Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna 2018-05-20 09:07:26   STENBOL - Zubeyde Tepe, dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê, 25 salin li kiryarên kurê xwe digere. Tepe ku di 1995'an de li Qada Galatasarayê tev li Dayikên Şemiyê dibe, got kurê wê her roj di bîra wê de ye.    Dayikên Şemiyê ku ji bo kiryarên zarok û xizmên xwe yên bûne qurbanê cinayetên siyasî bibînin, ji 27'ê Gulana 1995'an ve berê xwe didin Qada Galatsarayê. Yek ji van dayikan jî, Zubeyde Tepe, dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, ye. Dayik Tepe diyar kir ku ji roja ku kurê wê hatiye kuştin heta niha, tam 25 salin ew ji bo darizandina kujerên kurê tu derî nemane li wan nexistiye.    Ferhat Tepe, di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de dema xwarina ku herî jê hez dike kartolan dixwe û ji malê derdikeve, hin kesên sivîl û bêtêl bi wan re wî direvînin. Kesên Ferhat Tepe direvînin, bi telefonê li malabatê digerin şertê ku divê bavê wî Îshak Tepe ku wê demê Serokê DEP'a Bedlîsê ye îstifa bike, milyarek wê demê û berdana 4 turîstên ku wê demê rêxistinê ew revandin didin ber wan. Li ser vê yekê tu dever namîne ku malbata Tepe serî lê nade. Piştî Ferhat tepe tê revandin, malbat dest bi greva birçîbûnê dike. Di vê navê de bi desteke gelên Bedlîsê pereyê ku kesên Tepe revandin xwestin tê komkirin. Dema malbat diçe cihê hatiye diyarkirin, kesî nabînin. Lê belê di 8'ê Tebaxê de cenazeyê Ferhat Tepe li peravên Sîvrîceyê yê Gola Hezerê ji aliyê masîvanekî ve tê dîtin. Ji ber wê wê demê baş nehat belavkirin hayê kesî ji cenaze çênebû û ji aliyê Şaredariya Xarpêtê ve li Goristana Asrî ay Xarpêtê hat definkirin. Piştî demekê hayê malbatê û rojnameyê ji cenaze çêdibe û cenaze ji vir tê derxistin û tê teşhîskirin. Di otopsiya cenazeyê Tepe de, tê fêmkirin ku bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin, cixare li ser bedena wî hatine tefandin û qirika wî bi têlê hatiye jidandin û fetisandin. Paşê bi karwaneke mezin a wesayîtan cenaze li Bedlîsê hat definkirin. Dayik Zubeyde Tepe, ji ber ku tim dixwaze kurê wê bi awayekî rûken bê ber çavên wê naxwaze cenaze bibîne.    Ji bo kujer bên darizandin malbat serî li gelek cihan dide, lê belê hemû rê li ber wan tên xitimandin. Wekî bi hezaran cinayetên kiryar nediyar, kiryarên Ferhat Tepe jî nehatin dîtin.    Piştî ku Ferhat tepe tê kuştin, malbat ji ber çewisandinên dewletê ji neçarî di sala 1994'an de berê xwe dide Stenbolê. Piştî malbat tê Stenbolê, dayik Zubeyde Tepe dev ji lêgerîna xwe ya ji bo dîtina kujeran nasekine û berê xwe dide Qada Galatasarayê û tevî dayikên ku zarok û xizmên wan hatine windakirin. Ji wê rojê ve dayik Tepe her hefte roja Şemiyê berê xwe dide Qada Galatasarayê.    ‘25 SALIN DIFIKIRIM'    Dayik Tepe îşkenceya li kurê wê hat kirin bi bîr xist û dema behsa kir bi xwe nikaribû û hêstir ji çavan bariyan. Dayik Tepe got: "Birîna fîşekan jî xweş e. Dema kurê min di rê de biçûna û ji paş ve berdanayê, dê evqasî ne êşbar bûna. Naxwazim bînim bîra xwe çi anîn serê kurê min. Dema xwarinê dixwim, li parkê rûdinêm, di rê de dimeşim kurê min tê bîra min. Tu hizûra me nemaye. 25 salin her roj difikirim: Dibêjim roj bê û ji bîr bikim."    Dayik Tepe, wêneyê kurê xwe Ferhat li quncika çepê ya malê daliqandiye. Qewlik, parfum, şe û du wênekêşên kurê xwe li vîtrinê bi cih kiriye. Dayik Tepe got "gelek zehmet e" û domand: "Kurê min ne nexweş bû. Wî kuştin. Berxê min kuştin. Dê kurê min pir bijiyana. Nan û ava wî ji dest girtin."    ‘PIŞTÎ FERHAT MIN CEJN PÎROZ NEKIR'    Dayik Tepe, diyar kir ku piştî kuştina kurê wê, wê roja dayikan û cejn pîroz nekirine û got: "Kurê min di cejnan de kincên xwe datanîn ber serê xwe. Heyecana wî zêde dibû. Mal bi mal digeriya û şekir berhev dikirin. Piştî kuştina kurê min, min nexwest cejna kesî pîroz bikim." Her wiha dayik Tepe bi lêv kir ku piştî kuştina kurê wê, wê kartol ku kurê wê pir jê hez dikir jî çênekirin.    ‘DEMA BÎ NÛÇEGIHAN PIR KÊFXWEŞ BÛBÛ'    Dayik Tepe, diyar kir ku dema wan Ferhat dîtiye ji bêrîka wî tenê 25 qurîş derketiye û got: "Wê çaxê rewşa me nebaş bû. Xwezî kincên wî û wênekêşên wî yên xweşik hebûna. Ferhat zarokekî cuda bû. Pir hestiyar bû. Ji gerê hez dikir. Ji ber ku bûbû nûçegihan pir kêfa wî hatibû. Ji karê xwe pir hez dikir. Dema ji şînekê hatim û dît ez xemgîn bûme got 'Dayê ji bo şehîdan negirîn, xemgîn nebin.' Piştî hefteyekê şûn de wî kuştin."    ‘EZ KUJERÊN KURÊ XWE DIXWAZIM'    Tepe destnîşan kir ku ew kujerên kurê xwe dixwaze û got: "Eger dewlet dewleta min be bila kujeran bibîne. Bila bên darizandin. Çi sûcê kurê min hebû? Qey ji ber kurd bû? Qey ji ber rojnamevan bû? Çima ev mirov hatin kuştin? Eger niha Ferhat saxbûna niha porê wî spî bûbû. Ji wê rojê heta niha şer didome. Mirovê tên kuştin. Eger sûc hebe, dadgeh hene. Îjar kuştin çî ye? Felaketeke wekî Tsûnamyiyê tê û tê te dibin. Bi kuştina gelê kurd şer naqede. Em şer naxwazin. Divê ev şer raweste. Divê aştî çêbibe. Em bira ne. Ji bo çi me dikujin? Çi doza wan bi kurda re heye? Kurd doza zimanê xwe, nasnameya xwe dikin. Nasnameyek min heye. Tenê ez doza tiştekî aîdê min dikim. Divê ez bêjim axirê ez kurd im. Ez nabêjim. Li cîhanê bi hezaran nîjad hene. Ya girîng ew e ku mirov bêje axirê em mirov in."    Tepe, bi lêv kir ku Dayikên Şemiyê bûne sembol û got: "Em ligel zarokên xwe li qada ne. Ew di dilê me de ne. Dayikên ku hestiyên zarokên xwe nedîtine hene. Hîn jî ew li şaneşînê li benda zarokên xwe ne. Em û dayikên din piştevaniya hevdu dikin."    MA / Melike Ceyhan