‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê! 2024-06-26 16:28:49   AMED - Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe yê mezi teqawid bû. Li şûna wî jî Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî hate tayînkirin ku weke qeyûm hatibû bajar û weke “Qeyûm Veşarî” yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dihat zanîn.    Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe teqawid bû. Li şûna wî jî qeyûmê Şaredariya Sûrê yê berê û Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî weke wekîl hate tayînkirin.    Çîftçî ji Sason a Êlihê ye û weke qeyûm hatibû Amedê. Di 11’ê îlona 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate tayînkirin. Di 24’ê hezîrana 2018’an de Qeymeqamê Sûrê Bîlal Ozkan bû namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê û Çîftçî li şûna wî hate tayînkirin. Di heman demê de qeke qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin.    Çîftçî, 14 ersayên aydê şaredariyê yên di nava sînorê Zanîngeha Dîcleyê de dabû ber firotinê, parselên weke erdên çandiniyê dihatin zanîn li ber îmarê vekir û bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL’an da îhaleyê. Van kiriyarên wî rê li ber bertekên mezin vekir. Îhale, li ser hewldanên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hate betalkirin.    ZILAM TAYÎNÎ SAZIYA JINAN KIR    Çîftçî, di 14’ê sibata 2019’an de ji bo Qursa Qur’anê ya Nûrû Ahmediye ya navçeya Sûrê 70 hezar û 210 TL, mehek şûnde ji bo hilbijartinê du hefte mabûn ku ji bo lênêrîn û temîrkirina Navenda Piştgiriya Malbatê 420 hezar û 772 TL pere razand. Çîftçî di sala 2016’an de weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hatibû tayînkirin û derket holê ku şaredarî 152 milyon TL’an di bin deynan de hiştiye. Di 21’ê kanûna 2019’an de cara duyemîn weke qeyûm li Şaredariya Sûrê hate tayînkirin. Di roja duyemîn de Midûrê Çand û Karên Civakî Mehmet Baytar li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîda Jînê tayîn kir.    KESÊN NELIRÊTÎ DIKIR TAYÎN KIR   Qeyûmê ku ji bo miftitiyê, qursên Qur’anê, midûriyeta perwerdeyê bi hezaran TL bexş kir, di 17’ê tebaxa 2018’an de bi bihayê 76 hezar û 700 lîreyan ala li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ku li ser rêya Amed – Çewligê ye daliqand. Çîftçî, her wiha pereyê pergala kamerayên ewlehiyê yên xistin Qereqola Cendirmeyan a Ozekliyê jî qasaya şaredariyê da. Ji bo kamerayan 19 hezar û 881,00 lîre da û heqê du konteynirên prefabrîk ên li heman qereqolê ku 23 hezar û 600 TL digirt jî da.   Rêveberiya HDP’ê ji ber ku karê kevirên parkeyê yê bi bihayê 9 milyon TL’an nekirine, derheqê A.E., N.A, H.E., û M.T. de bi sedema nelirêtiyê lêpirsîn da destpêkirin. Lê qeyûm Abdullah Çîftçî ev kes xelat kir. Çîftçî, ji van kesan N.A. tayînî wekîltiya Midûrê Karên Darayî kir, A.E. tayînî wekîltiya Midûrê Karên Fenê kir û H.E. û M.T. jî weke memûrên bipeyman girte kar.    BI PEREYÊ GEL LI TRABZONÊ MÎHRÎCAN LI DAR XIST     Her wiha Çîftçî, mavê Taxa Kitibil a Sûrê weke “Fetîh” guherand û bûbû rojev. Di heman demê de Çîftçî bi Şaredariya Ofê ya Trabzonê re îhaleya mîhrîcana kezebê kir. Îhale, li Ofê bi usûlê bazariyê hate kirin. Îhale, bi bihayê 440 hezar û 300 TL’an dan Şîrketa Lîmîted a Înşaet Xurek û Peydakirin Pîşesazî û Bazirganiyê ya Mîthrayê. Peyman di 3’yê hezîranê de hate îmzekirin û mîhrîcan di 4’ê hezîranê de dest pê kir.    ÇAR MÛÇEYÊN CUDA STAND   Çîftçî ku hem qeymeqamê Sûrê hem jî qeyûmê Şaredariya Sûrê bû, ji hêla qeyûmê sêyemîn ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su ve weke Sekreterê Giştî hate tayînkirin. Karûbarên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zêdetir Çîftçî birêve dibir û di heman demê de weke wekîlê Cîgirê Walî Su hate peywirdarkirin. Çîftçî ku çar mûçeyên cuda digirt, bi biryarnameyê weke Cîgirê Waliyê Amedê hate tayînkirin.    Dihat zanîn ku qeyûm Çîftçî ji Cîgirtiya Waliyê Amedê zêdetir, li şûna qeyûm Alî Îhsan Su weke “qeyûmê veşarî” şaredariya bajarê mezin birêve dibir.