Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan

  • rojane
  • 09:19 20 Gulan 2018
  • |
img
AMED - Hilbijêrên Amedê, anî ziman ku ew dengê xwe nedin kesên ku xaniyên wan rûxandin û gel dixapînin. Welatiyan diyar kir ku dê kurd dengê xwe nedin îtifaqên hatine çêkirin, dê bidin HDP'ê û gotin: "Heta niha me nedîtiye ku AKP tiştekî baş kiriye, em ê ji niha û pê ve jî nebînin. Loma kes ji me deng nade Erdogan." 
 
Li Amedê hilbijêrên ku me mîkrofon ber bi wan ve hêl kir, destnîşan kir ku ew ê qethiyen dengê xwe nedin kesên xaniyên wan rûxandin û gel dixapînin. 
 
‘MIN DENG DIDA AKP'Ê LÊ JI NIHA Û PÊ VE EZ Ê BIDIM HDP'Ê' 
 
Vedat Hazel ku li Taxa Fatîh a navçeya navendî ya Rezanê rûdinê, diyar kir ku wî berê deng dida AKP'ê, lê belê ew ê ji niha û pê ve dengê xwe bide HDP'ê. Hazel sedemên vê yekê jî wiha rêz kirin: "Dema Erdogan hat Amedê li ber çavê gel got, 'pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Lê her ku çû kurd xapandin. Paşê şer derket û tu tişt baş nebû. Ez ji Serkomarê me dipirsim. Tu hatî vira û te kurd xapandin. Te got 'ez ê aştiyê çêbikim', lê te pêk neanî. Çima em dengê xwe bidin te? Me baweriya xwe bi te anî, lê te herkes girt û bi awayekî wekhev nêz nebûyî. Ka edalet? Tu li wira li ser qoltixa xwe ya zêrîn rûnê, lê li vira xaniyên mirovan tune ne." 
 
‘EM DENG NADIN KESÊN XANIYÊN ME RÛXANDIN' 
 
Turkan Çelîk ku piştî mala wê ya li Sûrê hat rûxandin, li Taxa Kor Hatê ya Rezanê bi cih bû got: "Em dengê xwe didin xwe. Tekane partiya ku zimanê me, çanda me û rengê me dide der HDp ye û em li pişta partiya xwe ne. Em ê deng nedin kesên me bi zorê ji malên me derxistin. Belaheq û belasebeb em ji xaniyên me derxistin. Niha em di kirê de rûdinên. Zar û zêçên min çûn bajarên din, belawela bûn. Sedema vê hikûmet e. Heta niha me nedîtiye tiştekî baş kiriye, dê ji niha û pê ve jî neke. Loma kes ji me deng nade Erdogan." 
 
‘ÎTIFAQA AKP-MHP'Ê ÎTIFAQA XAPANDINÊ YE' 
 
Tahsîn Surucu ku dikana wî li Kolana Goçmenler a Rezanê ye, diyar kir ku ew polîtîkayên AKP'ê naecibînin û ew doza aştî û azadiyê dikin û got: "Û ev yek jî bi HDP'ê pêkan e. Îtifaqa AKP-MHP'ê îtifaqa xapandinê ye û dê kurd destekê nedin vê îtifaqê. Bila AKP ji Amedê û gelê kurd hêviya dengan neke. Dengê me ji bo HDP'ê ye." Yûsûf Sebûkê ku peywirdarê ewlehiya taybet e destnîşan kir ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê, çimkî ji bilî HDP'ê tu hêviyeke gelan tune ye. 
 
Vezîre Selman jî, destnîşan kir ku bi lêv kir ku AKP zilmê li gel dike, loma ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. Selamn got: "16 sal in me nedîtiye ku AKP ji bo gel tiştek kiriye. Her diçe xizanî zêdetir dibe. Naxwazim bibe îktîdar. Jixwe MHP dijminê kurda ye. AKP jî pê re îtifaq çêkiriye. Tu xêra vê îtifaqê ji bo kurdan tune ye, lê belê dê zilmê li kurdan bike. Gelê me dikare aştiyê pêk bîne, ew jî partiya me ye. Em ê dengê xwe bidin xwe." 
 
MA / Esra Solin Dal
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere