Edîtorê Sendîka.org’ê Demîrhan hat binçavkirin 2018-05-28 15:25:57   STENBOL – Edîtorê Sendîka.Org'ê Alî Ergîn Demîrhan bi hinceta nûçeya “Em dikarin dîktatoriyê bisekinîn” û parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.    Edîtorê Sendîka.Org’ê Alî Ergîn Demîrhan ji ber nûçeya sernavê “Em dikarin dîktatoriyê bisekinîn” û parvekirinên medya civakî bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Demîrhan ewil birin Qereqola Polîsan a Mecîdiyekoyê û pişt re jî birin Edliya Çaglayanê.    Li bendê ye ku Demîrhan derbixin dozgeriyê.