Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê!

  • rojane
  • 09:01 25 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku talan û xesar lê didome, Walîtiya Şirnexê bi hinceta parastina lûleyên petrolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gundên Hêtman û Cêleka ku çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.
 
Talankirina dar û ber û devî û xwezaya li çiyayên Cudî, Gabarê û Herêma Bestayê yên Şirnexê ku 3 sal berê dest pê kir, îro jî berdewam dike. Di van 2 salên dawî de herêmên ku dar û daristanên wê hatine şewitandin û birîn, dîmenên talankirin û wêrankirinê radixe ber çavan. Li herêmên ku ev 3 sal in bi berdewamî weke "herêma ewlekariya taybet" tên ragihandin, li aliyekî ji çûna xelkê re qedexe ye, li aliyekî jî ji talankirinê re serbest e. Herêm bi wêraniyeke giran re rû bi rû ye. Lêkolînên ku di van salên dawî de ji ber sedema hilberîna neftê hatine destpêkirin, wêrankirin û talankirina xwezayê ya li herêmê zedetir kiriye. 
 
Şirketa Hevpar a Petrola Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê li gelek deveran xebatên sondajê bi kolandina çalan dike. Çiyayê Gabarê û herêmên wê ku bi salane wek "Herêma Ewlekariya Taybet" tê ragihandin, amadekariyên çêkirina qereqolên nû hate destpêkirin. Nefta ku ji Çiyayê Gabarê tê derxistin jî xesarek mezin dide zindiyên herêmê û bêmirov tê hiştin. Hat zanîn ku ji bo gihandina petrolê ber bi Hezexê ve bi dirêjahiya 35 kîlometreyan wê xeta boriyê bê danîn. Li herêmê bi îdiaya parastina boriyên petrolê ji bo avakirina qereqolên nû amadekarî tên kirin.  Yek ji van devaran jî gundê Hespistê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ye û gundên Hêtman û Cêleka yên bi ser navçeya Basaya Şirnexê ve ne. Li gundê Hespistê ku çêkirina qereqolê di 31’ê gulanê de hatiye destpêkirin li hewşa welatiyekî tê çêkirin. 
 
DI NAVA HEWŞA MALÊ DE QEREQOLÊ ÇÊDIKIN
 
Gundê Hespistê ku di dîrokê de weke gundê ermenan tê zanîn, yek ji gundên roja avakirina wê ve heta niha qereqol tê de nehatiye avakirine. Lê belê niha tevî hemû bertekên gundiyan jî bi fermana Walitiya Şirnexê dest bi çêkirina qereqolê hatiye kirin. 
 
Welatiyê bi navê Abdullah Naz ê ku di hewşa mala birayê wî de qereqol tê çêkirin bertek nîşanî desteserkirina hewşa malê da û diyar kir ku tevî hemû nerazîbûnan jî walî û leşkeran dest bi çêkirina qereqolê kiriye. 
 
‘FERMAN JI MEZINAN HATIYE’
 
Naz bi bîr xist ku di 31'ê gulanê de li gundê wan dest bi çêkirina qereqolê hatiye kirin û wiha got: “Li hewşa mala birayê min qereqol tê çêkirin. Piştî ku xebata avakirina qereqolê hate destpêkirin ez çûm leşkeriyê û min got, 'Ev xanî yê me ye, hûn nikarin tê de qereqol çêbikin. Ji min re gotin, ‘mezinên me wisa ferman dane'.  Qereqol dema ku tên çêkirin jî ji gund herî kêm 4-5 kîlometre dûrî gund tên çêkirin lê ev di nava hewşa malê de çêdikin. Min ji wan re got tişta ku hûn dikin zilm e.  Ji min re gotin, ‘Zilm be yan jî zilm nebe em ê çêbikin'. Ji me re dibêjin ku ji bo ewlehiya petrolê qereqolan çêdikin. Heke ku ev qereqole li vir bê çêkirin êdî gundî nikarin heta ber deriyê mala xwe jî gav biavêjin. Xwedê vê zilmê qebûl neke." 
 
'EM DI NAVA GUNDÊ XWE DE QEREQOLÊ NAXWAZIN'
 
Naz diyar kir ku divê çêkirina qereqolê bê rawestandin û got: "Hemû gundî bertek nîşanî vê rewşê didin. Ji ber ku em naxwazin qereqol di nava gundê me de bê çêkirin. Ger kîlometreyek jî dûrî gund bihatiba çêkirin me tiştek nedigot. Lê ne wisa ye. Em naxwazin li gundê me qereqolê ava bikin. Em dixwazin ku ji vê şaşitiyê vegerin. Ev tişta ku dikin zilm e." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin