksekdag taloq kirin
13:45 DAD: Biryara YSK’ê ya veto li dijî civaka elewî ye
13:09 Piştî hat binçavkirin rastî lêdanê hat
12:59 Qada jin lê karibin bibin xwedî gotin: Platroma Jinan a Edalet û Wekheviyê
12:31 Alên HDP'ê qedexe kirin, bi alên AKP'ê xemilandin
12:13 Zarokê ku 'kevir avêt polîs' amadekariya çûna meclîsê dike
11:26 Alk Doç. Gunok: Divê nerîna li hemberî kurdan biguherînin
10:57 Li Amedê 6 xebatkarên HDP'ê hatin binçavkirin
10:50 Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin
09:31 Neqiliyatvan: Êdî ji AKP'ê re deng tune
09:29 Piştî vî wêneyî, qeyûm dev ji belavkirina xwarina ji bo fitariyê berda
09:28 'Bi salan e hûn ewlehiyê pêk tînin, îjar hûn nikarin roja hilbijartinê pêk bînin?'
09:28 Li Edîrneyê dê CHP'î dengê xwe bidin HDP'ê
09:27 'Sindoqan bibin navenda bajêr jî em ê biçin dengê xwe bidin'
09:27 Mûş dibêje 4-0: Em ê enqaza 16 salan biqedînin
09:26 Mexdûrê 12'ê Îlonê ji bo hilbijartinê bênavber dixebite
09:25 Namzetê HDP'ê îlahiyatnas Prof. Tûrgay: Ji bo şikandina xelekê min got HDP
09:24 ‘Em dengê xwe nadin AKP'ya dijminatiya jinan dike'
09:23 Hedefa Aydinê herî kêm parlementerek e
09:00 ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN
29/05/2018
19:42 Salon nedan şahiya ku Pervin Buldan beşdar bibe
18:49 6 kes li Dîlokê hatin girtin
18:12 Temellî: Ji bo muşahîdan 2 roj man em sindoqan biparêzin
17:55 Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
17:33 Esnafan gilî û gazinên qirîza aborî ji namzetên HDP’ê re kirin
17:08 Buldan ji Erdogan pirsî: 16 salin hûn li ku bûn?
17:07 18 meh û 22 roj ceza li rojnamger Demîr birîn
17:07 Baro ji bo ewlehiya hilbijartinê kom bûn: Veguhestina sindoqan antî demokratîk e
16:11 Şahidên bûyerê axivîn: Ne qeza bû cînayet e
15:48 Hêzên Çevîk cihê stanta HDP'ê dagir kir
15:33 Ciwanên HDP’ê danezana xwe eşkere kirin: Em ji bo guhertinê tên
15:32 Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn
15:15 Birîndarê Pirsûsê Dorudemir: Ez li edaletê geriyan hatim girtin
14:40 Temellî: Gelê kurd bû xwelî, aj da û dar çandin
13:43 Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir
13:28 Dermankirina Çîmen ê maşîneya zirxî lê qelibandin didome
13:03 Derhênerên belgefîlma Bakur: Em ê parastina sînemagerî û aştiyê bidomînin
12:37 Polîsan şert danî ber HDP: Li çep û rastê negere û mîkrofonê bikar neyne
12:20 Li Wanê nerazîbûna veguhestina sindoqan: Biryarê paş de vegerînin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan
11:25 Ji bo berdana Demîrtaş serî li AYM’ê dan
11:21 Li Erdîşê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
11:12 Ji berbanga sibê heta paşîvê xebata hilbijartinê birêve birin
10:36 Efrînî ji bo vegerin ser axa xwe têdikoşin
09:52 Manîsa bû lehî û tev li bernameyên HDP’ê bû
09:48 Li Dersimê HDP li hemberî lîstika veguhastina sindoqan hişyar e
09:47 ‘Ji bo zarok bi vî awayî nemirin bûm namzet'
09:46 Dimenê kuştina Pakîze Hazar hemû rastiyê aşkere dike
09:45 'Ji bo dawî li qîrîniya ji girtîgehan bilind dibe bê: HDP
09:29 Çarşiya Pirsûsê bêdeng e
09:29 AKP'ê Soylûyê ku qarneyawî reş e kir namzet
09:28 Ji bo aştiya civakiyî di seansa yogayê de hatin gel hev
09:27 Jinên hatin îxrackirin: Ji bo AKP nebe îktîdar em ê biçin ser sindoqan
09:26 Hilbijêrên azerî: Em ê bersiva hilweşandina peyker di sindoqê de bidin
09:25 Namzeta ciwan a HDP'ê Dersim Dag: Em bi hevre civakê azad bikin
09:24 Namzetê Suryanî: An hûn dê dengê xwe bidin nûnertiyê an jî bidin înkarê
09:23 Namzetên Erziromê: Li dijî nemrûd û îletan werin HDP'ê
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2018'AN
28/05/2018
20:40 Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin: Li gelek deveran buro hatin vekirin, serdana gel hat kirin
19:36 Li Hatayê êrîşî namzeta HDP'ê kirin
17:21 Edîtorê Sendîka.Org’ê Demîrhan hat berdan
17:20 Meclîsa Jinan a Stenbolê çû serdana karkerên Flormar
17:13 Ji bo Demîrtaş dikaribe beşdarî televîzyonê bibe serî li Wezaretê dan
17:13 'Vîna ku me di 7’ê Hezîranê de nîşan da, em ê dîsa nîşan bidin'
16:10 Ji doza qeymeqam Safiturk 2 kesên din jî hatin berdan
16:07 Walîtiya Wanê qedexeya îlan kiribû dîsa dirêj kir
15:48 Bîlgen: Em bibin parêzvan û nobedarê sindoq û dengên xwe
15:35 Li Dîlok û Şirnexê 7 kes binçav kirin
15:26 HDP li Manîsayê bi germahiyek mezin hat pêşwazîkirin
15:25 Edîtorê Sendîka.org’ê Demîrhan hat binçavkirin
14:53 Temellî: Her ku em bimeşin dê aştî were Sûr, Cizîr û Efrînê
14:36 Onder: Serdema şoreşê hatiye
14:32 Dê sindoqên ku 144 hezar hilbijêrên kurd dengê xwe lê bidin, veguhezînin
14:16 Zarokan di festîvala xwe de pêlîstokan çêkirin
13:52 OHP: Biryara Roboskê ya DMME, mîna tecrîda Îmraliyê polîtîk e