AGIRÎ - Hevserokê DEM Partiyê yê Giyadînê Ahmet Karatay di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Giyadînê Ahmet Karatay di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê daye destpêkirin de di saetên serê sibê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku Karatay ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birine Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.