Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didomin: Li gelek deveran buro hatin vekirin, serdana gel hat kirin 2018-05-28 20:40:17   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê îro jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li gel navendan çalakiyên bi girseyî li dar xistin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro jî li gelek navendan çalakiyên bi girseyî li dar xistin.    QERS   Rêxistina HDP’ê ya Qersê namzetên parlemeteriyê Arzû Maco, Bariş Abdî Alinak û rêveberên bajêr li gundên Çerme, Ardos, Verîmlî, Klocabahçe, Esenyazi, Aslaniz û Kuçukyûsûf ên girêdayî taxa Kurudere ya Qersê bi gel re civiyan. Gundiyan got: “Dengê me ji bo kesên ku li dijî zilmê têdikoşin. Dengê me ji bo HDP’ê ye.”   ERZIROM   Li Erziromê jî namzetên HDP’ê xebatên xwe bênavber didomîni. Namzetê parlemeteriyê yên bajêr Mehmet Kasim Firat, Zelîha Dundar, Cemal Kara, Cuneyt Laleoglû tevî heyata li gel wan çûn serdana Qereyaziyê. Piştî ku esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP’yîyan kir û şûnde buroya hilbijartinê ya navçeya Qereyazî ya ku ji sedî 95 dengê wê yê HDP’ê bû hate vekirin. Piştî vekirina buroyê HDP’yî serdana esnafan kir.    BEDLÎS   Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê yên Bedlîsê Mamût Celadet Gaydali, Zahît Mûtlû tevî HDP’yiyên li gel wan destpêkê bi gelê navçeya Elcewaz re civiyan. Namzet bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî serdana esnafan û şûnde li Xelat û Şaredariya Ovakişlayê xebatên vekirina buroyê hatin kirin.   AMED   Namzeta HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî di nav de heyeta HDP’ê ya ji gelek kesan pêk hat, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li ser rêya Ekîncîlerê ya girêdayî Yenîşehîrê serdana esnafan kir. HDP’iyan belavokên hilbijartinê û wêneyên namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li esnafan belav kirin. Di serdanê de esnafana peyamên piştgiriyê dan.   ŞIRNEX   Rêxistina HDP’ê ya bajar bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê Nûran Îmîr, Serdar Kunî, Huseyîn Koçmaz û Hasan Ozguneş li navçeyên Silopî, Cîzre û Hezexê bi karwaneke wesayîtan tûra bajar pêk anîn û namzetên parlamenteriyê dan nasîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî beşdar bû û namzet li bajarokê Araban yê Hezexê li hev civiyan û piştre bi sedan wesayîtî li nava bajar tûr avêtin.   Tûra bajar a ku li navenda Hezexê destpêkirî li navçeyên Cizîr û Silopiyayê dewam kir. Gel bi dirûşmeya ‘HDP gel e gel li vir e’ namzet pêşwazî kirin û namzetan jî gel silav kir. Karwana wesayîtan ji aliyê dikandar û gelan ve bi nîşaneya serkeftinê hatin pêşwazî kirin û li gelek cihan govend hate gerandin.   MÊRDÎN   Li navçeya Midyad a Mêrdinê jî buroya hilbijartinê hate vekirin û namzetên parlamenteriyê yên Mêrdinê yên HDP’ê Pero Dundar, Tûma Çelîk, Gulbîn Şahîn Daghan û Dilaver Înan jî di nav de hevserokên HDP û DBP’ê yên Mêrdinê beşdarî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroya hilbijartinê heyeta HDP’ê li Bazara Midyadê geriya û belavok belavkirin. Gel bi coşeke mezin namzetên parlamenteriyê pêşwazî kirin. Heyet ji bo vekirina buroya hilbijartinê piştre derbasî Qada Komarê bû.   Hevserokê HDP’ê yê Mêrdinê Alî Sîncar axivî û wiha got; “Mîdyat navçeyeke ji hemû bawerî, çandan û gelan pêk tê. Tu caran nebûye bingeheke takekesî. Gelê Mîdyadê wê roja 24’ê Hezîranê ji têgiha takekesî re bibêje êdî bes e.”   Pero Dundar jî wiha got; “HDP Midyad e. Divê ev desthilatdarî ji HDP’ê û vê bingehê bitirse. Ev îktidar li ser mirinê hebûna xwe didomîne. Ev îktidar ji ber vê çendê mehkumî hilweşandinê ye. Erdogan ji bo vî gelî tu caran tiştkekî baş nekiriye.”   Tûma Çelîk bi Suryanî axivî û wiha got; “Cara destpêkê ye li vî welatî bi zimanê Suryanî propagandaya hilbijartinê tê kirin. Vê îmkanê jî em dibin banê HDP’ê de dikin. Midyad navçeyeke ku Êzidî, Suryanî, Ereb û gelê Kurd bi sed salan e lê dijî û kevnar e.”   Piştî axaftina Çelîk Dayikên Aşitiyê bi çepîk û tilîliyan buroya hilbijartinê vekir.