AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin 2018-05-20 09:58:47   STENBOL - Li Stenbolê di serdema AKP'ê de bi sedan projeyên rantê ketin meriyetê. Bi van porjeyên hatin avakirin di qada civakî, çandî û ekolojîk de talanî û wêranî pêş ket. Erdogan piştî referanduma 16'ê Nîsanê got "Me li vî bajarî îxanet kir û hêj em îxanetê dikin" û ev îxanet didome. Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê sozên ku AKP didin de got “Çi dibêje ne girîng e. Bi çi armancê dike? girîng e."    Bajarê Stenbolê di milê qada civakî, çandî û ekolojîk de ji ber projeyên di 16 salên serdema AKP'ê de hatin kirin talan û wêran bû. Li ser vê yekê Serokomar Erdogan bi xwe piştî referanduma 16'ê Nîsanê gotibû "Me li vî bajarê îxanet kir û hêj em îxanetê dikin" Erdogan bi xwe mikur hatibû ku projeyên hatine amadekirin tev bi armanca rantê ne û zerar daye Stenbolê. Bi taybetî projeyên 16 salin di serdema Hikûmeta AKP'ê de li Stenbolê tên kirin di milê çandî, civakî û ekolojîk de zerarek mezin ava kiriye. Ji ber van projeyan êdî bajar nikare bêhnê bistîne û hem hewa qirêj dibe, hem jî di milê qada jiyanî de bûye wekî dojehê. Di serdema AKP'ê de qadên av, park, gol û axa bi bereket tev ji bo îmarê hatin vekirin û ekolojiyê zerarek mezin dît. Ji ber warên ekolojîk û dîrokî li Îmarê tên vekirin, her ku diçe qada jiyanê jî namîne. Piştî projeyên “veguhestina bajarvaniyê" xistin meriyetê bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi taybetî li navçeyên Fikirtepe, Sulukule, Ayazma, Gaziosmanpaşa ji nava bajar derxistin û derxistin dervê bajar. Şûna xaniyên van welatiyan jî pêşkêşî sermayedaran kirin. Niha li Stenbolê 121 balexanî hene. 117 heb di serdema AKP'ê de hatin avakirin. Serokê AKP'ê Erdogan jî piştî referanduma 16'ê Nîsanê ku deng li Stenbolê winda kirin got "Me li vî bajarî îxanet kir û em hêj îxanetê dikin" û li xwe mikur hat. Tevî vê yekê dîsa projeyên ku bajar talan û wêran dike û nexyeya civakî, çandî û ekolojîk xera dike berdewam dike.    BEND Û GOLÊN BERÊ LI STENBOLÊ HEBÛN TUNE DIBIN   Di serdema AKP'ê de li Herêma Ewropa ya Stenbolê Benda Terkos, Alîbeykoy, gola Kuçukçekmece “Projeya Kanal İstanbul" tune dibin. Zindiyên ku li Gola Buyukçekmece dijîn tune dibin. Dîsa daristanên Bakur ê Stenbolê tev tune dibin. Daristana Fatihê ji îmarê re vekirin û Parka Gezî ya li Taksimê, Parka Findikli û gelek warên cemaweriyê ji herêmên mîmar û sanayê re hatin vekirin. Dîsa 3'emîn Balafirgeh tê avakirin. 3'emîn pir tê avakirin. Bi hezaran qatên înşaatê pêş dikevin. Ev proje xweza, ekolojî û mîmariya bajar xera dike û nefesê li bajar qut dike.    Dîsa li herêma Anatoliya ya Stenbolê jî Daristanên Beykoz û Koruya Validebag her diçin qirêj dibin. Daristana Bakur yên hewceyên Istranca, Terkos, Buyukçekmece, Alibeykoy, Sazlidere û Anadolu Omerli, Elmalî û Darlik bi projeyên mezin tune dibin. Bi van projeyên mezin çavkaniyên avê, qatên daristanî, û çoltarên qadên çandiniyê tune dibin û bi sedan cureyên sewalan jî tune dibin. Dîsa ji ber Pira 3'emîn gelek qadên xwezayê talan bûn. Daristan hatin birin, çavkaniyên avê zuha bûn. Li gorî daneyên Odeya Endezyarên Derdorê jiber Pira 3'emîn li Qada Ewropa Hezar û 416 hektar, li Qada Anatoliya jî Hezar û 126 hektar bi giştî 2 hezar 542 hektar qada daristanê talan bû.  Bi vê yekê avhewaya bajar jî hat guhertin. Ji bo Balafirgeha 3'emîn jî nêzî 1 milyona dar hatin birîn. Bi sed hezaran dar zerar dîtin. Hem hewayê qirêjdike û hem jî daristan hat tunekirin. Ji ber vê projeyê ava Benda Terkosê kem bû. Ji ber vê projeyê Bendavên Terkos, Alibeykoy, Pirinççî, zuha dibin.    Dîsa projeya AKP'ê ku wekî “Projeya Sedsalê" bi nav dike ya "Projeya Kanal Îstanbul" li qerêma deryaya MArmara zerarek mezin ava dike. Proje ji Gola Kuçukçekmece dest pê dike heta Arnavutkoy u Karadenizê diçe. Ji ber vê projeyê di bin Deryaya Marmarayê de oksijen xilas dibe û bi xwe re bêhna hidrojen sulfurê zêde dibe. Ji ber vê behna genî êdî mirov nikare lê bijî.    USTUN: GUH NEDE GOTINÊN WAN, LI EMELÊ WAN BINERIN   Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê sozên ku AKP didin de got “Çi dibêje ne girîng e. Bi çi armacê dike girîng e."  Ustun, diyar kir ku êdî du cudahiya bajar û çoltarê ji hev nemaye û wiha got: “Vîna siyasî ku îdîa dike hebûna jiyana çandî, vîna gel tune nabe, gotinê wê û pratîka wê li dijî hev in. Îktîdarê hemû qadên xwezayê ji îmarê re vekirin. Belek û hafizaya bajar, tune dikin. Ew çi dibêje bila bêjin, ya girîng ne gotin e. Ya girîng kirina wê ye Ew tişta kiriye xizmeta çi dike û xizmeta kê dike ew girîng e. Gel dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek herî xurt bidie wan. Dengê ku em bavêjin sindoqê gotina me ya pêşerojê ye. Soza ku em bidin pêşeroja xwe ye. Her denge ku em bidin dê biçe azadiyê û azadiyê bi xwe  re bine."    MA / Muhammet Dogru