Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin 2024-04-17 10:24:53   AGIRÎ  - Hevserokê DEM Partiyê yê Giyadînê Ahmet Karatay di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Giyadînê Ahmet Karatay di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê daye destpêkirin de di saetên serê sibê de di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Hate diyarkirin ku Karatay ê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birine Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.