5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin 2018-05-20 12:37:26   ENQERE - 5 xwendekarên Zanîngeha Enqerê hatin binçavkirin.   Polîsên Midûryeta Enqerê serê sibê bi ser mala xwendekaran de girtin û lêgerîn pêk anîn. Hat diyar kirin ku polîsan di serdegirtinê de xwendekarên Zanîngeha Enqerê Şaban Çoban, Ugur Çelîk, Ayşe Teke, Fevzî Taş û Atakan Ata binçav kirin.     Hinceta bi serdegirtina malan nehat zanîn û 5 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Enqerê.