ENQERE - 5 xwendekarên Zanîngeha Enqerê hatin binçavkirin.
Polîsên Midûryeta Enqerê serê sibê bi ser mala xwendekaran de girtin û lêgerîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku polîsan di serdegirtinê de xwendekarên Zanîngeha Enqerê Şaban Çoban, Ugur Çelîk, Ayşe Teke, Fevzî Taş û Atakan Ata binçav kirin.
Hinceta bi serdegirtina malan nehat zanîn û 5 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Enqerê.