Roboskiyî: Komkujiyê ji bîr nekin û biçin ser sindoqan 2018-05-17 09:23:12 ŞIRNEX – Malbatên Roboskiyê ku di bombebarana balafiran de 34 xizmên xwe winda kirin, bal kişandin ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û gotin: "Roboskiyê ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan. Li ser sindoqan bila ev komkujî bê ber çavên we."  Malbatên gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê ku di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 xizmên wan di bombebarana balafirên şerî de mirin, hîn jî li benda darizandina kiryarên komkujiyê ne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye heta niha, AKP'ê tu sozeke xwe ya ji bo malbatan daye bi cih neaniye û her diçe çewisandinên li ser malbatan zêdetir dibe. Malbatan bertek nîşanî çewisandin û bêedaletiya ku ew pê re rû bi rû dimînin û destnîşan kirin ku dê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ji bo kifşkirina kiryarên komkujiyê gavek be.    Leyla Encu, diya Şervanê ku di komkujiyê de mir, destnîşan kir ku ew ê tu carî dev ji doz û têkoşîna xwe bernedin. Encu anî ziman ku piştî komkujiyê gelek malbat bi cezakirinê re rû bi rû mane û got: "Ji ber ku em çûn cihê ku kurê min lê hat kuştin, em bi çewisandinan re rû bi rû man. Li Qilebanê hatim dadgehkirin. Dozger xwest li ser qoltixa li wir rûnêm. Lê ez rûneniştim. Eger sandalyeya edaletê hebûna, ne ez dê kujerên kurê min li sandalyeyê îfade bidana."    ‘LI SER SINDOQAN BILA ROBOSKÎ WERE BER ÇAVÊN TE'    Encu, destnîşan kir ku ji bo kiryar derkevin holê ew her roj têdikoşin û ji bo ser komkujiyê bê girtin hikûmet gelek polîtîka xistine dewrê. Encu got: "Çi dikin bila bikin em ê komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin. Em gilîdar in." Encu hilbijartina 24'ê Hezîranê bi bîr xist û got: "7 salin em diçin û tên. Lê hîn jî kiryar derneketine holê. Lê niha jî doza dengan dikin. Dixwazim bang li hemû kurdên birûmet bikim; Komkujiya Roboskiyê ji bîr nekin. Dema hûn çûn ser sindoqan bila ev komkujî bê ber çavên we. Roboskî, bîra kurda ye. Bîra xwe winda nekin, aqilê xwe winda nekin."    ‘EGER KIRYAR BÊN DARIZANDIN EM Ê BWER BIKIN KU EDALET HEYE'    Zekî Tosûn, bavê Mehmet Alî Tosûnê ku di komkujiyê de mir, anî ziman ku ew her heftê diçin ser gorên her 34 kesan û doza edaletê dikin. Tosûn, anî ziman ku piştî komkujiyê gelek rayedarên hikûmetê soz dan ku dê kiryaran bibînin, lê belê tu soz jî bi cih nehatin. Tosûn got: "Ji me re dibêjin FETO kiriye. Em bawer nakin. We bi hev re kir."    ‘ROBOSKIYÊ JI BÎR NEKIN Û BIÇIN SER SINDOQAN'    Tosûn, bi lêv kir ku dê hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo dîtina kiryaran gavek be û got: "Divê gel Roboskiyê ji bîr neke û biçe ser sindoqan. Ji bo qurîşek pere qethiyen riya xwe şaş nekin û çavên xwe vekin. Bila gelê Botanê xwedî li vîna xwe derkeve. Deng bidin HDP'ê. Bila êdî xwîn nerije, dayik negirîn, zarok nemirin û aştî çêbibe."