Bagera Cizirê ku 17 rojin didome xwe gîhand sînorê Iraqê

  • rojane
  • 10:21 17 Gulan 2018
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Operasyona Bagera Cizîrê ku 17 rojin didome, xwe gîhand sînorê Iraqê. Bagera Cizîrê ku ji ber operasyona TSK-OSO ya li dijî Efrînê navber dabû, di 1'ê Gulanê de dîsa dest pê kir, xwegîhand Bajaroka Hecîn a ku tê gotin Rêberê DAİŞ'ê Ebu Bekir El Bagdadî xwe lê veşartiye. Fermandar Şêrgo Hesekê eşkere kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. 

Bagera Cizîrê ku di 1'ê Gulanê de li Dêra Zorê dest pê kir, her ku diçe pêşve diçe û xwe gihînad sînorê Iraqê. Bagera Cizîrê li aliyê din xwe gîhand Bajaroka Hecîn a tê gotin Rêberê DAİŞ'ê Ebu Bekir El Bagdadî xwe lê veşartiye. 
 
Li Sûriye piştî Homsê duyemîn bajarê Mezin, Dêra Zorê ye. Bi firehbûna 33 km çarkoşe ye ev yek tê wata ku Dêr ji sedî 17 ji xaka Sûriyê pêk tê û nêzî milyon kesî berî şerê Sûriyê li vir dijiyan. Ev parêzgeh bi çanda xwe ya dîrokî tê naskirin. Çemê Firatê ku di nava Dêrê re derbas dibe, wê dike du perçe, rojhilat û rojava.  Parêzgeha Dêra Zorê wek deriyê rojhilatî Sûriyê ye. Parêzgehên Sûriyê digihîne hev. Tê de bajarokê Abû Kemal heye. Ev bajarok noqteyek Istatîjîke ku ew noqteya dawî ku çemê Firatê tê de derbas dibe berî ku derbasî Iraqê bibe. Rêjîmê li Abû Kemal bargehek li Zekef bakurê rojhilatê Tenef avakiriye. Wek ku tê zanîn li Tenef jî bargehek koalisyonê bi serkêşiya Amerîka yê heye. Belafigeha Dêra Zorê ya leşkerî heye. Belafirgeh 10 km li rojhilatê Dêrê dikeve. Rêjîma Sûriyê ji vê belafirgehê êrîşî muxalefetê dikir.  Dêra Zorê bi dewlemenidiya xwe ya bin erd tê naskirin ku sed bîrên pitrol û xazê lê heye. Bîrên li Dêrê ji mezintirîn  hilberînên nift û gazê li Sûriyê ne, ku berî şerê li Sûriyê 30 hezar qazan jê dihat derxistin.  Dêra Zorê noqteya dawî ya DAIŞ li Sûriyayê ye. Piştî rizgarkirina Reqa paytexta DAIŞ’ê rêveber û fermandarên DAIŞ xwe li Dêra Zorê bicih kirin û xwestin ku xwe komî ser hevbikin da êrîşî herêmê din bikin. 
 
OPRASYONA BAGERA CIZÎRÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DEST PÊ KIR
 
Parêzgeha Dêra Zorê ji destpêkên herêmên li dijî rêjîma Esad rabûn ser piyan. Şêniyên herêmê di adara 2011’an de serê xwe rakirin. Ev yêk bû sedema ku rêjîm hêzê li dijî sivîlan bi kar bîne.  Tevî vê yekê şêniyên herêmê serê xwe netewandin ji rêjîmê re. Rewşa fewdal rê li ber derbasbûna hêzên biyanî û rêxistinkirina xwe li wir. Di Nîsana 2014’an de DAIŞ li dijî herêmê êrîşek xurt pêk anî. Piştî DAIŞ hat herêmê di navbera muxalefeta herêmê û DAIŞ’ê de şer pêk hat. Piştî DAIŞ’ê serweriya xwe li herêmê ferz kir, komkujî pêk anîn.  Ji ber kiryarên DAIŞ’ê yên talankirin û xerakirinê arabiya herêma Cizîrê xera kir. Her ku DAIŞ'ê êrîşî bajarekî dikir, mayîn diçandin. Ji ber vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyona bi navê Bagera Cizîrê ragihandin.  
QSD'ê di 10’ê Îlona 2017’an de bi armanca komên çekdar ên DAIŞ'ê ji xaka Cizîrê, rojhilatê Firatê û gundên rojhilatê Dêra Zorê rizgar bike li dijî DAIŞ'ê operasyona Bagera Cizîrê dan destpêkirin. Ev pêngav û operasyona Reqqa bi hevre dest pê kir. Bi vê yekê yekem care ku QSD’ê du hemleyan di heman demê de dide destpêkirin. 
 
QSD'ê bi hevkariya rûspiyên hêrêmî û welatiyên herêmê ev pêngav dan destpêkirin. Hemleya Bagera Cizîrê bi beşdarbûna 33 hêzên leşkerî yên di bin bane QSD'ê de şer dikin hat destpêkirin. Serkêşiya Hemleyê jî Meclîsa Dêrzor a Leşkerî, YPG/YPJ'ê dike. Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê ku DYA'yê serkêşiya wê dike jî piştigriyê dide hemleyê.
 
BAGERA CIZÎRÊ PÊŞVE DIÇE 
 
QSD’ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşveçûneke ber biçav bi dest xist. QSD’ê li milê Reqayê di roja 6’mîn de dikarîbû bi hemleyê Bagera Cizîrê di 48 saetan de biêje deriyên bajarê Dêrazorê û herêmeke berfireh li rojhilatê çemê Feratê rizgar kir. Lê di 16’ê Îlonê de belafirên şer ên rêjîma Sûriyê û Rûsy li nêzî herêma Sîna ya rojhilatê Çemê Firatê ya girêdayî herêma Dêrazorê navendên hêzên QSD'ê û Meclîsa Dêrizorê ya Leşkerî  bombebaran kirin. Di encam de, 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn. Lewra Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo bersiv da û got êrîşa li ser noqteyên YPG/QSD'ê hevkariya DAIŞ'ê ye. Êrîşa Rêîmê bi ser hêzên QSD’ê de bû sedema pêşketina şervanan. Şervanên Meclîsa Leşkerî  ya Dêrazorê şîrketên petrolê yên Ezbe û Konîko yên dikevin bakur-rojhilatê Dêrazorê piştî dorpêça du rojan, rizgar kirin. 
 
PIŞTÎ ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ HAMLEYA BAGERA CIZÎRÊ RAWESTANDIN
 
Di 3’ê Adarê de berdevka fermî ya hemleya Bagira Cizîrê Lîlwa Ebdelah got ku operasron bi awayekî demkî ji ber êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê hate rawestandin. Dê hêza xwe ji rojhilatê çemê Firatê ber bi Efrînê ve bên şandin da ku li hember êrîşa bisekinin. Ebdelah destnîşankir ku Trikiyê êrîş bir bi ser Efrînê de bi armanca dirêj kirina hebûna DAIŞ’ê li herêmê. 
 
PIŞTÎ EFRÎNÊ DÎSA DEST BI HAMLEYÊ KIRIN
 
Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêrazorê ku ji ber êrîşa Tirkiye ya li dijî Efrînê, hatibû rawestandin, di 1’ê Gulanê de ji nû ve dest pê kir.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Leylewa Ebdella û Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xwele gotin: "Ji ber xwecihkirina DAIŞ’ê li nêzî sînorê Iraqê û hewldanê wê yên firehkirina hebûna wê li Herêmê operasyon ji nû ve dan destpêkirin. Di vê qonaxê de dê artêşa Iraqê û Koalîsyona navneteweyî dê destekê bide QSD’ê. Şervanan mayinên li herêmê rakirine û 2 kîlometre nêzî gundê Baxozê yê li qiraxa Çemê Firatê bûn." 
Ji destpêka qonaxê ve şervanên QSD'ê 21 kîlometreyan li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêşve çûn. Hêzên QSD bi hêzên Iraqê re gundê Bahoza jêrîn û ew jî ji gundên sînorî ku wekî dergeha rêxistina terorîst di navbera Sûriyê û Iraqê de bû rizgar kirin. Bi rizgarkirina vî gundê sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de rêxistina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê dibe du parçe.
 
FERMANDAR ŞÊRGO HESEKÊ: DÊRA ZORÊ JI DAÎŞÊ RIZGAR KIRINE 
 
Fermandarê Hêzên Sûrya Demokratî QSD Şêrgo Hesekê, destnîşan kir ku piştî berdewamkirina hemleya Bahoza Cezîrê ya yekemîn di vê mehê de zêdetirî 23 km ji çola rojhilatî Dêra zorê ber bi sînor Iraqê ve hatiye rizagrkirin. Fermandar Şêrgo, diyar kir ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahoz rûbara rizgarkirina çolê dighêje 30 km. Şêrgo tekez kir ku ev hemle di rêya tensîq û danustandinên di navbera hêzên Iraqî û hêzên QSD de meşiya.
 
Şêrgo Hesekê eşkere kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û wiha axivî. "Bi paqijkirina vê heremê bend û noteyên çavdêrî û kontrolê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hate danîn û li gorî agahiyên heyî dê ev noqte ji aliyê hêzên QSD ve werin kontrol kirin. Femandar Hesekê tekez kir ku hêzên QSD li dijî DAIŞ’ê li rojhilatî Dêra zorê şerên dijwar kirine, bi taybet li gundê Bahoz ku dergeha sereke ya derbasbûna bajarokê Hecîn ku niha ev bajarok herêma herî dawî ya bicihbûna çeteyên DAIŞ’ê ye. Hin agahiyên ku di dema dawî de derketin desnîşan kirin ku di bajarokê Hecîn yê rojhilatî Dêrazorê de serçeteyê rêxistina terorîst ya DAIŞ Ebû Bekir Elbexdadî bicihdibe.
 
Fermandar Şêrgo herî dawî, da zanîn ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahozê dê tensîqa di navbera hêzên QSD û hêzên Iraqê de heta rizgarkirina navenda dawî ya çeteyan Hecînê berdewam bike. 
 
Hêzên Sûrya Demokratîk ji destpêkirina rizgarkirina heremên rojhilatî Dêrazorê girngtirîn heremên rojhilatî Dêrazorê ji zeviyên petrolê li Sûriyê bi giştî rizgarkirine, ji heremên ku hatine rizgarkirin zeviyê Konîko, Elcefra û stasyona paqijkirina avê ya kampanya Elazba ne. Hemleya duyemîn di roja 17'an de bedewam dike. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

20/05/2018
09:01 Bi sendelyê bi teker ji bo HDP’ê dixebite
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2018'AN
19/05/2018
18:50 HDP dê 'Deklerasyona çareserkirina pirsgirêka kurd' aşkere bike
16:10 Girtiya nexweş Bulut a xwîn verişiya rakirin nexweşxanê
16:01 Polîs li Enqereyê mudaxaleyî dowîza vala kir
15:25 Îbrahim Kaypakkaya bi sempozyumekê hat bibîr anîn
15:10 Xwestin girtiyê nexweş Çîçekler bê berdan
15:09 Ji bo windayan qûrnefîl avêtin behrê
14:50 Dayika Şemiyê aqûbeta pismaman winda pirsîn
14:27 Endamên KESK’ê: Dê dengek me jî ji AKP’ê re neçe
14:08 Li Meletiyê HDP bênavber xebatên hilbijartinê didomîne
13:51 Aqûbeta Înan ê li Sêrtê hat windakirin pirsîn
11:56 Qeyûmê mala sersaxiyê ya Êzîdiyan xera kir
11:51 Gardiyanan girtiyê nexweş darp kirin û avetin hucreya yek kesî
10:39 Qeyûm derbarê cemxaneyê de doz vekir
10:15 Li parka dibistanê lîstina zarokan bi 10 TL ye
09:53 Encamên hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bûn
09:50 Hevjîn, bav û 2 zarokên xwe kuştin
09:49 Jinan ji bo Ocalan stand vekirin
09:17 Ji ber navê kafeyê ‘Haymatlos’ bû, zabiteyan ruxset neda
09:17 Tercîha mexdûrên KHK'ê HDP ye
09:16 HDP'ê milyoneke belavokên bi kurdî çap kirin
09:16 Erdogan li Îngîltereyê 3 rojan ji bo pereyê xwe yê li Katarê bazarî kir
09:15 ‘Dê jin stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê diyar bikin'
09:12 Esnaf perîşan bûne: Di bêrîkan de 5 lîre jî tune ye
09:12 Ji ber xwestin çek rawestin dozger 5 sal ceza ji wan xwest
09:11 'Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha de Caps amade kiriye'
09:10 Çalakiyên ku hevşaredar tev lê bûn sûc hatin hesibandin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2018'AN
18/05/2018
22:02 Li Kubayê balafira rêwiyan ket
21:29 Girtiyên ku pêkanînên îdareya girtîgehê şermezar kirin hevdîtin pêk neanîn
21:20 Qeyûm fitariya ku şêniyên Êlihê tev lê nebûn betal kir
21:02 Ferhat Encu: Divê berpirsiyar rexnedayîna xwe bidin
20:31 Girtiya siyasî di nava girtiyên edlî de te girtin
19:50 Komeke nîjadperest hewl da êrîşî standa HDP'ê bike
19:38 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:00 HDP xebatên hilbijarinê yên li bajaran berdewam dike
15:52 Serokê Baroya Sakaryayê: Kujerên Elçî dernekevin edalet nayê tesîskirin
15:47 Rojnameger Yilmaz 4 mehin di hucreyê de ye
14:34 ATO betalkirina peymana Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê şermezar kir
14:19 HDP’ê bertek nîşanî DMME da: Ev biryar cihê şermê ye
13:52 Di zîrveya Qudsê de ji 57 welatan tenê 15 welat amade bûn
13:15 Baroya Amedê: Bila Demîrtaş demek zûtirîn bê berdan
13:01 Ji ber halê baş cezayê zilamê Bîrgul Çoban kuşt daxistin
12:21 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 76’an serlêdan kirin
11:30 Karkerê înşaetê yê di projeya AVM de dixebiti ji qatê 9'an ket û mir
11:19 Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
10:39 Karkerê ceyranê yê bi ceyranê ve zeliqî mir
10:33 Kordînatora SAMER’ê: AKP tişteke ji bo kurdan waad bike nema ye
10:21 Wekîla CHP’ê Boke: Sozên AKP'ê yên îstîkrara aboriyê têk çûne
10:06 Girtiyê nexweş ê lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat
09:48 Mêrdînî: Em ê di sindoqan de ‘TAMAM’ek xweşik nîşanî Erdogan bidin
09:47 Karkerê 62 salî ji înşaetê ket û mir
09:28 'Jin dê diwana edaletê ya li ser pergala heqîqeta jinê ava bikin'
09:27 Rihayî dibêjin HDP
09:26 Li Şapatanê polîsan dîsa avêt ser malan û dîsa gundî îşkence kirin!
09:24 Profîlên bernamzetên AKP'ê yên Amedê bûn cihê nîqaşê
09:23 Jinên dersimî: Em ê di sindoqan de bersiva herî xurt bidin
09:22 Pekoz: Eger muxalefet sindoqan biparêze dê karibe Erdogan bixîne
09:22 Dê cendirme nehêlin li gundên Dersimê sindoq bên danîn
09:10 Alîgirê şaredar ji karkerê ji kar hatin avêtin re: Tu yê herî sûcdar î
09:09 'Ji bo zîndebûna turîzmê divê dawî li Rewşa Awarte bê'
09:09 Ekolojîstan bertek nîşanî jêkirina 7 hezar darên sêvan da
09:04 Karkerên Zanîngaha Egeyê: Bêyî AKP’ê dê xweştir bibe
09:03 Gundan bê mirov dihêlin û ‘herêma tampon’ ava dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN
17/05/2018
21:48 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat hat birîn
16:53 Roboskiyan ji DMME re gortin ‘Ma eve edaleta we?’
16:29 Li Serhedê vekirina buroyan veguherî pîrozbahiyên bi coş
15:53 'Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin’
15:31 Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
15:01 Rewşenbir û hunermend di nobeta edaletê dene: Em dê rojên xweş bibînin
14:52 Demîrtaş hebûna mal û milkê xwe eşkere kir
14:31 HDP’ê li Meletiyê buroyên hilbijartinê vekir
14:26 Yuksekdag xwest Demîrtaş bê berdan
13:57 Ahmet Şik bernamzetiya xwe ragihan: Bila rêya me vekirî be, pêşiya me aştî be
13:47 Tabloya azadiya îfadeyê ya 16 salan: 7 hezar û 588 rastî 23 hezar sal ceza hatin
13:40 Endamê Meclîsa DBP’ê Şahîn hat binçavkirin
13:25 Parêzerên Ocalan cara 756’emîn serî li dozgeriyê dan
12:57 Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirin, dê derbasî HDP’ê dibin
12:35 Der barê Paylan ê HDP’î de ji ber got ‘jenosît’ fezleke vekirin
12:32 800 jin ji bo bernamzetiyê serî li HDP’ê dan
12:27 DMME serlêdana Komkujiya Roboskî betal kir
12:11 Malbata Aktaşê girtî yê di greva birçîbûnê de, banga hestiyarê kir
11:41 Edîtora Ozgurlukçu Demokrasî Koçuk hat berda
11:07 Zeytun bû Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê
10:57 Ji bo îşkenceya li Girtîgeha Xerpetê serledana sûc
10:38 Manîsiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP'ê dan
10:21 Bagera Cizirê ku 17 rojin didome xwe gîhand sînorê Iraqê
10:10 Serdema 26’emîn a Meclîsê bi pêkanînên ‘sosret’ bi dawî bû
09:23 Roboskiyî: Komkujiyê ji bîr nekin û biçin ser sindoqan
09:22 Jinên Sêrtî: Di hilbijartinê çi bikeve ser milê me em ê bikin
09:21 EHP: Em ê ji bo HDP'ê bi dengekî bilind qadên bajaran bihejînin
09:20 Akademîsyen Yoruk: HDP nîşan da ku ew partiya Tirkiyeyê
09:20 Dadgehê der barê serlêdana ji bo TV û radyoyê biryar da: Ocalan gilî nekiriye!
09:19 ‘Herî baş HDP çerkezan temsîl dike'
09:18 2 sal di ser kuştina Remziye Borê re borî: Neval bê dayik mezin dibe
09:18 Dîtin ku têkiliya wî bi FETO re nîne, ji ‘propagandayê’ doz lê vekirin
09:17 'Ji bo ku em rengên xwe bibin Meclîsê em ê dengê xwe bidin HDP’ê’
09:00 ROJEVA 17'Ê GULAN 2018'AN