Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin

  • rojane
  • 09:16 18 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Li gorî daneyên Weqfa Baran Tursun di 17 salên dawî de zarok jî di nav de 451 kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Weqfê Mehmet Tursun got ku mirinên li bajarên kurdan zêde bûne. 
 
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Weqfa Baran Tursun ve hatin ragihandin, ji sala 2007'an heta 6 mehên destpêkê yên sala 2024'an 451 sivîl ku di nav de zarok jî hene ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Li gorî daneyan; nîvê kesên hatine kuştin zarok û ciwan in. 223 kesên ku temenê wan di navbera 0-25’an de ne bi guleyên polîsan, hem jî bi wesayîta polîsan û hem jî bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest dan e. Şirnex wekî cihê ku herî zêde mirin lê qewimîn bi 68 kesan hat tomarkirin. Piştî Şirnexê 54 kes jî li Stenbol, li Amedê 34 kes, li Mêrdînê 21 kes û li Îzmîrê jî 19 kes hatine kuştin. Ji 451 kesan 290 kes li bajarên bakurê Kurdistanê û 161 kes jî li bajarên Tirkiyê hatine kuştin. Dane diyar dikin ku ji 98 zarokên hatine qetilkirin 90 zarok li bajarên bakurê Kurdistanê hatine qetilkirin.
 
'DI HEMBÊZÊN DAYIKÊN XWE DE HATIN KUŞTIN’
 
Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun diyar kir ku piraniya mirinan dema welatî di rê de dimeşiyan, dema diçûn dibistanê an bazarê, dema li parkê rûniştîbûn, di nav nivînên xwe radiketin an jî di hembêza dayika xwe de hatin kuştin. Tursun bal kişand ser gelek kesên "li dijî qanûnê muxalefetê derketin" an jî “guh nedan hişyariya raweste" bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan û got: "Ji van kesan jî tu kes li dijî polîsan tundî nekiriye û gef li jiyana kesekî din nexwarine û zirarê nedane mal û milkê tu kesî. Tevî ku neketine şerê çekdarî jî ji aliyê polîsan ve hatine kuştin."
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ 
 
Tursun anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê dibe sedema zêdebûna kuştinan û wiha got: “Ev bêcezahiştin bandorê li kuştinên nû dike. Li akademiyên polîsan biryarên beraetê bi taybetî yên ku di encama bêcezakirinê de tên dayîn, weke perwerdeyê tên pêşkêşkirin. Polîsê ku bi van biryaran mezûn dibin, dikarin bi mantiqê her kesî bikuje. Polîs dibêje, ‘jixwe ez kî jî bikujim ceza li min nayê birîn’. Polîs bi vê mantiqê tevdigerin. Ev aliyekî yê meselê ye. Li aliyê din jî ji bo kesên ji aliyê polîsan ve tên kuştin, di raya giştî de nabe cihê refleksê. 451 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin lê raya giştî vê yekê wek rewşek asayî dibîne. Refleksa raya giştî li ber kuştinan kêm e. Divê ku hin bêtir raya giştî li ber van kuştinan dengê xwe derxe û li berê rabe.” 
 
'DIJMINATIYA KURDAN’ 
 
Tursun bal kişand ser rêjeya kuştina zêde yên li bajarên bakurê Kurdistanê û wiha got: "Ji 451 kesên ku hatine kuştin 290 kes li bajarên Kurdistanê ne û 161 jî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne. Di nav de 98 zarok ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Ji 98 zarokan 90 zarok li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kuştin. Sedema kuştinên ewqas zêde yên li bajarên kurdan ew e ku nêrîna li ser erdnîgariya kurdan e. Sedema vê jî dijminatiya li hemberî kurdan e. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Di encama polîtîkaya dewletê ya li dijî kurdan de, polîsan kirine xwedî erk û kuştina kurdan serbest tê dîtin. Ji ber ku dewlet û mekanîzmaya parastinê li pişt wan heye, erka kuştinê dixin destê xwe. Ji ber vê erka ku dane polîsan jî her cure kuştin û sûcên derqanûnî pêk tînin.” 
 
MA / Semra Turan   
 
 

Sernavên din

20/07/2024
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan