AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin

  • rojane
  • 09:58 20 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Li Stenbolê di serdema AKP'ê de bi sedan projeyên rantê ketin meriyetê. Bi van porjeyên hatin avakirin di qada civakî, çandî û ekolojîk de talanî û wêranî pêş ket. Erdogan piştî referanduma 16'ê Nîsanê got "Me li vî bajarî îxanet kir û hêj em îxanetê dikin" û ev îxanet didome. Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê sozên ku AKP didin de got “Çi dibêje ne girîng e. Bi çi armancê dike? girîng e." 
 
Bajarê Stenbolê di milê qada civakî, çandî û ekolojîk de ji ber projeyên di 16 salên serdema AKP'ê de hatin kirin talan û wêran bû. Li ser vê yekê Serokomar Erdogan bi xwe piştî referanduma 16'ê Nîsanê gotibû "Me li vî bajarê îxanet kir û hêj em îxanetê dikin" Erdogan bi xwe mikur hatibû ku projeyên hatine amadekirin tev bi armanca rantê ne û zerar daye Stenbolê. Bi taybetî projeyên 16 salin di serdema Hikûmeta AKP'ê de li Stenbolê tên kirin di milê çandî, civakî û ekolojîk de zerarek mezin ava kiriye. Ji ber van projeyan êdî bajar nikare bêhnê bistîne û hem hewa qirêj dibe, hem jî di milê qada jiyanî de bûye wekî dojehê. Di serdema AKP'ê de qadên av, park, gol û axa bi bereket tev ji bo îmarê hatin vekirin û ekolojiyê zerarek mezin dît. Ji ber warên ekolojîk û dîrokî li Îmarê tên vekirin, her ku diçe qada jiyanê jî namîne. Piştî projeyên “veguhestina bajarvaniyê" xistin meriyetê bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi taybetî li navçeyên Fikirtepe, Sulukule, Ayazma, Gaziosmanpaşa ji nava bajar derxistin û derxistin dervê bajar. Şûna xaniyên van welatiyan jî pêşkêşî sermayedaran kirin. Niha li Stenbolê 121 balexanî hene. 117 heb di serdema AKP'ê de hatin avakirin. Serokê AKP'ê Erdogan jî piştî referanduma 16'ê Nîsanê ku deng li Stenbolê winda kirin got "Me li vî bajarî îxanet kir û em hêj îxanetê dikin" û li xwe mikur hat. Tevî vê yekê dîsa projeyên ku bajar talan û wêran dike û nexyeya civakî, çandî û ekolojîk xera dike berdewam dike. 
 
BEND Û GOLÊN BERÊ LI STENBOLÊ HEBÛN TUNE DIBIN
 
Di serdema AKP'ê de li Herêma Ewropa ya Stenbolê Benda Terkos, Alîbeykoy, gola Kuçukçekmece “Projeya Kanal İstanbul" tune dibin. Zindiyên ku li Gola Buyukçekmece dijîn tune dibin. Dîsa daristanên Bakur ê Stenbolê tev tune dibin. Daristana Fatihê ji îmarê re vekirin û Parka Gezî ya li Taksimê, Parka Findikli û gelek warên cemaweriyê ji herêmên mîmar û sanayê re hatin vekirin. Dîsa 3'emîn Balafirgeh tê avakirin. 3'emîn pir tê avakirin. Bi hezaran qatên înşaatê pêş dikevin. Ev proje xweza, ekolojî û mîmariya bajar xera dike û nefesê li bajar qut dike. 
 
Dîsa li herêma Anatoliya ya Stenbolê jî Daristanên Beykoz û Koruya Validebag her diçin qirêj dibin. Daristana Bakur yên hewceyên Istranca, Terkos, Buyukçekmece, Alibeykoy, Sazlidere û Anadolu Omerli, Elmalî û Darlik bi projeyên mezin tune dibin. Bi van projeyên mezin çavkaniyên avê, qatên daristanî, û çoltarên qadên çandiniyê tune dibin û bi sedan cureyên sewalan jî tune dibin. Dîsa ji ber Pira 3'emîn gelek qadên xwezayê talan bûn. Daristan hatin birin, çavkaniyên avê zuha bûn. Li gorî daneyên Odeya Endezyarên Derdorê jiber Pira 3'emîn li Qada Ewropa Hezar û 416 hektar, li Qada Anatoliya jî Hezar û 126 hektar bi giştî 2 hezar 542 hektar qada daristanê talan bû. 
Bi vê yekê avhewaya bajar jî hat guhertin. Ji bo Balafirgeha 3'emîn jî nêzî 1 milyona dar hatin birîn. Bi sed hezaran dar zerar dîtin. Hem hewayê qirêjdike û hem jî daristan hat tunekirin. Ji ber vê projeyê ava Benda Terkosê kem bû. Ji ber vê projeyê Bendavên Terkos, Alibeykoy, Pirinççî, zuha dibin. 
 
Dîsa projeya AKP'ê ku wekî “Projeya Sedsalê" bi nav dike ya "Projeya Kanal Îstanbul" li qerêma deryaya MArmara zerarek mezin ava dike. Proje ji Gola Kuçukçekmece dest pê dike heta Arnavutkoy u Karadenizê diçe. Ji ber vê projeyê di bin Deryaya Marmarayê de oksijen xilas dibe û bi xwe re bêhna hidrojen sulfurê zêde dibe. Ji ber vê behna genî êdî mirov nikare lê bijî. 
 
USTUN: GUH NEDE GOTINÊN WAN, LI EMELÊ WAN BINERIN
 
Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê sozên ku AKP didin de got “Çi dibêje ne girîng e. Bi çi armacê dike girîng e." 
Ustun, diyar kir ku êdî du cudahiya bajar û çoltarê ji hev nemaye û wiha got: “Vîna siyasî ku îdîa dike hebûna jiyana çandî, vîna gel tune nabe, gotinê wê û pratîka wê li dijî hev in. Îktîdarê hemû qadên xwezayê ji îmarê re vekirin. Belek û hafizaya bajar, tune dikin. Ew çi dibêje bila bêjin, ya girîng ne gotin e. Ya girîng kirina wê ye Ew tişta kiriye xizmeta çi dike û xizmeta kê dike ew girîng e. Gel dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek herî xurt bidie wan. Dengê ku em bavêjin sindoqê gotina me ya pêşerojê ye. Soza ku em bidin pêşeroja xwe ye. Her denge ku em bidin dê biçe azadiyê û azadiyê bi xwe  re bine." 
 
MA / Muhammet Dogru
 
 
 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere