Sancar: Desthilatdarî dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinan bike

  • rojane
  • 12:44 26 Gulan 2018
  • |
img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar aşkere kir ku li bajarên kurdan dixwazin sindoqên 270 hezar hilbijêrên wan hene bi hinceta “ewlehiyê” veguhezînin. Sancar vê hewldanê wek “mudaxeleyî encamên hilbijartinê dikin” pênase kir û di vê mijarê de bang li partiyên muxalefetê û namzetên serokomariyê kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî veguhezandina sindoqên li bajarên kurdan bi Serokê YSK’ê Sadî Guven re hevdîtin kirin. 
 
Sancar û Tirkayî nêzî 45 deqîqe bi Guven re hevdîtin kirin û pişt re li ber avahiya YSK’ê daxuyanî dan.
 
270 HEZAR HILBIJÊR HENE 
 
Sancar destnîşan kir ku li gorî agahiyên di destên wan de li 18 bajarên kurdan daxwaza veguhezandina sindoqan û komkirina sindoqan a li navendekê hatine YSK’ê û ev daxwaza veguhezandinê dê 270 hilbijêran bandor bike. 
 
‘DÊ EV VEGUHEZANDIN BANDORÊ LI SER ENCAMAN BIKE’ 
 
Sancar anî ziman ku têkildarî van daxwazan hevdîtin didomin û wiha got: “270 hezar hilbijêr hejmarek girîng e. Heke YSK vê daxwazê qebûl bike, dê raste rast bandorê li ser encamên hilbijartinê bike. Dê temamî qebûl bikin em nizanin. Lê ev biryar dê bibe sedema veguhezandina bi ser 200 hezar hilbêjaran û heke ev encam derbikeve dê encama hilbijartinê jî bi guman be. Çunkî di hilbijartina serokomariyê de ji sedî 0,1’an jî encamê diyar dike. Bi rêjeyek hindik a dengan dê diyar bike ku kî bibe serokomar. Dibe ku encama hilbijartinê biguherîne. Ya duyemîn jî bêguman meseleya bendê heye. Ji bo HDP’ê ev daxwaza bi sed hezaran veguhezandina dengan girîng e. Heke ev daxwaz pêk bê dê bibe sedema mudaxeleya encamên hilbijartinê. Mirov dikare ji niha ve bêje ku beriya hilbijartinê mudaxeleyî encamê bikin. Ji bo vê veguhezandinê jî hincet ‘ewlehiyê’ nîşan didin. Lê ev hînceta wan qet baweriyê nade mirov.” 
 
Sancar, da zanîn ku li gorî vê daxwaza îdarê, wisan xuya dike ku hikûmeta dixwaze mûdaxileyê encamên hilbijartinê bike û wiha got: “Ev diziye. Ji ber vê yekê em dixwazin YSK vê daxwazê red bike. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, ji niha de dê hilbijartina 24’ê Hezîranê bi qusûr derbas bibe. Dê eynî mîna dengên bêmor ên di referanduma 16’ê Nîsanê bibe. Encam çi dibe bila bibe, dê qusûr tim di rojevê de bimîne. Berpirsê vê jî dê YSK be. Dibe ku îdare daxwaz bike, lê YSK berpirse ku mafê hilbijartinê biparêze.” 
 
BERPIRSIYARTÎ DIKEVE SER MILÊ MÛXALÎFÊ
 
Sancar, destnîşan kir ku di vê mijarê de berpirsiyarê dikeve ser mile namezetên partî û serokkomariyên mûxalîf û wiha pê de çû: “Divê li dijî vê muameleye em bêdeng nemînin. Divê em seknek bi biryar nîşan bidin. Ger em vê neke, dûre em gilî jî bikin tu faydeya wê tuneye. Ji bo STK’an jî heman mijar derbas dare. Divê hemû kes li gundên sindoq lê bên danîn xebatên mezin birêve bibin û ewlekariya wê biparêzin.” 
 
‘JI BO EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ EM JI HEMÛ HEVKARIYAN RE AMADENE’
 
Sancar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi bûyerên dengên bêmor re rû bi rûne. Em ê bi hemû derfetên xwe di vê hilbijartinê de bixebitin. Ji bo dengên me neyên dizin tişta ji me were em ê bikin. Bi hemû derfetên xwe emê bixebitin û lê ewlekariya hilbijartinê tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye. Di heman demê de ev pirsgirêka demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re bixebitin. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, berpirsiyarî dike ser mile hemû partiyên demokratîk û mûxalîf. Di vî warî de em amadene bi hemû kesan re bi xebitin. Bi taybetî em bang li hemû kesê dikin ku ji bo ewlekariya hilbijartina gundan bixebitin û dengên gel biparêzin.”
 
 

Sernavên din

28/05/2018
13:51 Dayik û bavê xwe kuşt û întîhar kir
13:51 Walîtiya Amedê sindoqên 68 gundan komî ser hev kirin
13:21 Li Dersimê maşîneya zirxî li welatiyekê da
13:08 Îhlalên mafan li Girtîgeha Dîlokê zêde dibin
12:19 Cotkarê hewlda xwe bi şewitîne: Min dengê xwe dabû AKP’ê xwezî destên min bişikiyan
11:37 Demîrtaş: Definkirina gelekê ne hêsane, yên bawer nakin bila li Îmraliyê mêze bikin
11:09 Namzetên HDP’ê li gelek bajaran bi gel re hatin gel hev
11:00 Aştiya Îmarê rê li pêş bajarvaniya xerabe ava dike
10:25 ‘Bijîşkê gel’ xwe ji bo parlamenteriyê amade dike
10:08 Di 15 salên AKP'ê de 20 hezar û 828 karker mirin
09:23 'Em dê ji sedî 70 NA'ya li Edîrneyê tev li HDP'ê bikin'
09:22 Namzeta Stenbolê Korkutan: HDP di demek girîng de derket holê
09:21 Bi nasnameya Kurd, Elewî, karker, astengdar û mamoste di HDP’ê de namzete
09:20 Crickley: Divê THEE bi her alî çavdêriya hilbijartinê bike
09:19 ‘Em ê hilbijêrên gerok ên ji 10 hezarî zêdetir bibin ser sindoqan’
09:19 Namzetên Erzîngan û Ordu yên HDP’ê: Dil bidin HDP’ê
09:18 Mirovên Şemiyê: Dema em çûn ser sindoqan emê bajarên hatin xerakirin bînin ber çavan
09:17 ‘AKP sazî û dezgehên çemawerî li gorî xwe dizayn dike’
09:17 Ji ber wêneyê Erdogan ne daleqand bi nexweşîna pençeşêrê ket
09:16 Li Agiriyê hedef wek Çiyayê Gilîdaxê mezin e
09:15 Bijîşkê îxrac bû: Ez ê li Meclîsê bibim dengê kedkarên îxrac kirîn
09:14 Namzetên ciwan gurmegurm tên: Em ê hevalên xwe azad bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2018'AN
27/05/2018
19:28 Temellî: Em ê Demîrtaş jî , Fîgen jî û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin
18:27 Cizîriyan eleqeyek mezin nîşanî dolmîşa bangê ya HDP'ê dan
17:37 Mihrîcana Çandê ya Zarokan a Amedê dest pê kir
17:20 Bûldan: Êdî serdema AKP'ê bi dawî bû serdemek bêyî AKP dest pê dike
15:45 Ji SP'ê soza çareseriya pirsgirêka kurd
15:01 Meclîsa Jinên Sûriyê: 119 jin li Efrînê hatin revandin
14:48 Înce: Erdogan dibêje ez kaporta çêkim, cahîl e fîzîkê nizane
14:20 Li Ayvalikê ferîbota penaberan noqî avê bû: 4 kes winda bûn
12:39 Eşîrên Rihayê li dijî AKP’ê derdikevin û nêzî HDP’ê dibin
12:09 HDP li Meletiyê bi biryar e 7'ê Hezîranê derbas bike
11:04 Dayika Şemiyê Taşkaya: 25 salin li bende xeberekê me
10:44 Êlihê biryara xwe da: Pênc pênc û pênc
09:40 Baca 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê 20 Euro ye
09:34 Yeni Yaşam: Em di cihana çapemeniyê de ji bo jiyaneke nû gav davêjin
09:23 ‘Em ê heqê performansa AKP’ê di sindoqan de bidin’
09:21 Namzetê herî ciwan ê HDP’ê: Xeyalên min pêk hatin
09:19 Mala wê şewitandin, koçber bû û îro wek namzet vegeriya
09:15 Ne li Dolar, li mazotê binerin
09:12 'Şer, krîz û hilbijartin dibe sedema rûxandinê’
09:09 Onlu: Eger em winda bikin dê hemû Tirkiye winda bike
09:07 Namzetên HDP’ê yên Stenbolê bi deng û renge xwe ligel hev in
09:06 Palandoken: Ji bo Helîn nemirin ez ê dengê xwe bidim HDP’ê
09:04 Bersiva rûxandina peykerê biratiya azerî û kurdan: Em ê li Îdirê bikin 2-0
09:03 Kemalbay: HDP alternatifa jiyaneke nû ye
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN
08:26 3 karker di 'cînayetên kar' de mirin
26/05/2018
21:13 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin: Li Qesrê panîk heye
19:46 HDP'ê li Wanê proveya 24'ê Hezîranê kir
18:24 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê meşiyan
17:28 Temellî: Werin em bi hevre li mafê xwe bigerin
16:16 ÎHD’ê li Êlih û Edeneyê kongre li dar xistin
15:57 ‘Ampûlê reşke, aştiyê xweşke’
15:55 ÎHD: Guneş ê nexweş serbest berdin
15:53 Ji namzeta HDP’ê Agaoglu re azadî xwestin
15:35 Buldan: Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in
15:24 ÎHD: Bila girtiya nexweş Surreya Bulut bê berdan
15:23 Dozger ji xwendekarên pankart vekirin re 105 sal ceza xwest
15:16 Yuksekdag: Jin dê bijin TEMAM
14:52 Kiliçdaroglu: Cihê pirsgirêka kurd meclîs e
14:51 ÎHD: Bila komîsyona lêpirsîna heqîqetê bê avakirin
14:51 Dayikên Şemiyê ji bo neferên malbata Bulut edalet xwest
13:51 MHP’iyên êrîşî endamên Partiya Saadetê kirin:
Em lêborînê dixwazin me got belkî hûn HDP’î ne
13:36 Êzing bi ser karkerê 50 salî de ket û mir
12:44 Sancar: Desthilatdarî dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinan bike
12:22 Elewî: Erdogan çima di 16 salan de Statu neda
12:21 Li Bakirkoyê asansora bar ket: 4 karker birîndar bûn
11:29 HDP'ê li şûna namzetên ku YSK’ê ew veto kirin, namzetên nû diyar kirin
11:15 Bi roketan êrîşî kontrola polîsan kirin
11:15 Hedefa HDP’ê li Osmaniyeyê wekîlek e
11:14 Namzetên Edîrneyê: Em ê Newroz û Xidirellezê bikin yek û bi ser bikevin
10:54 Bi deh hezaran Efrînî li Şehbayê li ser piyan in
10:42 'AKP ji bo kurdan xelas bûye’
10:30 Li Kişlayê eskerek bi guleya hevalê xwe hat kuştin
10:29 Biryara Doza Sereke ya KCK'ê ne tesadufî ye
10:11 ‘Ji bo ewlehiya sindoqan gumanên me hene’
09:50 Polîs li rêya li trafîkê girtî welatî birîndar kir
09:27 MHP’ê êrişê SP’ê kir: 7 kes birîndar bûn
09:21 'Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin êdî bese’
09:19 Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li navendeke kom bikin
09:18 Jina ji Girtîgeha Şakranê derket: Sax tên girtin nexweş derdikevin
09:18 Namzeta jin a Dersimê: Ez ji bo wekheviyê namzetim
09:16 Esnafên Dersimê: AKP bi krizê hat, dê bi krizê jî biçe
09:16 Rojnamevan Sayilgan: Li dijî tarîtiyê bijî warê min ê ronahiyê
09:14 HDP’a Agiriyê: Em ê 7’ê Hezîranê dubare bikin
09:13 Partiyên siyasî: Divê gel li dora sindoqan bibe xelek
09:13 YSK dê sindoqên seyyar li gund û bajarokan danayne
09:12 Xwendekar: Ji bo akademî azad bibe em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
25/05/2018
21:01 Serlêdana malbatan a cara 77’an jî hat redkirin
15:59 'Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Çakici bibe meclîsê’
15:37 Jinên penaber ên li ser sergoyan li nan digerin
15:23 Baroya Amedê aqûbeta kujerên Tahîr Elçî pirsî
14:58 Dadgeha Îstinafê beriya hilbijartinê cezayê 89 siyasetmedarên kurd erê kir
14:39 Dadger 5 meh ceza li Sebahat Tuncel birî
14:34 HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da
14:34 SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike
14:03 Namzetên AKP'ê yên Rihayê hilbijêr bêzar kirin