Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e

  • rojane
  • 09:33 22 Gulan 2018
  • |
img

AMED – Parlementera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca, têkildarî hilweşandina avahiya şînê ya Gundê Efşê ya Nisêbînê diyar kir ku wêneyên hilweşandina Şengalê û hilweşandina avahiya şînê dişibin hev. 

Mala sersaxiyê ya ji aliyê Êzidiyên piştî salan vegeriyan malên xwe li Gundê Efşê ya çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ava kiribûn, ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat hilweşandin. Parlementera Êzidî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, bertek nîşanê hilweşandina Mala Şînê da û got ev encamê polîtîkayên Tirkiyeyê ya li ser Êzidiyan e.
 
‘RAYEDARÊN DEWLETÊ BERSIVÊ NADIN’
 
Uca anî ziman di dîrokê de cara yekemîn avahiya şînê ji aliyê dewletê ve tê xerakirin  wiha axivî: “Demek dirêj e li dijî gelê Êzîdî zextên mezin heye. Dema mal hat avakirin piştî qeyûm hat ser şaredariyê, êrîşên li ser malbatan jî zêde bûn. Pere hat xwastin. Tê gotin ku tekiliyên malbatên cîgirê Waliyê Mêrdînê û Serokê AKP’ê ya navçeya Nisêbînê heye. Piştî ev rewş aşkere bû me xist rojeva meclîsê jî. Me ev rewş jî rayedarên dewletê û yên hiqumetê pirs kir û hê jî bersiv ne hatiye dayîn.”
 
‘EV SIYASETA DEWLETÊ YA LI HEMBERÎ BAWERIYA ÊZIDIYAN E’
 
Uca diyar kir ku siyasetek taybet li hemberî civaka Êzidiyan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji ber hilweşandina mala şînê û derxistina Êzidiyan ji qampa AFAD’ê ya Amedê ku agahî jî ji van kesan nayê standin, rewşeke ber bi çav e. Çima nahêlin em qampa Êzidiyan ziyaret bikin. Li navçeya Beşîrî ya Elihê jî dest danîne li ser erdê Êzidiyan û tevlê biryara dadgehê jî nahêlin biçin li ser erdên xwe. Ji aliyekê ve erdê Êzidiyan tê desteser kirin ji aliyê din Êzidî li qampan wekî girtîgeha vekirî de tê girtin. Ev jî siyaseta dewletê ya li hemberî baweriya Êzidiyan e.”
 
‘HILWEŞANDINA  AVAHIYA ŞÎNÊ WÊNEYÊ HILWEŞANDINA ŞENGALÊ YE’
 
Uca bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê li ser azadiya olan siyasetê dimeşîne û wiha pê de çû: “Lê li Tirkiyeyê her kes wekî tenê Misilman tê qebûl kirin. Bawerî û rengên civakê yên cûda hene. Ev rengên civakê xwedî bawerî ne, mafê van heye ku li gor çand û baweriya xwe bijî.” Uca êrîşên li hemberî Şengalê bi bîr xist û wiha lê zede kir: "Hilweşandina  avahiya şînê heman wêneyê hilweşandina avahiyên Şengalê ye." 
 
‘ÊZIDÎ NIKARIN BI BAWERIYA XWE AZAD BIJÎN’
 
Uca da zanîn ku Êzidî dê avahiya şînê ji nû ve ava bikin û ev tişt got: “Êzidî 72 ferman derbas kir lê tu caran serî netewandiye. Ji ber vê yekê ya herî giring xwedî derketin û rêxistin kirine. Bila her kes bizane bi xirab kirina avahiya şînê Êzidî hatin ba hev û soza ji nû ve avakirina avahiyê dan. Maskeya dewletê ya li hemberî civaka Êzidiyan carek din derket holê. Salên 90’î ji ber zilmê hezaran Êzidî koçberê ji derveyî welat kirin. Destur nedan ku bi baweriya xwe bijîn û nasnameya wan de bê ol di hat nivîsandin. Êzidî li vê welatê nikarin bi baweriya xwe azad bijîn û îro carek din heman rewş derdikeve holê. Îro dixwazin carek din dixwazin Êzidiyan koçber bike. Tiştek bi serê yek Êzidî were dewlet berspirsyare.”
 
‘GELO DIXWAZIN BERDEWAM ŞENGALÊ LI WIR PÊK BÎNIN’
 
Uca da zanîn ku Êzidî rasti 72 fermanan hatine û her tim ji bo bawerî  û çanda xwe tekoşiya ne û wiha bi dawî kir: "Ezidiyan ji fermanan re tu caran serî netewandîne. Gelo dixwazin berdewama Şengalê li wir pêk bînin? Gelo dixwazin riya koçberiyê wekin? Lê bila baş bizanin yek Êzidî jî li ser vê erdnigariyê bimîne, dê li baweriya xwe û çanda xwe xwedî derbikeve. Herî baweriya kevnar a li ser axa Mezopotamya ya Êzidiyan e. Êzidî dê carek din li baweriya xwe xwedî derbikeve û koçber nabe. Heger derbarê berpirsyarên vê yekê de lêpirsîn neyê destpê kirin, em ê giliyê wan kesan bikin.”
 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere