Sancar: Desthilatdarî dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinan bike 2018-05-26 12:44:05 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar aşkere kir ku li bajarên kurdan dixwazin sindoqên 270 hezar hilbijêrên wan hene bi hinceta “ewlehiyê” veguhezînin. Sancar vê hewldanê wek “mudaxeleyî encamên hilbijartinê dikin” pênase kir û di vê mijarê de bang li partiyên muxalefetê û namzetên serokomariyê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û nûnerê HDP’ê yê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Ruştu Tiryakî têkildarî veguhezandina sindoqên li bajarên kurdan bi Serokê YSK’ê Sadî Guven re hevdîtin kirin.    Sancar û Tirkayî nêzî 45 deqîqe bi Guven re hevdîtin kirin û pişt re li ber avahiya YSK’ê daxuyanî dan.   270 HEZAR HILBIJÊR HENE    Sancar destnîşan kir ku li gorî agahiyên di destên wan de li 18 bajarên kurdan daxwaza veguhezandina sindoqan û komkirina sindoqan a li navendekê hatine YSK’ê û ev daxwaza veguhezandinê dê 270 hilbijêran bandor bike.    ‘DÊ EV VEGUHEZANDIN BANDORÊ LI SER ENCAMAN BIKE’    Sancar anî ziman ku têkildarî van daxwazan hevdîtin didomin û wiha got: “270 hezar hilbijêr hejmarek girîng e. Heke YSK vê daxwazê qebûl bike, dê raste rast bandorê li ser encamên hilbijartinê bike. Dê temamî qebûl bikin em nizanin. Lê ev biryar dê bibe sedema veguhezandina bi ser 200 hezar hilbêjaran û heke ev encam derbikeve dê encama hilbijartinê jî bi guman be. Çunkî di hilbijartina serokomariyê de ji sedî 0,1’an jî encamê diyar dike. Bi rêjeyek hindik a dengan dê diyar bike ku kî bibe serokomar. Dibe ku encama hilbijartinê biguherîne. Ya duyemîn jî bêguman meseleya bendê heye. Ji bo HDP’ê ev daxwaza bi sed hezaran veguhezandina dengan girîng e. Heke ev daxwaz pêk bê dê bibe sedema mudaxeleya encamên hilbijartinê. Mirov dikare ji niha ve bêje ku beriya hilbijartinê mudaxeleyî encamê bikin. Ji bo vê veguhezandinê jî hincet ‘ewlehiyê’ nîşan didin. Lê ev hînceta wan qet baweriyê nade mirov.”    Sancar, da zanîn ku li gorî vê daxwaza îdarê, wisan xuya dike ku hikûmeta dixwaze mûdaxileyê encamên hilbijartinê bike û wiha got: “Ev diziye. Ji ber vê yekê em dixwazin YSK vê daxwazê red bike. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, ji niha de dê hilbijartina 24’ê Hezîranê bi qusûr derbas bibe. Dê eynî mîna dengên bêmor ên di referanduma 16’ê Nîsanê bibe. Encam çi dibe bila bibe, dê qusûr tim di rojevê de bimîne. Berpirsê vê jî dê YSK be. Dibe ku îdare daxwaz bike, lê YSK berpirse ku mafê hilbijartinê biparêze.”    BERPIRSIYARTÎ DIKEVE SER MILÊ MÛXALÎFÊ   Sancar, destnîşan kir ku di vê mijarê de berpirsiyarê dikeve ser mile namezetên partî û serokkomariyên mûxalîf û wiha pê de çû: “Divê li dijî vê muameleye em bêdeng nemînin. Divê em seknek bi biryar nîşan bidin. Ger em vê neke, dûre em gilî jî bikin tu faydeya wê tuneye. Ji bo STK’an jî heman mijar derbas dare. Divê hemû kes li gundên sindoq lê bên danîn xebatên mezin birêve bibin û ewlekariya wê biparêzin.”    ‘JI BO EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ EM JI HEMÛ HEVKARIYAN RE AMADENE’   Sancar, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi bûyerên dengên bêmor re rû bi rûne. Em ê bi hemû derfetên xwe di vê hilbijartinê de bixebitin. Ji bo dengên me neyên dizin tişta ji me were em ê bikin. Bi hemû derfetên xwe emê bixebitin û lê ewlekariya hilbijartinê tenê ne pirsgirêka HDP’ê ye. Di heman demê de ev pirsgirêka demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Divê em hemû bi hev re bixebitin. Ger YSK vê daxwazê qebûl bike, berpirsiyarî dike ser mile hemû partiyên demokratîk û mûxalîf. Di vî warî de em amadene bi hemû kesan re bi xebitin. Bi taybetî em bang li hemû kesê dikin ku ji bo ewlekariya hilbijartina gundan bixebitin û dengên gel biparêzin.”