Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan 2018-05-20 09:19:19   AMED - Hilbijêrên Amedê, anî ziman ku ew dengê xwe nedin kesên ku xaniyên wan rûxandin û gel dixapînin. Welatiyan diyar kir ku dê kurd dengê xwe nedin îtifaqên hatine çêkirin, dê bidin HDP'ê û gotin: "Heta niha me nedîtiye ku AKP tiştekî baş kiriye, em ê ji niha û pê ve jî nebînin. Loma kes ji me deng nade Erdogan."    Li Amedê hilbijêrên ku me mîkrofon ber bi wan ve hêl kir, destnîşan kir ku ew ê qethiyen dengê xwe nedin kesên xaniyên wan rûxandin û gel dixapînin.    ‘MIN DENG DIDA AKP'Ê LÊ JI NIHA Û PÊ VE EZ Ê BIDIM HDP'Ê'    Vedat Hazel ku li Taxa Fatîh a navçeya navendî ya Rezanê rûdinê, diyar kir ku wî berê deng dida AKP'ê, lê belê ew ê ji niha û pê ve dengê xwe bide HDP'ê. Hazel sedemên vê yekê jî wiha rêz kirin: "Dema Erdogan hat Amedê li ber çavê gel got, 'pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Lê her ku çû kurd xapandin. Paşê şer derket û tu tişt baş nebû. Ez ji Serkomarê me dipirsim. Tu hatî vira û te kurd xapandin. Te got 'ez ê aştiyê çêbikim', lê te pêk neanî. Çima em dengê xwe bidin te? Me baweriya xwe bi te anî, lê te herkes girt û bi awayekî wekhev nêz nebûyî. Ka edalet? Tu li wira li ser qoltixa xwe ya zêrîn rûnê, lê li vira xaniyên mirovan tune ne."    ‘EM DENG NADIN KESÊN XANIYÊN ME RÛXANDIN'    Turkan Çelîk ku piştî mala wê ya li Sûrê hat rûxandin, li Taxa Kor Hatê ya Rezanê bi cih bû got: "Em dengê xwe didin xwe. Tekane partiya ku zimanê me, çanda me û rengê me dide der HDp ye û em li pişta partiya xwe ne. Em ê deng nedin kesên me bi zorê ji malên me derxistin. Belaheq û belasebeb em ji xaniyên me derxistin. Niha em di kirê de rûdinên. Zar û zêçên min çûn bajarên din, belawela bûn. Sedema vê hikûmet e. Heta niha me nedîtiye tiştekî baş kiriye, dê ji niha û pê ve jî neke. Loma kes ji me deng nade Erdogan."    ‘ÎTIFAQA AKP-MHP'Ê ÎTIFAQA XAPANDINÊ YE'    Tahsîn Surucu ku dikana wî li Kolana Goçmenler a Rezanê ye, diyar kir ku ew polîtîkayên AKP'ê naecibînin û ew doza aştî û azadiyê dikin û got: "Û ev yek jî bi HDP'ê pêkan e. Îtifaqa AKP-MHP'ê îtifaqa xapandinê ye û dê kurd destekê nedin vê îtifaqê. Bila AKP ji Amedê û gelê kurd hêviya dengan neke. Dengê me ji bo HDP'ê ye." Yûsûf Sebûkê ku peywirdarê ewlehiya taybet e destnîşan kir ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê, çimkî ji bilî HDP'ê tu hêviyeke gelan tune ye.    Vezîre Selman jî, destnîşan kir ku bi lêv kir ku AKP zilmê li gel dike, loma ew ê dengê xwe bidin HDP'ê. Selamn got: "16 sal in me nedîtiye ku AKP ji bo gel tiştek kiriye. Her diçe xizanî zêdetir dibe. Naxwazim bibe îktîdar. Jixwe MHP dijminê kurda ye. AKP jî pê re îtifaq çêkiriye. Tu xêra vê îtifaqê ji bo kurdan tune ye, lê belê dê zilmê li kurdan bike. Gelê me dikare aştiyê pêk bîne, ew jî partiya me ye. Em ê dengê xwe bidin xwe."    MA / Esra Solin Dal