Li Gabarê hewşa malê veguherandin qereqolê! 2024-06-25 09:01:19   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku talan û xesar lê didome, Walîtiya Şirnexê bi hinceta parastina lûleyên petrolê li gundên Gabarê dest bi çêkirina qereqolan kir. Li gundên Hêtman û Cêleka ku çêkirina qereqolan dest pê kir, li gundê Hespistê jî di hewşa welatiyekî de qereqol tê çêkirin.   Talankirina dar û ber û devî û xwezaya li çiyayên Cudî, Gabarê û Herêma Bestayê yên Şirnexê ku 3 sal berê dest pê kir, îro jî berdewam dike. Di van 2 salên dawî de herêmên ku dar û daristanên wê hatine şewitandin û birîn, dîmenên talankirin û wêrankirinê radixe ber çavan. Li herêmên ku ev 3 sal in bi berdewamî weke "herêma ewlekariya taybet" tên ragihandin, li aliyekî ji çûna xelkê re qedexe ye, li aliyekî jî ji talankirinê re serbest e. Herêm bi wêraniyeke giran re rû bi rû ye. Lêkolînên ku di van salên dawî de ji ber sedema hilberîna neftê hatine destpêkirin, wêrankirin û talankirina xwezayê ya li herêmê zedetir kiriye.    Şirketa Hevpar a Petrola Tirkiyeyê (TPAO) li Gabarê li gelek deveran xebatên sondajê bi kolandina çalan dike. Çiyayê Gabarê û herêmên wê ku bi salane wek "Herêma Ewlekariya Taybet" tê ragihandin, amadekariyên çêkirina qereqolên nû hate destpêkirin. Nefta ku ji Çiyayê Gabarê tê derxistin jî xesarek mezin dide zindiyên herêmê û bêmirov tê hiştin. Hat zanîn ku ji bo gihandina petrolê ber bi Hezexê ve bi dirêjahiya 35 kîlometreyan wê xeta boriyê bê danîn. Li herêmê bi îdiaya parastina boriyên petrolê ji bo avakirina qereqolên nû amadekarî tên kirin.  Yek ji van devaran jî gundê Hespistê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ye û gundên Hêtman û Cêleka yên bi ser navçeya Basaya Şirnexê ve ne. Li gundê Hespistê ku çêkirina qereqolê di 31’ê gulanê de hatiye destpêkirin li hewşa welatiyekî tê çêkirin.    DI NAVA HEWŞA MALÊ DE QEREQOLÊ ÇÊDIKIN   Gundê Hespistê ku di dîrokê de weke gundê ermenan tê zanîn, yek ji gundên roja avakirina wê ve heta niha qereqol tê de nehatiye avakirine. Lê belê niha tevî hemû bertekên gundiyan jî bi fermana Walitiya Şirnexê dest bi çêkirina qereqolê hatiye kirin.    Welatiyê bi navê Abdullah Naz ê ku di hewşa mala birayê wî de qereqol tê çêkirin bertek nîşanî desteserkirina hewşa malê da û diyar kir ku tevî hemû nerazîbûnan jî walî û leşkeran dest bi çêkirina qereqolê kiriye.    ‘FERMAN JI MEZINAN HATIYE’   Naz bi bîr xist ku di 31'ê gulanê de li gundê wan dest bi çêkirina qereqolê hatiye kirin û wiha got: “Li hewşa mala birayê min qereqol tê çêkirin. Piştî ku xebata avakirina qereqolê hate destpêkirin ez çûm leşkeriyê û min got, 'Ev xanî yê me ye, hûn nikarin tê de qereqol çêbikin. Ji min re gotin, ‘mezinên me wisa ferman dane'.  Qereqol dema ku tên çêkirin jî ji gund herî kêm 4-5 kîlometre dûrî gund tên çêkirin lê ev di nava hewşa malê de çêdikin. Min ji wan re got tişta ku hûn dikin zilm e.  Ji min re gotin, ‘Zilm be yan jî zilm nebe em ê çêbikin'. Ji me re dibêjin ku ji bo ewlehiya petrolê qereqolan çêdikin. Heke ku ev qereqole li vir bê çêkirin êdî gundî nikarin heta ber deriyê mala xwe jî gav biavêjin. Xwedê vê zilmê qebûl neke."    'EM DI NAVA GUNDÊ XWE DE QEREQOLÊ NAXWAZIN'   Naz diyar kir ku divê çêkirina qereqolê bê rawestandin û got: "Hemû gundî bertek nîşanî vê rewşê didin. Ji ber ku em naxwazin qereqol di nava gundê me de bê çêkirin. Ger kîlometreyek jî dûrî gund bihatiba çêkirin me tiştek nedigot. Lê ne wisa ye. Em naxwazin li gundê me qereqolê ava bikin. Em dixwazin ku ji vê şaşitiyê vegerin. Ev tişta ku dikin zilm e."    MA / Zeynep Durgut