Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e 2018-05-22 09:33:45 AMED – Parlementera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca, têkildarî hilweşandina avahiya şînê ya Gundê Efşê ya Nisêbînê diyar kir ku wêneyên hilweşandina Şengalê û hilweşandina avahiya şînê dişibin hev.  Mala sersaxiyê ya ji aliyê Êzidiyên piştî salan vegeriyan malên xwe li Gundê Efşê ya çoltera Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ava kiribûn, ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat hilweşandin. Parlementera Êzidî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, bertek nîşanê hilweşandina Mala Şînê da û got ev encamê polîtîkayên Tirkiyeyê ya li ser Êzidiyan e.   ‘RAYEDARÊN DEWLETÊ BERSIVÊ NADIN’   Uca anî ziman di dîrokê de cara yekemîn avahiya şînê ji aliyê dewletê ve tê xerakirin  wiha axivî: “Demek dirêj e li dijî gelê Êzîdî zextên mezin heye. Dema mal hat avakirin piştî qeyûm hat ser şaredariyê, êrîşên li ser malbatan jî zêde bûn. Pere hat xwastin. Tê gotin ku tekiliyên malbatên cîgirê Waliyê Mêrdînê û Serokê AKP’ê ya navçeya Nisêbînê heye. Piştî ev rewş aşkere bû me xist rojeva meclîsê jî. Me ev rewş jî rayedarên dewletê û yên hiqumetê pirs kir û hê jî bersiv ne hatiye dayîn.”   ‘EV SIYASETA DEWLETÊ YA LI HEMBERÎ BAWERIYA ÊZIDIYAN E’   Uca diyar kir ku siyasetek taybet li hemberî civaka Êzidiyan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji ber hilweşandina mala şînê û derxistina Êzidiyan ji qampa AFAD’ê ya Amedê ku agahî jî ji van kesan nayê standin, rewşeke ber bi çav e. Çima nahêlin em qampa Êzidiyan ziyaret bikin. Li navçeya Beşîrî ya Elihê jî dest danîne li ser erdê Êzidiyan û tevlê biryara dadgehê jî nahêlin biçin li ser erdên xwe. Ji aliyekê ve erdê Êzidiyan tê desteser kirin ji aliyê din Êzidî li qampan wekî girtîgeha vekirî de tê girtin. Ev jî siyaseta dewletê ya li hemberî baweriya Êzidiyan e.”   ‘HILWEŞANDINA  AVAHIYA ŞÎNÊ WÊNEYÊ HILWEŞANDINA ŞENGALÊ YE’   Uca bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê li ser azadiya olan siyasetê dimeşîne û wiha pê de çû: “Lê li Tirkiyeyê her kes wekî tenê Misilman tê qebûl kirin. Bawerî û rengên civakê yên cûda hene. Ev rengên civakê xwedî bawerî ne, mafê van heye ku li gor çand û baweriya xwe bijî.” Uca êrîşên li hemberî Şengalê bi bîr xist û wiha lê zede kir: "Hilweşandina  avahiya şînê heman wêneyê hilweşandina avahiyên Şengalê ye."    ‘ÊZIDÎ NIKARIN BI BAWERIYA XWE AZAD BIJÎN’   Uca da zanîn ku Êzidî dê avahiya şînê ji nû ve ava bikin û ev tişt got: “Êzidî 72 ferman derbas kir lê tu caran serî netewandiye. Ji ber vê yekê ya herî giring xwedî derketin û rêxistin kirine. Bila her kes bizane bi xirab kirina avahiya şînê Êzidî hatin ba hev û soza ji nû ve avakirina avahiyê dan. Maskeya dewletê ya li hemberî civaka Êzidiyan carek din derket holê. Salên 90’î ji ber zilmê hezaran Êzidî koçberê ji derveyî welat kirin. Destur nedan ku bi baweriya xwe bijîn û nasnameya wan de bê ol di hat nivîsandin. Êzidî li vê welatê nikarin bi baweriya xwe azad bijîn û îro carek din heman rewş derdikeve holê. Îro dixwazin carek din dixwazin Êzidiyan koçber bike. Tiştek bi serê yek Êzidî were dewlet berspirsyare.”   ‘GELO DIXWAZIN BERDEWAM ŞENGALÊ LI WIR PÊK BÎNIN’   Uca da zanîn ku Êzidî rasti 72 fermanan hatine û her tim ji bo bawerî  û çanda xwe tekoşiya ne û wiha bi dawî kir: "Ezidiyan ji fermanan re tu caran serî netewandîne. Gelo dixwazin berdewama Şengalê li wir pêk bînin? Gelo dixwazin riya koçberiyê wekin? Lê bila baş bizanin yek Êzidî jî li ser vê erdnigariyê bimîne, dê li baweriya xwe û çanda xwe xwedî derbikeve. Herî baweriya kevnar a li ser axa Mezopotamya ya Êzidiyan e. Êzidî dê carek din li baweriya xwe xwedî derbikeve û koçber nabe. Heger derbarê berpirsyarên vê yekê de lêpirsîn neyê destpê kirin, em ê giliyê wan kesan bikin.”