‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!

  • rojane
  • 16:28 26 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe yê mezi teqawid bû. Li şûna wî jî Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî hate tayînkirin ku weke qeyûm hatibû bajar û weke “Qeyûm Veşarî” yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dihat zanîn. 
 
Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe teqawid bû. Li şûna wî jî qeyûmê Şaredariya Sûrê yê berê û Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî weke wekîl hate tayînkirin. 
 
Çîftçî ji Sason a Êlihê ye û weke qeyûm hatibû Amedê. Di 11’ê îlona 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate tayînkirin. Di 24’ê hezîrana 2018’an de Qeymeqamê Sûrê Bîlal Ozkan bû namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê û Çîftçî li şûna wî hate tayînkirin. Di heman demê de qeke qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin. 
 
Çîftçî, 14 ersayên aydê şaredariyê yên di nava sînorê Zanîngeha Dîcleyê de dabû ber firotinê, parselên weke erdên çandiniyê dihatin zanîn li ber îmarê vekir û bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL’an da îhaleyê. Van kiriyarên wî rê li ber bertekên mezin vekir. Îhale, li ser hewldanên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hate betalkirin. 
 
ZILAM TAYÎNÎ SAZIYA JINAN KIR 
 
Çîftçî, di 14’ê sibata 2019’an de ji bo Qursa Qur’anê ya Nûrû Ahmediye ya navçeya Sûrê 70 hezar û 210 TL, mehek şûnde ji bo hilbijartinê du hefte mabûn ku ji bo lênêrîn û temîrkirina Navenda Piştgiriya Malbatê 420 hezar û 772 TL pere razand. Çîftçî di sala 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hatibû tayînkirin û derket holê ku şaredarî 152 milyon TL’an di bin deynan de hiştiye. Di 21’ê kanûna 2019’an de cara duyemîn weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate tayînkirin. Di roja duyemîn de Midûrê Çand û Karên Civakî Mehmet Baytar li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê tayîn kir. 
 
KESÊN NELIRÊTÎ DIKIR TAYÎN KIR
 
Qeyûmê ku ji bo miftitiyê, qursên Qur’anê, midûriyeta perwerdeyê bi hezaran TL bexş kir, di 17’ê tebaxa 2018’an de bi bihayê 76 hezar û 700 lîreyan ala li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ku li ser rêya Amed – Çewligê ye daliqand. Çîftçî, her wiha pereyê pergala kamerayên ewlehiyê yên xistin Qereqola Cendirmeyan a Ozekliyê jî qasaya şaredariyê da. Ji bo kamerayan 19 hezar û 881,00 lîre da û heqê du konteynirên prefabrîk ên li heman qereqolê ku 23 hezar û 600 TL digirt jî da.
 
Rêveberiya HDP’ê ji ber ku karê kevirên parkeyê yê bi bihayê 9 milyon TL’an nekirine, derheqê A.E., N.A, H.E., û M.T. de bi sedema nelirêtiyê lêpirsîn da destpêkirin. Lê qeyûm Abdullah Çîftçî ev kes xelat kir. Çîftçî, ji van kesan N.A. tayînî wekîltiya Midûrê Karên Darayî kir, A.E. tayînî wekîltiya Midûrê Karên Fenê kir û H.E. û M.T. jî weke memûrên bipeyman girte kar. 
 
BI PEREYÊ GEL LI TRABZONÊ MÎHRÎCAN LI DAR XIST 
  
Her wiha Çîftçî, mavê Taxa Kitibil a Sûrê weke “Fetîh” guherand û bûbû rojev. Di heman demê de Çîftçî bi Şaredariya Ofê ya Trabzonê re îhaleya mîhrîcana kezebê kir. Îhale, li Ofê bi usûlê bazariyê hate kirin. Îhale, bi bihayê 440 hezar û 300 TL’an dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Xurek û Peydakirin Pîşesazî û Bazirganiyê ya Mîthrayê. Peyman di 3’yê hezîranê de hate îmzekirin û mîhrîcan di 4’ê hezîranê de dest pê kir. 
 
ÇAR MÛÇEYÊN CUDA STAND
 
Çîftçî ku hem qeymeqamê Sûrê hem jî qeyûmê Şaredariya Sûrê bû, ji hêla qeyûmê sêyemîn ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su ve weke Sekreterê Giştî hate tayînkirin. Karûbarên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zêdetir Çîftçî birêve dibir û di heman demê de weke wekîlê Cîgirê Walî Su hate peywirdarkirin. Çîftçî ku çar mûçeyên cuda digirt, bi biryarnameyê weke Cîgirê Waliyê Amedê hate tayînkirin. 
 
Dihat zanîn ku qeyûm Çîftçî ji Cîgirtiya Waliyê Amedê zêdetir, li şûna qeyûm Alî Îhsan Su weke “qeyûmê veşarî” şaredariya bajarê mezin birêve dibir. 
 

Sernavên din

16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin