STENBOL – Edîtorê Sendîka.Org'ê Alî Ergîn Demîrhan bi hinceta nûçeya “Em dikarin dîktatoriyê bisekinîn” û parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.
Edîtorê Sendîka.Org’ê Alî Ergîn Demîrhan ji ber nûçeya sernavê “Em dikarin dîktatoriyê bisekinîn” û parvekirinên medya civakî bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Demîrhan ewil birin Qereqola Polîsan a Mecîdiyekoyê û pişt re jî birin Edliya Çaglayanê.
Li bendê ye ku Demîrhan derbixin dozgeriyê.