Roboskiyî: Komkujiyê ji bîr nekin û biçin ser sindoqan

  • rojane
  • 09:23 17 Gulan 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Malbatên Roboskiyê ku di bombebarana balafiran de 34 xizmên xwe winda kirin, bal kişandin ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û gotin: "Roboskiyê ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan. Li ser sindoqan bila ev komkujî bê ber çavên we." 

Malbatên gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 xizmên wan di bombebarana balafirên şerî de mirin, hîn jî li benda darizandina kiryarên komkujiyê ne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye heta niha, AKP'ê tu sozeke xwe ya ji bo malbatan daye bi cih neaniye û her diçe çewisandinên li ser malbatan zêdetir dibe. Malbatan bertek nîşanî çewisandin û bêedaletiya ku ew pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kirin ku dê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ji bo kifşkirina kiryarên komkujiyê gavek be. 
 
Leyla Encu, diya Şervanê ku di komkujiyê de mir, destnîşan kir ku ew ê tu carî dev ji doz û têkoşîna xwe bernedin. Encu anî ziman ku piştî komkujiyê gelek malbat bi cezakirinê re rû bi rû mane û got: "Ji ber ku em çûn cihê ku kurê min lê hat kuştin, em bi çewisandinan re rû bi rû man. Li Qilebanê hatim dadgehkirin. Dozger xwest li ser qoltixa li wir rûnêm. Lê ez rûneniştim. Eger sandalyeya edaletê hebûna, ne ez dê kujerên kurê min li sandalyeyê îfade bidana." 
 
‘LI SER SINDOQAN BILA ROBOSKÎ WERE BER ÇAVÊN TE' 
 
Encu, destnîşan kir ku ji bo kiryar derkevin holê ew her roj têdikoşin û ji bo ser komkujiyê bê girtin hikûmet gelek polîtîka xistine dewrê. Encu got: "Çi dikin bila bikin em ê komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin. Em gilîdar in." Encu hilbijartina 24'ê Hezîranê bi bîr xist û got: "7 salin em diçin û tên. Lê hîn jî kiryar derneketine holê. Lê niha jî doza dengan dikin. Dixwazim bang li hemû kurdên birûmet bikim; Komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin. Dema hûn çûn ser sindoqan bila ev komkujî bê ber çavên we. Roboskî, bîra kurda ye. Bîra xwe winda nekin, aqilê xwe winda nekin." 
 
‘EGER KIRYAR BÊN DARIZANDIN EM Ê BWER BIKIN KU EDALET HEYE' 
 
Zekî Tosûn, bavê Mehmet Alî Tosûnê ku di komkujiyê de mir, anî ziman ku ew her heftê diçin ser gorên her 34 kesan û doza edaletê dikin. Tosûn, anî ziman ku piştî komkujiyê gelek rayedarên hikûmetê soz dan ku dê kiryaran bibînin, lê belê tu soz jî bi cih nehatin. Tosûn got: "Ji me re dibêjin FETO kiriye. Em bawer nakin. We bi hev re kir." 
 
‘ROBOSKIYÊ JI BÎR NEKIN Û BIÇIN SER SINDOQAN' 
 
Tosûn, bi lêv kir ku dê hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo dîtina kiryaran gavek be û got: "Divê gel Roboskiyê ji bîr neke û biçe ser sindoqan. Ji bo qurîşek pere qethiyen riya xwe şaş nekin û çavên xwe vekin. Bila gelê Botanê xwedî li vîna xwe derkeve. Deng bidin HDP'ê. Bila êdî xwîn nerije, dayik negirîn, zarok nemirin û aştî çêbibe." 

Sernavên din

21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:14 Daxwazame dan Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê:
Heyetek ji parlamenteran pêk bê bila biçin Îmraliyê
13:39 HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike
13:30 Çalakiya Guven di roja 75'emîn de û ya girtiyên din jî di roja 37’an de ye
12:42 Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan
12:34 Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin
12:20 Malbatên endamên OSO yên hatin kuştin hildan welatîbûna Tirkiyeyê gelo?
11:19 LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist
10:30 Li Bedlîsê 43 gund û mezra hatin qedexekirin
09:43 Li Osmaniyeyê jinek hat kuştin
09:14 'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'
09:02 Wekilê HDP'ê Ozguneş: Vîna gel xezp dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:24 Çalakiya Leyla Guven di roja 75'emîn de didome
20/01/2019
21:31 Li kolanên Ewropayê dirûşmeyên "Daxwazên Guven, daxwazên me ne" bilind bû
21:10 ‘Rêya şikandina faşîzmê rakirina tecrîdê ye
20:54 Ciwanên HDP'î ji bo Guven meşiyan
20:32 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 3 hezar îmze derbas kir
16:39 Keskîn: Ji bo em Guven bidin jiyandin divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
15:13 Platforma Jinan a Dîcle Amed li ber girtîgeha Amedê çalakî pêk anîn û deng dan Guven
13:31 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daketin kolanan
12:37 HDP’î dê ji bo Oyku Arîn a bi nexweşiya losemiyê xwîn bikin
12:33 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye dê ji bo Efrînê bimeşin
12:20 8 kes li Erdîşê hatin binçavkirin
12:16 Li Efrînê 2 teqîn rû dan
11:18 Welatiyên Amedî: Em dengê Leyla Guven bilintir bikin
10:59 Di sir û seqema pileya 20 de heywanan di ava derman de dişûn
09:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 74'emîn de didome
09:36 Ji Navenda PEN'a Navneteweyî ji bo Nedîm Turfend kampanya îmzeyan
09:04 Li Basayê ji 638 kesan tenê qeyda 15 kesan hat betalkirin
09:03 Piştî şaredarê DYP'î yê berê kirin namzet AKP tev li hev bû
09:02 'Li holê serokwezîr tune ye, lê qedexeyên wî hene'
09:02 Divê êdî ne bangên ji bo hesasiyetê, pratîk hebe
09:00 Gelê Wanê: Eger xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin wê tecrdî ji holê rabe
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:20 LaWje ‘Yar Herê Leylê’ diyarî Leyla Guven kir
19/01/2019
23:59 Celalettîn Can hat berdan
18:34 Hrant Dînk hat bibîranîn
17:38 Rêveberiya Xweser a Efrînê 1'emîn salvegera operasyona Efrînê şermezar kir
17:37 Ji ber kelepçeyê bijîşkan tomografiya girtiyê nexweş ne girtin
17:18 Di bîranîna Dînk de gotin ‘Yê got bikuje bila bê darizandin’
16:23 ‘Tevî ku failên Hrant Dînk diyar in jî nayên darizandin’
16:10 Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin