Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna

  • rojane
  • 09:07 20 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Zubeyde Tepe, dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê, 25 salin li kiryarên kurê xwe digere. Tepe ku di 1995'an de li Qada Galatasarayê tev li Dayikên Şemiyê dibe, got kurê wê her roj di bîra wê de ye. 
 
Dayikên Şemiyê ku ji bo kiryarên zarok û xizmên xwe yên bûne qurbanê cinayetên siyasî bibînin, ji 27'ê Gulana 1995'an ve berê xwe didin Qada Galatsarayê. Yek ji van dayikan jî, Zubeyde Tepe, dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, ye. Dayik Tepe diyar kir ku ji roja ku kurê wê hatiye kuştin heta niha, tam 25 salin ew ji bo darizandina kujerên kurê tu derî nemane li wan nexistiye. 
 
Ferhat Tepe, di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de dema xwarina ku herî jê hez dike kartolan dixwe û ji malê derdikeve, hin kesên sivîl û bêtêl bi wan re wî direvînin. Kesên Ferhat Tepe direvînin, bi telefonê li malabatê digerin şertê ku divê bavê wî Îshak Tepe ku wê demê Serokê DEP'a Bedlîsê ye îstifa bike, milyarek wê demê û berdana 4 turîstên ku wê demê rêxistinê ew revandin didin ber wan. Li ser vê yekê tu dever namîne ku malbata Tepe serî lê nade. Piştî Ferhat tepe tê revandin, malbat dest bi greva birçîbûnê dike. Di vê navê de bi desteke gelên Bedlîsê pereyê ku kesên Tepe revandin xwestin tê komkirin. Dema malbat diçe cihê hatiye diyarkirin, kesî nabînin. Lê belê di 8'ê Tebaxê de cenazeyê Ferhat Tepe li peravên Sîvrîceyê yê Gola Hezerê ji aliyê masîvanekî ve tê dîtin. Ji ber wê wê demê baş nehat belavkirin hayê kesî ji cenaze çênebû û ji aliyê Şaredariya Xarpêtê ve li Goristana Asrî ay Xarpêtê hat definkirin. Piştî demekê hayê malbatê û rojnameyê ji cenaze çêdibe û cenaze ji vir tê derxistin û tê teşhîskirin. Di otopsiya cenazeyê Tepe de, tê fêmkirin ku bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin, cixare li ser bedena wî hatine tefandin û qirika wî bi têlê hatiye jidandin û fetisandin. Paşê bi karwaneke mezin a wesayîtan cenaze li Bedlîsê hat definkirin. Dayik Zubeyde Tepe, ji ber ku tim dixwaze kurê wê bi awayekî rûken bê ber çavên wê naxwaze cenaze bibîne. 
 
Ji bo kujer bên darizandin malbat serî li gelek cihan dide, lê belê hemû rê li ber wan tên xitimandin. Wekî bi hezaran cinayetên kiryar nediyar, kiryarên Ferhat Tepe jî nehatin dîtin. 
 
Piştî ku Ferhat tepe tê kuştin, malbat ji ber çewisandinên dewletê ji neçarî di sala 1994'an de berê xwe dide Stenbolê. Piştî malbat tê Stenbolê, dayik Zubeyde Tepe dev ji lêgerîna xwe ya ji bo dîtina kujeran nasekine û berê xwe dide Qada Galatasarayê û tevî dayikên ku zarok û xizmên wan hatine windakirin. Ji wê rojê ve dayik Tepe her hefte roja Şemiyê berê xwe dide Qada Galatasarayê. 
 
‘25 SALIN DIFIKIRIM' 
 
Dayik Tepe îşkenceya li kurê wê hat kirin bi bîr xist û dema behsa kir bi xwe nikaribû û hêstir ji çavan bariyan. Dayik Tepe got: "Birîna fîşekan jî xweş e. Dema kurê min di rê de biçûna û ji paş ve berdanayê, dê evqasî ne êşbar bûna. Naxwazim bînim bîra xwe çi anîn serê kurê min. Dema xwarinê dixwim, li parkê rûdinêm, di rê de dimeşim kurê min tê bîra min. Tu hizûra me nemaye. 25 salin her roj difikirim: Dibêjim roj bê û ji bîr bikim." 
 
Dayik Tepe, wêneyê kurê xwe Ferhat li quncika çepê ya malê daliqandiye. Qewlik, parfum, şe û du wênekêşên kurê xwe li vîtrinê bi cih kiriye. Dayik Tepe got "gelek zehmet e" û domand: "Kurê min ne nexweş bû. Wî kuştin. Berxê min kuştin. Dê kurê min pir bijiyana. Nan û ava wî ji dest girtin." 
 
‘PIŞTÎ FERHAT MIN CEJN PÎROZ NEKIR' 
 
Dayik Tepe, diyar kir ku piştî kuştina kurê wê, wê roja dayikan û cejn pîroz nekirine û got: "Kurê min di cejnan de kincên xwe datanîn ber serê xwe. Heyecana wî zêde dibû. Mal bi mal digeriya û şekir berhev dikirin. Piştî kuştina kurê min, min nexwest cejna kesî pîroz bikim." Her wiha dayik Tepe bi lêv kir ku piştî kuştina kurê wê, wê kartol ku kurê wê pir jê hez dikir jî çênekirin. 
 
‘DEMA BÎ NÛÇEGIHAN PIR KÊFXWEŞ BÛBÛ' 
 
Dayik Tepe, diyar kir ku dema wan Ferhat dîtiye ji bêrîka wî tenê 25 qurîş derketiye û got: "Wê çaxê rewşa me nebaş bû. Xwezî kincên wî û wênekêşên wî yên xweşik hebûna. Ferhat zarokekî cuda bû. Pir hestiyar bû. Ji gerê hez dikir. Ji ber ku bûbû nûçegihan pir kêfa wî hatibû. Ji karê xwe pir hez dikir. Dema ji şînekê hatim û dît ez xemgîn bûme got 'Dayê ji bo şehîdan negirîn, xemgîn nebin.' Piştî hefteyekê şûn de wî kuştin." 
 
‘EZ KUJERÊN KURÊ XWE DIXWAZIM' 
 
Tepe destnîşan kir ku ew kujerên kurê xwe dixwaze û got: "Eger dewlet dewleta min be bila kujeran bibîne. Bila bên darizandin. Çi sûcê kurê min hebû? Qey ji ber kurd bû? Qey ji ber rojnamevan bû? Çima ev mirov hatin kuştin? Eger niha Ferhat saxbûna niha porê wî spî bûbû. Ji wê rojê heta niha şer didome. Mirovê tên kuştin. Eger sûc hebe, dadgeh hene. Îjar kuştin çî ye? Felaketeke wekî Tsûnamyiyê tê û tê te dibin. Bi kuştina gelê kurd şer naqede. Em şer naxwazin. Divê ev şer raweste. Divê aştî çêbibe. Em bira ne. Ji bo çi me dikujin? Çi doza wan bi kurda re heye? Kurd doza zimanê xwe, nasnameya xwe dikin. Nasnameyek min heye. Tenê ez doza tiştekî aîdê min dikim. Divê ez bêjim axirê ez kurd im. Ez nabêjim. Li cîhanê bi hezaran nîjad hene. Ya girîng ew e ku mirov bêje axirê em mirov in." 
 
Tepe, bi lêv kir ku Dayikên Şemiyê bûne sembol û got: "Em ligel zarokên xwe li qada ne. Ew di dilê me de ne. Dayikên ku hestiyên zarokên xwe nedîtine hene. Hîn jî ew li şaneşînê li benda zarokên xwe ne. Em û dayikên din piştevaniya hevdu dikin." 
 
MA / Melike Ceyhan 
 

Sernavên din

22/05/2018
16:31 3 karker di karê înşatetê de jiyana xwe ji dest dan
15:11 Li Şemrexê du birayên hev hatin binçavkirin
15:01 Buldan: Namzetên me namzetên têkoşîn û berxwedanê ne
Temellî: Em dê karê xwe yê nîvco temam bikin
15:00 Doza rojnameger Alayumat û Akman sibê ye
14:30 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 757'emîn serlêdan hat kirin
14:30 Dadgeha bilind dibe ku Demîrtaş texliye bike
13:49 Hevserokên HDP’ê: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
13:49 Demîrtaş: Dem dema qezenc kirinê ye
13:47 Jinên HDP’î danezana hilbijartinê aşkere kirin: Jin dê ve pergala zordestiyê biguherînin
13:14 HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir
13:13 Rojnameger Sayilgan û Kaya sibê derdikevin pêşberî dadger
13:12 OHP'ê rapora adar-nîsanê ya girtîgehan aşkere kir
12:53 Tosun: Ji bo ez bibim dengê malbatên Sûrê namzet im
12:33 HDP li Stenbolê bi rihê seferberiyê dixebite
12:33 Di doza Medenî Yildirim de keşîf hat xwestin
11:53 Xwestin doza Bîlgen bi dosyeya Demîrtaş re bikin yek
11:36 Careke din sotemenî zem kirin
11:19 Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin
10:57 HDP namzetên xwe didin nasandin
10:33 ‘Nisêbîniyan: Em ê wêrankirinê û kuştina mirovan ji bîr nekin
10:32 Di cînayetên kar de 4 karker mirin
10:12 Tarik Ziya Ekîncî: Tekane alternatîfa li dijî rejîmê HDP ye
09:46 Girtiyên PKK’û DAIŞ’î kirin heman qawişê
09:33 Uca: Hilweşandina avahiya şînê û hilweşandina Şengalê yek e
09:31 Jinên muzîsyen xwestin gel dakevin kolanan strana azadiyê bêjin
09:30 AKP’ê Atan a ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê kir namzet
09:30 Projeya Geliyê Dîcleyê taloqî piştî hilbijartinê kirin
09:27 Îdianameya der barê Çapxaneya Gunê de hat amadekirin
09:26 Li Sûrê li ber Desteya Parastinê avahiyek qaçax ava kirin
09:26 Dikandarê 13 zarok îstismar kirin reviya!
09:25 Li Edeneyê armanca HDP’ê 4 parlementer in
09:23 Rêwîtiya masîpankan dest pê kir
09:23 Hunermend Çat: Sîgorteya Tirkiyeyê HDP û kurd in
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2018'AN
21/05/2018
19:33 Dadgehê daxwaza berdana Demrtaş red kir
18:18 Bajar bi bajar namzetên HDP'ê diyar bûn
17:50 Li Şirnexê tevgera leşkerî
17:25 HDP lîsteya namzetan teslîmî YSK’ê kir
16:31 Îdîaya goristanek aîdê HPG’iyan li Colemêrgê hat dîtin
16:27 KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e
16:03 7 sal cezayê girtîgehê dan hevşaredarê Wêranşarê
15:06 Malbatên xwendekaran: Heta midûr îstîfa bike em ê têbikoşin
14:44 Li Venezuelayê careke din Maduro bi ser ket
14:27 Bîlgen: Divê Demîrtaş bê berdan û hikûmet bêdeng nemîne
14:23 Navê hinek namzetên HDP'ê zelal bûn
13:46 ‘Têkoşîna edaletê ya ji bo Roboskê dê berdewam bike’
13:06 Bajarên Hevserokên HDP’ê lê bibin namzet diyar bûn
12:35 Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne
12:31 HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye
11:53 Mîtînga Yildirim a Amedê neket ‘hewza medyayê’!
11:11 Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo
10:17 Li Efrînê îbadetxaneyên elewiyan kirin navendên leşkerî
09:59 Rûxandina mala taziyê ya Êzidiyan, dewama hişmendiya li Şengalê ye
09:37 Piştî fitarê kom bi kom diçin buroyên HDP’ê
09:23 Dolar bi 4.52 TL, Euro bi 5.31 TL hat hûrkirin
09:22 Li Mêrdin û hemû navçeyên wê komîsyonên jinan ava kirin e
09:22 Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan
09:21 Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc
09:21 Lêçûna Banka Ziraatê çû ku?
09:20 Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin
09:19 Berdevkê Alinteri: Îktîdar li şûna hêviyê tirsê belav dike
09:18 Warê Şeyh Bedreddin Ortaklar: Em dê ji bo serkeftina HDP’ê têbikoşin
09:18 Tevî pitika xwe ya 9 mehî xebata HDP'ê dike
09:17 Bîrlîk: Em xebatên hilbijartinê bi gel re dimeşînin
09:16 Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Li Rihayê erd hejiya
20/05/2018
18:56 Traktor heye lê mazot tune ye
18:15 Êlihî: Em ê mohra xwe li HDP’ê bidin
17:49 Serokê MED DER'ê: Ziman stûna civakê ye
17:33 Parlamenterên HDP’ê Gundê Eşfê ziyaret kirin: Em dê mala şînê dîsa ava bikin
16:29 Rejîma Îranê kolberek din kuşt
16:28 Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:26 HDP’ê li Mereşê buroya hilbijartinê vekir
15:58 Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in?
15:58 'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye'
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere