Bagera Cizirê ku 17 rojin didome xwe gîhand sînorê Iraqê 2018-05-17 10:21:54 NAVENDA NUÇEYAN - Operasyona Bagera Cizîrê ku 17 rojin didome, xwe gîhand sînorê Iraqê. Bagera Cizîrê ku ji ber operasyona TSK-OSO ya li dijî Efrînê navber dabû, di 1'ê Gulanê de dîsa dest pê kir, xwegîhand Bajaroka Hecîn a ku tê gotin Rêberê DAİŞ'ê Ebu Bekir El Bagdadî xwe lê veşartiye. Fermandar Şêrgo Hesekê eşkere kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.  Bagera Cizîrê ku di 1'ê Gulanê de li Dêra Zorê dest pê kir, her ku diçe pêşve diçe û xwe gihînad sînorê Iraqê. Bagera Cizîrê li aliyê din xwe gîhand Bajaroka Hecîn a tê gotin Rêberê DAİŞ'ê Ebu Bekir El Bagdadî xwe lê veşartiye.    Li Sûriye piştî Homsê duyemîn bajarê Mezin, Dêra Zorê ye. Bi firehbûna 33 km çarkoşe ye ev yek tê wata ku Dêr ji sedî 17 ji xaka Sûriyê pêk tê û nêzî milyon kesî berî şerê Sûriyê li vir dijiyan. Ev parêzgeh bi çanda xwe ya dîrokî tê naskirin. Çemê Firatê ku di nava Dêrê re derbas dibe, wê dike du perçe, rojhilat û rojava.  Parêzgeha Dêra Zorê wek deriyê rojhilatî Sûriyê ye. Parêzgehên Sûriyê digihîne hev. Tê de bajarokê Abû Kemal heye. Ev bajarok noqteyek Istatîjîke ku ew noqteya dawî ku çemê Firatê tê de derbas dibe berî ku derbasî Iraqê bibe. Rêjîmê li Abû Kemal bargehek li Zekef bakurê rojhilatê Tenef avakiriye. Wek ku tê zanîn li Tenef jî bargehek koalisyonê bi serkêşiya Amerîka yê heye. Belafigeha Dêra Zorê ya leşkerî heye. Belafirgeh 10 km li rojhilatê Dêrê dikeve. Rêjîma Sûriyê ji vê belafirgehê êrîşî muxalefetê dikir.  Dêra Zorê bi dewlemenidiya xwe ya bin erd tê naskirin ku sed bîrên pitrol û xazê lê heye. Bîrên li Dêrê ji mezintirîn  hilberînên nift û gazê li Sûriyê ne, ku berî şerê li Sûriyê 30 hezar qazan jê dihat derxistin.  Dêra Zorê noqteya dawî ya DAIŞ li Sûriyayê ye. Piştî rizgarkirina Reqa paytexta DAIŞ’ê rêveber û fermandarên DAIŞ xwe li Dêra Zorê bicih kirin û xwestin ku xwe komî ser hevbikin da êrîşî herêmê din bikin.    OPRASYONA BAGERA CIZÎRÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DEST PÊ KIR   Parêzgeha Dêra Zorê ji destpêkên herêmên li dijî rêjîma Esad rabûn ser piyan. Şêniyên herêmê di adara 2011’an de serê xwe rakirin. Ev yêk bû sedema ku rêjîm hêzê li dijî sivîlan bi kar bîne.  Tevî vê yekê şêniyên herêmê serê xwe netewandin ji rêjîmê re. Rewşa fewdal rê li ber derbasbûna hêzên biyanî û rêxistinkirina xwe li wir. Di Nîsana 2014’an de DAIŞ li dijî herêmê êrîşek xurt pêk anî. Piştî DAIŞ hat herêmê di navbera muxalefeta herêmê û DAIŞ’ê de şer pêk hat. Piştî DAIŞ’ê serweriya xwe li herêmê ferz kir, komkujî pêk anîn.  Ji ber kiryarên DAIŞ’ê yên talankirin û xerakirinê arabiya herêma Cizîrê xera kir. Her ku DAIŞ'ê êrîşî bajarekî dikir, mayîn diçandin. Ji ber vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyona bi navê Bagera Cizîrê ragihandin.   QSD'ê di 10’ê Îlona 2017’an de bi armanca komên çekdar ên DAIŞ'ê ji xaka Cizîrê, rojhilatê Firatê û gundên rojhilatê Dêra Zorê rizgar bike li dijî DAIŞ'ê operasyona Bagera Cizîrê dan destpêkirin. Ev pêngav û operasyona Reqqa bi hevre dest pê kir. Bi vê yekê yekem care ku QSD’ê du hemleyan di heman demê de dide destpêkirin.    QSD'ê bi hevkariya rûspiyên hêrêmî û welatiyên herêmê ev pêngav dan destpêkirin. Hemleya Bagera Cizîrê bi beşdarbûna 33 hêzên leşkerî yên di bin bane QSD'ê de şer dikin hat destpêkirin. Serkêşiya Hemleyê jî Meclîsa Dêrzor a Leşkerî, YPG/YPJ'ê dike. Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê ku DYA'yê serkêşiya wê dike jî piştigriyê dide hemleyê.   BAGERA CIZÎRÊ PÊŞVE DIÇE    QSD’ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşveçûneke ber biçav bi dest xist. QSD’ê li milê Reqayê di roja 6’mîn de dikarîbû bi hemleyê Bagera Cizîrê di 48 saetan de biêje deriyên bajarê Dêrazorê û herêmeke berfireh li rojhilatê çemê Feratê rizgar kir. Lê di 16’ê Îlonê de belafirên şer ên rêjîma Sûriyê û Rûsy li nêzî herêma Sîna ya rojhilatê Çemê Firatê ya girêdayî herêma Dêrazorê navendên hêzên QSD'ê û Meclîsa Dêrizorê ya Leşkerî  bombebaran kirin. Di encam de, 6 şervanên QSD`ê birîndar bûn. Lewra Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo bersiv da û got êrîşa li ser noqteyên YPG/QSD'ê hevkariya DAIŞ'ê ye. Êrîşa Rêîmê bi ser hêzên QSD’ê de bû sedema pêşketina şervanan. Şervanên Meclîsa Leşkerî  ya Dêrazorê şîrketên petrolê yên Ezbe û Konîko yên dikevin bakur-rojhilatê Dêrazorê piştî dorpêça du rojan, rizgar kirin.    PIŞTÎ ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ HAMLEYA BAGERA CIZÎRÊ RAWESTANDIN   Di 3’ê Adarê de berdevka fermî ya hemleya Bagira Cizîrê Lîlwa Ebdelah got ku operasron bi awayekî demkî ji ber êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê hate rawestandin. Dê hêza xwe ji rojhilatê çemê Firatê ber bi Efrînê ve bên şandin da ku li hember êrîşa bisekinin. Ebdelah destnîşankir ku Trikiyê êrîş bir bi ser Efrînê de bi armanca dirêj kirina hebûna DAIŞ’ê li herêmê.    PIŞTÎ EFRÎNÊ DÎSA DEST BI HAMLEYÊ KIRIN   Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêrazorê ku ji ber êrîşa Tirkiye ya li dijî Efrînê, hatibû rawestandin, di 1’ê Gulanê de ji nû ve dest pê kir. Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Leylewa Ebdella û Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xwele gotin: "Ji ber xwecihkirina DAIŞ’ê li nêzî sînorê Iraqê û hewldanê wê yên firehkirina hebûna wê li Herêmê operasyon ji nû ve dan destpêkirin. Di vê qonaxê de dê artêşa Iraqê û Koalîsyona navneteweyî dê destekê bide QSD’ê. Şervanan mayinên li herêmê rakirine û 2 kîlometre nêzî gundê Baxozê yê li qiraxa Çemê Firatê bûn."  Ji destpêka qonaxê ve şervanên QSD'ê 21 kîlometreyan li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêşve çûn. Hêzên QSD bi hêzên Iraqê re gundê Bahoza jêrîn û ew jî ji gundên sînorî ku wekî dergeha rêxistina terorîst di navbera Sûriyê û Iraqê de bû rizgar kirin. Bi rizgarkirina vî gundê sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de rêxistina DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê dibe du parçe.   FERMANDAR ŞÊRGO HESEKÊ: DÊRA ZORÊ JI DAÎŞÊ RIZGAR KIRINE    Fermandarê Hêzên Sûrya Demokratî QSD Şêrgo Hesekê, destnîşan kir ku piştî berdewamkirina hemleya Bahoza Cezîrê ya yekemîn di vê mehê de zêdetirî 23 km ji çola rojhilatî Dêra zorê ber bi sînor Iraqê ve hatiye rizagrkirin. Fermandar Şêrgo, diyar kir ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahoz rûbara rizgarkirina çolê dighêje 30 km. Şêrgo tekez kir ku ev hemle di rêya tensîq û danustandinên di navbera hêzên Iraqî û hêzên QSD de meşiya.   Şêrgo Hesekê eşkere kir ku hêzên QSD û hêzên Iraqê sînorê Iraqê û çola Dêra zorê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û wiha axivî. "Bi paqijkirina vê heremê bend û noteyên çavdêrî û kontrolê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê hate danîn û li gorî agahiyên heyî dê ev noqte ji aliyê hêzên QSD ve werin kontrol kirin. Femandar Hesekê tekez kir ku hêzên QSD li dijî DAIŞ’ê li rojhilatî Dêra zorê şerên dijwar kirine, bi taybet li gundê Bahoz ku dergeha sereke ya derbasbûna bajarokê Hecîn ku niha ev bajarok herêma herî dawî ya bicihbûna çeteyên DAIŞ’ê ye. Hin agahiyên ku di dema dawî de derketin desnîşan kirin ku di bajarokê Hecîn yê rojhilatî Dêrazorê de serçeteyê rêxistina terorîst ya DAIŞ Ebû Bekir Elbexdadî bicihdibe.   Fermandar Şêrgo herî dawî, da zanîn ku bi rizgarkirina gundê stratejî yê Bahozê dê tensîqa di navbera hêzên QSD û hêzên Iraqê de heta rizgarkirina navenda dawî ya çeteyan Hecînê berdewam bike.    Hêzên Sûrya Demokratîk ji destpêkirina rizgarkirina heremên rojhilatî Dêrazorê girngtirîn heremên rojhilatî Dêrazorê ji zeviyên petrolê li Sûriyê bi giştî rizgarkirine, ji heremên ku hatine rizgarkirin zeviyê Konîko, Elcefra û stasyona paqijkirina avê ya kampanya Elazba ne. Hemleya duyemîn di roja 17'an de bedewam dike.    MA / Erdogan Altan